Galeriya wêneyan

16-12-2018
17 Photos
Sertîp Osman

Silêmanî (Rûdaw) – Bo yekemîn car li ser asta Kurdistanê û Iraqê, roja înê 14ê Kanûna îsal, Çiyayê Guwêje li Silêmaniyê mêvandariya pêşbirkeke ciyawaz a werzişê kir. Şanzdeh bisîklêtsuwarên li seranserê Başûrê Kurdistanê beşdarî di pêşbirka bisîklêtsuwariya li Çiyayê Guwêje kirin.

Ev cara yekê ye, ku pêşbirka bisêklêtsuwariya çiyayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê tê encamdan. Ji ber ku di çend rojên bihorî de rêjeyeke zêde ya baranê barîbû û erd ter bû, pênc ji bisîklêtsuwaran zeliyan û birîndar bûn, lê ewên din berdewamî dan pêşbirkê