Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê li hemberî Îtalyayê jî têk çû û li ser hev cara 4an zora wê çû.
Bi vê encamê re piştî 38 salan cara yekem di 4 maçan de li ser hev zora Tirkiyeyê çû.
Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê şeva borî di Lîga Neteweyan a UEFAyê de li hemberî Îtalyayê 3-1 têk çû.
Tirkiye di her sê lîstikên pêşî yên bi Fransa, Îtalya û Belçîkayê re jî têk çûbû.
Tirkiyeya ku bi vê performansa xwe ya xerab bûye rojev di 4 maçan de 11 gol xwarine, 2 gol avêtine û bi averaja -9an di rêza dawî ya koma xwe de ye.
Piştî 38 salan cara pêşî
Tirkiye vê sezonê di her çar maçên xwe yên Lîga Neteweyan a UEFAyê de jî têk çû.
Bi vî awayî Tirkiye ji dema di navbera Çiriya Pêşîn a 1987an û Adara 1988an û vir ve cara yekem li ser hev di 4 maçan de tê kçû.
Bi vê encamê re tîma Tirkiyeyê piştî 38 salan rêzetêkçûneke bi vî rengî ya 4 maçan dît.
Di 7 maçên dawî de 6 têkçûn
Encamên xerab ên Tirkiyeyê yên vê dawiyê balê dikişînin ser xwe.
Tirkiye di 7 pêşbirkên xwe yên dawî de tenê carekê bi ser ketiye lê di 6 pêşbirkan de jî têk çûye.
Encamên 7 maçên dawî yên Tirkiyeyê wiha ne:
Tirkiye - Îtalya: 1-3
Tirkiye - Belçîka: 0-3
Tirkiye - Îtalya: 1-4
Tirkiye - Fransa: 0-1
Tirkiye - Amerîka: 3-2
Tirkiye - Paraguay: 0-1
Tirkiye - Awistralya: 0-2




