Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser şampiyoniya Dihokê got, "Serkeftina tîma Dihokê, serkeftina hemû Kurdistanê ye."
Tîma futbolê ya Dihokê li hemberî tîma futbolê ya Qadisiyeyê ya Kuweytê 2-1 bi ser ket û bû şampiyonê Kluban a Kendavê.
Serok Mesûd Barzanî ji ber şampiyoniya Dihoke peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Ez ji bo vê serkeftina dîrokî û bidestxistina Şampiyoniya Kupaya Kendavê pîrozbahiyeke germ li tîma werzişê ya Dihokê dikim.
Her wisa pîrozbahyê li xelkê Dihokê û hemî xelkê kurdistanê dikem.
Ev serkeftin serkeftina hemî kurdistanê ye. Destê hemûyan xweş be û her serkeftî bin."
🏆 Tîma futbolê ya Dihokê bû Şampiyonê Kluban a Kendavê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 15, 2025
Serok Mesûd Barzanî:
⚽️ ❝Serkeftina tîma Dihokê, serkeftina hemû Kurdistanê ye❞#Dihok #Champion pic.twitter.com/viemhAQ8vH
Serkeftina dîrokî ya Dihokê
Hefteya borî Dihokê û Qadisiye di gava yekem fînalê ya Lîga Şampiyonan a Kluban a Kendavê de li Kuweytê hatibûn hemberî hev û maç 0-0 bi dawî bûbû.
Dihok û Qadisiye îro di gava duyem a fînalê de li stadyuma Dihokê hatin pêşberî hev.
Dihokê bi golên Siyabend Egîd (xuleka 66an) û Marlon Dos Santos (xuleka 90+2yan) 2-1 tîma Qadisiyeyê ya Kuweytê têk bir û bû şampiyon.
Cara yekem e ku tîmeke Îraq û Herêma Kurdistanê vê kupayê distîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse