Rwanda: Brîtanyayê dest bi şandina koçberan kir

01-05-2024
RÛDAW
Nîşan Rwanda Brîtanya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Brîtanyayê dest bi pêvajoya şandina a penaberan a Rwandayê kir.

Koçberekî Efrîqayî bi daxwaza wî ji bo Rwandayê hat şandin.

Li gorî medyaya Brîtanyayê ew penaberê Efrîqayî bi rêya balafirekê ji bo Kîgaliya paytexta Rwandayê hatiye birin û li oteleke ku ji bo penaberan hatibû amadekirin hat bicihkirin.

Piştî pesendkirina yasaya şandina penaberan a Rwandayê bi 2 rojan Brîtanyayê dest bi şandina penaberan kir.

Brîtanyayê li hemberî penaberên werin şandin heta dawiya sala 2023yan 240 milyon dolar dabû Rwandayê.

Brîtanya dê di heyama 5 salan de 370 milyon poundî bide Rwandayê.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak, ji bo şandina penaberan a Rwandayê dest bi kampanyayeke mezin kir.

Serokwezîrên berê yên Brîtanyayê Boris Johnson û Liz Truss jî hewl da bernameya şandina penaberan a Rwandayê bi cih bikin.

Rishi Sunak li ser wê projeyasayê tund bû û dest bi şandina koçberan kir.

Ji 1 Sibatê heta 27ê Nîsanê 7 hezar û 167 penaber bi beleman gihiştine Brîtanyayê.

Li gorî wê hejmarê di her hefteyekê de 902 penaber çûne Brîtanyayê.

Di 4 mehên destpêka 2023yan de 5 hezar û 745 penaber bi rêya kelekan çûne Brîtanyayê.

Di 4 mehên 2022yan de jî 6 hezar û 691 çûne Brîtanyayê.

Penaber ji Brîtanyayê diçin Îrlandayê

Penaberên ku berê xwe didin Brîtanyayê ji tirsa dersînorkirinê û şandina Rwandayê diçine Îrlandayê.

Rishi Sunak diyar kir ku çûna penaberan a Îrlandayê nîşaneya serkeftina siyaseta şandina penaberan a Rwandayê ye.

Berpirsên Îrlandayê jî ji zêdebûna hejmara penaberan dilgiran bûne.

Paytexa Îrlandayê Dublin jî amadekariyê ji bo derxistina yasayeke penaberiyê dike.

Li gorî yasayê, her penaberekî daxwaza wî ya penaberiyê li Brîtanyayê hebe dê ji bo Brîtanyayê were dersînorkirin.

Li gorî Wezareta Dadê ya Îrlandayê ji sedî 80yê penaberên bi rêyên bejayî hatine Îrlandayê ji ser Brîtanyayê derbasî nav axa wê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst