Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re pêwendiyên dualî, pêşhatên siyasî û yên ewlehiyê yên li herêmê nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Sûriyeyê, Ehmed Şer bi Serokê Amerîkayê Trump re bi telefonê axivî.
Di pêwendiya telefonî de, ji xeynî pêwendiyên dualî yên her du welatan, rûdanên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê hatin nirxandin.
Ehmed Şer û Trump rêyên hevkariya hevbeş nirxandin ku dê piştgiriyê bide aramiya Sûriyeyê û di qonaxa bê de beşdarî pêvajoya başbûna aboriyê bibe.
"Rakirina cezayan gava bingehîn e"
Her wiha rewşa ewlehiyê ya herêmê û ew zehmetiyên ku ji ber aloziyên herêmî çêbûne hatin gotûbêjkirin.
Ehmed Şer tekezî li ser girîngiya domandina piştgiriya navneteweyî ya di qonaxa jinûveavakirin û başbûna Sûriyeyê de kir.
Serokkomarê Sûriyeyê diyar kir ku rakirina cezayên mayî, ji bo geşbûna aboriya Sûriyeyê û başkirina şert û mercên jiyana welatiyan gava bingehîn e.
Bi gotina Ehmed Şerev yek dê hilbirînê teşwîq bike.
Wî anî zimên ku dê ev gav ji bo pêkanîna projeyên aborî û bi pêşketinê yên di sektorên cuda û girîng de zemîneke guncav amade bike.
Trump: Em ji nêzîk ve dişopînin
Ehmed Şer bal kişand ser girîngiya rêyên dîplomatîk û diyalogê û got ku ev yek dê aştiya herêmê xurt bike û herêmê ji alozbûna zêdetir biparêze.
Trump jî ragihand ku ew rûdanên li Sûriye û herêmê ji nêzîk ve dişopîne.
Serokê Amerîkayê bal kişand ser girîngiya parastina aramiyê û piştgiriya qonaxa başbûn û jinûveavakirina Sûriyeyê.
Her du serokan li ser domandina têkilî û hevahengiyê û şopandina dosyeyên hevbeş li hev kir.
Aliyan destnîşan kir ku ev nêzîkbûn dê xizmeta berjewendiyên her du welatan bike û piştgiriyê bide ewlehî û aramiya herêmê.
