UEFAyê li ser 'gurê boz’ biryar da

05-07-2024
Nîşan UEFA Gurê Boz Merîh Demîral Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – UEFAyê lîstikvanê tîma neteweyî ya Tirkiyeyê Merîh Demîralê ku nîşana “gurê boz” kiribû ji 2 maçan men kir.

2yê mehê tîmên neteweyî yên Tirkiye û Awisturyayê di çarçoveya maça EURO 2024ê hatin pêşberî hev.

Lîstikvanê Tirkiyeyê Merîh Demîral piştî gol avêt işareta “gurê boz” kir.

Ev tevgera Merîh Demîral bû sedema gelek bertekên tund.

UEFAyê li ser vê tevgera Merîh Demîral biryar da û li gorî biryarê ew dê nikaribe di du maçan de bilîze.

Federasyone Furtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) jî ragihand ku ew dê îtirazî Dadgeha Tehkîmê ya Sporê ya Navneteweyî (CAS) bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst