Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li bajarê Tiencinê yê Çînê di çarçoveya Lûtkeya 25emîn a Konseya Serokên Dewletan a Rêxistina Hevkariyê ya Shanghaiyê de bi Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan re civiya.
Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan jî amade bûn.
Kêfxweşiya ji pêvajoya aştiyê
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, di civînê de pêwendiyên Tirkiye û Ermenistanê û gavên ku ji bo aştî û îstiqrareke mayînde li Kafkasyaya Başûr tên avêtin hatin gotûbêjkirin.
Erdogan diyar kir ku ew ji bipêşveçûna pêvajoya aştiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de kêfxweş e û tekezî li ser wê yekê kir ku Tirkiye piştgiriyê dide aştî, aramî û bipêşketinê ya li herêmê.
Serokkomarê Tirkiyeyê anî ziman ku ew dê piştgiriya xwe ya ji bo vê pêvajoyê berdewam bikin û da zanîn ku gavên ji bo zêdekirina hevkariya di navbera Tirkiye û Ermenistanê de jî hatine nirxandin.
Ev hevdîtin, wekî yekî ji gavên girîng ên ku di pêvajoya asayîbûnê ya li Kafkasyaya Başûr de tên avêtin, tê nirxandin.
