Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Divê Amerîka û Îran bi lez li ser peymanekê li hev bikin û Tengava Hurmizê jî bi temamî were vekirin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi Welîahdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman û Sultanê Umanê Heysem Bin Tariq re axivî.
Macron her wiha bi Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayed Al Nehyan û Serokkomarê Misirê Ebdulfettah Sîsî re jî axivî.
Macron ragihand ku wî di van hevdîtinan de xwestiye ku divê di demeke kurt de di navbera Amerîka û Îranê de peymanek çêbibe.
Macron li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û diyar kir ku wî peyameke hevpar daye serkirdeyên herêmê û got:
"Gelekî girîng e ku bi lez peymanek di navbera Amerîka û Îranê de bê kirin. Divê ev firsend yekser were
“Divê Gengava Hurmizê yekser were vekirin"
Macron bal kişand ser wê yekê ku niha agirbest û vekirina Tengava Hurmizê li pêş in.
Serokkomarê Fransayê got: "Divê Tengava Hurmizê bêyî ti şertan û li gorî hiqûqa navneteweyî yekser careke din were vekirin."
Macron destnîşan kir ku divê piştî agirbestê dan û standinên ji bo peymaneke berfireh bidomin.
Wî anî zimên ku divê ev peyman bernameyên nukleer û mûşekên balîstîk ên Îranê û aramiya herêmê li xwe bigire.
Piştgiriya Fransayê ya ji bo herêmê
Macron da zanîn ku Fransa amade ye alîkariya vê pêvajoyê bike.
Wî eşkere kir ku Fransa bi hevkariya Brîtanyayê dikare alîkariya destpêkirina trafîka deryayî bike.
Macron her wiha diyar kir ku ew amade ne di warê teknîkî de piştgiriyê bidin dan û standinên nukleerê.
Bi gotina Macron ew dê ji bo xurtkirina ewlehiya herêmê bi hevpeymanên xwe re bixebitin.
Macron destnîşan kir ku Fransa dê ji bo avakirina çarçoveyeke ewlehiyê ya pêwîst rola xwe bilîze.
"Pêwîstiyeke bilez e ku hemû çek bêdeng bibin"
Macron qala bipêşketinên li Libnanê jî kir.
Wî da zanîn ku ji bo aramiya herêmê divê gavên pêşîn li Libnanê bên avêtin û got:
"Pêwîstiyeke bilez e ku hemû çek bi awayekî mayînde bêdeng bibin."
Macron li ser aloziya li Libnanê jî wiha peyivî:
"Vê gavê ti tişt nikare wê aloziya mezin a li başûrê Libnanê rewa bike."
Wî anî zimên ku Fransa dê piştgiriya xwe ya ji bo serwerî û yekparçeyiya axa Libnanê bidomîne.
