GURCISTAN - Boksorên Kurd serkeftina xwe bi muzîk û Alaya Kurdistanê pîroz kir

10-12-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Boksor Kurd Gurcistan David Faroî Daniel Faroî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Boksorên Kurd ên ji Gurcistanê David Faroî û Daniel Faroî li hemberî welatiyên Tirkiyeyê bi ser ketin û wan serkeftina xwe bi muzîka Kurdî û Alaya Kurdistanê pîroz kir.

Kompanya IFCyê ya Almanyayê 7ê Kanûna Pêşîn a 2024ê li Tiflîsa paytexta Gurcistanê şampiyoniya Kick Boksê ya navneteweyî li dar xist.

Ji welatên wekî Portugal, Holenda, Tirkiye, Ozbekistan, Xirwatistan û Azerbeycanê bi dehan werzîşvanên Kick Boksê beşdarî lîstikên li Tiflîsê bûn.

“Li hemberî boksorên ji Tirkiyeyê bi ser ketin”

Bavê David Faroiyê 19 salî û Rizo Faroî derbarê serkeftina kurê xwe ji Rûdawê re got:

“Kurê min David û biraziyê min Daniel di maça Kick Boksê de li hemberî rikeberên xwe yên Tirkiyeyê bi ser ketin û wan li gel Alaya Gurcistanê, Alaya Kurdistanê jî bilind kir. Em bi serkeftina wan serbilind in.”

Rizo Faroî got ku li Gurcistanê li pêşiya sembolên Kurdî ti astengî nînin û dikarin sembolên xwe yên neteweyî bi kar bînin.

David û Daniel Faroî li gel stranên Kurdî û bi Alaya Kurdistanê derketin ser dika lîstikê.

David Faroî li hemberî boksorê Tirk Remzî Kesenek û Daniel Faroyî li hemberî Ramazan Karayelê ku ji Bakurê Kurdistanê bi ser ket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst