Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê di hefteya 5an a Lîga Super a Tirkiyeyê de, li stadyuma xwe mêvandariya tîma Stenbolê Başakşehîrê kir.
Amedsporê bi lîstikeke serdest û bi encama 5-0 tîma mêhvan têk bir.
Stadyuma Amedê ji aliyê alîgiran ve bi temamî hatibû tijekirin.
Amedspor lîstikvanên xwe Lafond, Ugur Meraş, Bates, Dellova, Krasniqi, Furkan Yosalp, Raveloson, Khalil, Dia Saba, Ballet û Gift Orban derket qadê:
Nîvê yekem: Gola di saniyeyên dawî de
Amedsporê ji destpêkê ve bi êrişan dest bi maçê kir.
Gift Orban xuleka 11an derfeteke girîng bi kar neanî lê paşê ewda wê vekir.
Lîstikvanên Amedsporê Ballet û Dia Saba jî bi şûtên xwe xwestin toran bihejînin lê di xulekên ewil de encam bi dest nexist.
Carna tîma mêvan Başakşehîrê jî hinek êriş kirin lê parastina Amedsporê rê neda wan.
Lîstikvanê Başakşehîrê Omer Alî di xuleka 45an de xwest gogê ji ber keleha xwe dûr bixe lê gog li hevalê wî Emin Bayram ket û vegeriya nav tora Başakşehîrê.
Piştî vê derî ji Amedsporê vebû û Amedsporê Başakşehîr kir wekî seradê.
Bahoza Gift Orban û gola Diagne
Amedsporê nîvê duyem jî bi zextê dest pê kir.
de Furkan Yosalp di xuleka 54an gog ji bo Orban şand.
Orban bi serê xwe lê da û encam kir 2-0.
Orban du xulek şûn de, yanî xuleka 56an careke din derket ser dikê û gog şand tora Başakşehîr û tîma xwe 3-0 xist pêş.
Gift Orban di xuleka 75an de gola xwe ya sêyem avêt û hat-trick kir.
Di xuleka 84an de lîstikvanê navdar Mbaye Diagne piştî 3 salan gola xwe ya ewil avêt û maç bi encama 5-0 bi dawî bû.
Bi vê serkeftina mezin, Amedspor bi 10 puanan gihîşt rêza 3yan a Lîga Super a Tirkiyeyê.




