Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê ya Ameda Bakurê Kurdistanê îşev derdikeve maçeke girîng û çavê wê li 3 puanên din e.
Di çarçoveya hefteya 5an a Sûper Lîgê de,
Amedspor di heftaya 5an a Lîga Super îşev saet 20:00î li stadyuma xwe mazûvaniya tîma Stenbolê Başakşehirê dike.
Tîma Amedê li pêşberî alîgirên xwe dixwaze li hemberî Başakşehirê bibe xwediyê 3 puanan
Hedef serkeftina sêyem e
Tîma kesk û sor ji destpêka vê sezonê ve performanseke baş nîşan dide û encamên baş bi dest xistine.
Tîmê di 4 maçên borî de 2 serkeftin, wekheviyek û têkçûnek tomar kirine.
Amedspor îşev dixwaze zora Başakşehîrê bibe, serkeftina xwe ya sêyem bi dest bixe û puanên xwe zêdetir bike.
Çav li ser Gift Orban e
Lîstikvanê Amedsporê Gift Orban di maça borî de bi du golan tîma xwe li hemberî Kasimpaşayê ji têkçûnê rizgar kiribû.
Tê çaverêkirin ku Gift Orban îşev di 11yê destpêkê de cih bigire û serkêşiya xeta êrişê ya Amedsporê bike.
Bilêt qediyan
Di demeke gelekî kurt de hemû bilêtên vê maçê hatin firotin.
Îşev dê careke din Stadyuma Amedsporê bi alîgiran tije bibe û tîm amade ye ji bo serkeftineke din têkoşînê bike.
Piştî vegera ji Stenbolê û wekheviya li hemberî Kasimpaşayê, Amedsporê amadehiyeke zêde kiriye. Çavê tîma Besnik Hasi li serkeftinê ye.
Beriya maçê, Amedsporê li ser platformên xwe yên fermî vîdeoyên lîstikvan û alîgirên xwe belav kirin û got, "Em dê li mala xwe hevdû bibînin."




