Hewlêr (Rûdaw) - Endama Komîteya Birêvebir a Amedsporê Narîn Nadîrovayê got, "Amedspor tîmeke cîhanî ye û hebûna jinan a di Amedsporê de cihê serbilindiyê ye."
Narîn Nadîrovayê li ser erkwergirtina xwe ya li Amedsporê ragihand, "Ji aliyekî ve ji bo min surprîzeke mezin bû, ji aliyê din ve jî şanaziyeke gelekî mezin e. Amedspor bi rastî jî di asta cîhanê de tîmek e."
Aborînasa Kurd a ji Qazaxistanê û Endama Komîteya Birêvebir a Amedsporê Narîn Nadîrova bû mêvana bultena 15:00an a Rûdawê ku Rawîn Stêrk pêşkêş dike.
Nadîrovayê di bernameyê de erka xwe ya li Amedsporê, pêwendiyên navneteweyî yên klubê, rola jinan a di fotbolê de û şeva piştgiriyê ya ku biryar e li Stenbolê bê lidarxistin nirxandin.
Wê ducare destnîşan kir ku birêvebiriya wê ya li Amedsporê ji bo wê jî surprîz bûye.
Nadîrovayê diyar kir ku ew ji erkwergirtina li Amedsporê gelekî dilxweş e û got ku divê klub ne tenê di warê fotbolê de, di qadên cuda de jî xebatan bimeşîne.
Narîn Nadîrovayê anî zimên, "Em cîhanê wiha dibînin. Ez bi hebûna xwe ya li Amedsporê serbilind im û em karê xwe didomînin.
Amedspor tîmeke mezin e, birêvebiriya wê jî tîmeke mezin e."
Wê her wiha da zanîn ku ji bo bipêşxistina klubê xebatên wan didomin.
"Ji bo piştgiriya aştiyê em çi ji destê me were dikin"
Nadîrovayê bal kişand ser pêwendiyên derve yên Amedsporê û giringiya bipêşxistina pêwendiyên bi derdorên cuda re anî zimên.
Nadîrovayê got, "Ne tenê pêwendiyên derve, wekî ku raya giştî jî dibêje em di qadên cuda de dixebitin.
Ya giring ew e ku em tîma xwe ava bikin û di pêvajoya aştiyê me de piştgiriya xwe pêşkêş bikin."
Nadîrovayê destnîşan kir ku Amedspor dikare di asta civakî de di pêvajoya aştiyê de roleke çalak bilîze.
Wê diyar kir ku ew hewl didin spor jî mîna çand û muzîkê di civakê de piştgiriyeke erênî bide pêvajoya aştiyê û wiha pê de çû:
"Çand, muzîk û spor, bê guman ev di warê civakî de gelekî giring in.
Em jî ji bo ku ji aliyê sporê ve piştgiriyê bidin aştiyê çi ji destê me were dikin.
Em di nav hewldanekê de ne ka em dikarin bi rengekî erênî çi bikin."
Rola jinan a di fotbolê de
Nadîrovayê destnîşan kir ku rola jinan a di fotbolê de roj bi roj zêdetir dibe û di birêvebiriya Amedsporê de jî gelek jin hene.
Nadîrovayê wiha anî zimên, "Qada fotbolê ne tenê li Tirkiyeyê, li hemû cîhanê bêtir wekî qada mêran tê dîtin.
Lê belê bi serketina Amedsporê re em dibînin ku jin li pêş in. Li trîbûnan, di birêvebiriyê de û di qadên cuda de jin hene."
Nadîrovayê destnîşan kir ku ev rewş ji bo wê bi xwe jî balkêş e.
Li Stenbolê şeva piştgiriyê
Nadîrovayê bal kişand ser şeva piştgiriyê ya ku dê Amedspor li Stenbolê li dar bixe û diyar kir ku ev çalakî ji bo klûbê gelekî giring e.
Narîn Nadîrovayê li ser şeva piştgiriyê a ji bo Amedsporê got, "Ew şev ji bo me gelekî giring e.
Em difikirin ku hemû karsazan û her kesê ku piştgiriyê dide Amedsporê vexwînin. Hêvîdar im bi hejmareke zêde piştgiriyê bidin me."
Nadîrovayê da zanîn ku alîgirên Amedsporê gelek in û got:
"Fotbol bi rastî jî mijareke gelekî giring e. Hejmara alîgirên Amedsporê pir zêde ye û li çar aliyên cîhanê alîgirên wê hene. Hêvîdar im piştgiriya wan jî bi vî rengî bidome."
"Em dixwazin Amedspor bibe tîmeke cîhanî"
Nadîrovayê diyar kir ku ew dixwazin Amedspor ne tenê di asta herêmî de, di asta navneteweyî de jî bibe klubeke navdar.
Wê mînaka Paris Saint-Germainê (PSG) da û destnîşan kir ku kurê wê yê biçûk di temenê zaroktiyê de li maçên vê tîmê temaşe dikir.
Wê got ku fotbol qadeke wisa ye ku mirovên ji deverên cuda yên cîhanê tîne ba hev.
Nadîrovayê eşkere kir ku ew dixwazin Amedspor jî li welatên cuda zêdetir bê naskirin û got:
"Em dixwazin ne tenê wekî tîma Kurdan, wekî tîmeke ku berê xwe dide cîhanê bi pêş ve biçin. Em hêvîdar in Amedspor hîn bêtir bi pêş bikeve."
Nadîrovayê derbarê armancên Amedsporê yên li Ewropa û qada navneteweyî de jî anî zimên:
"Niha çavê me li Ewropa û şampiyoniyê ye çimkî tîma me jî mezin dibe."
Pirtûka Nadir Nadîrov li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ye
Nadîrovayê di bernameyê de qala pirtûka bavê xwe Nadir Nadîrov a bi navê "Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve" jî kir.
Narîn Nadîrovayê destnîşan kir ku ev pirtûk li Pêşangeha 10emîn a Pirtûkan a Amedê heye û got ku çapbûna pirtûkê ya bi Kurdî ji bo wê şanaziyeke mezin e.
Nadîrovayê her wiha got ku çapbûna vê berhemê ya bi Kurdî ji aliyê dîrokî ve jî gelekî giring e lewra bavê wê cara ewil e pirtûkeke bi Kurdî dinivîse.



