کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Werziş

Amedspor: VAR ji bo edaletê heye yan ji bo rewakirina xeletiyan?

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

22-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran22-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Tîma Hewlêrê li ser pevçûna li Dihokê gilî tomar kir
Werziş22-11-2026

Tîma Hewlêrê li ser pevçûna li Dihokê gilî tomar kir

Amedspor piştî 615 rojan li mala xwe têk çû
Werziş21-11-2026

Amedspor piştî 615 rojan li mala xwe têk çû

KOLN - Elindê ji Rojava û Alanê ji Rojhilatê Kurdistanê di kickboksê de şampiyoniyan bi dest dixin
Werziş21-11-2026

KOLN - Elindê ji Rojava û Alanê ji Rojhilatê Kurdistanê di kickboksê de şampiyoniyan bi dest dixin

Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya 12emîn a Lîga Super a Trendyolê de Amedspor û Çaykur Rîzespor doh li Stadyuma Diyarbekirê hatin pêşberî hev.

Maça di navbera her du tîman de demjimêr 16:00an hat lîstin û Çaykur Rîzesporê 2-0 zora Amedsporê bir.

Amedsporê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê li ser maça bi Çaykur Rîzesporê re û biryarên hakeman daxuyaniyek belav kir.

Tîma Amedê da zanîn ku lîstikvanê wan Krasniqi bi tundî birîndar bûye lê hakeman û Sîstema Vîdeoya Alîkara Hakem (VAR) ev rewş piştguh kiriye.

Amedsporê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku helwesta hakeman nayê qebûlkirin û got:

"Midaxelea ku bû sedema seqetbûna lîstikvanê me Krasniqi û ji bo karta sor binpêkirineke pir eşkere bû, ji aliyê VARê ve nehat dîtin.

Ev yek skandaleke ku nayê qebûlkirin a hakemtiyê ye!

Sîstema VARê ji bo çi heye? Heger binpêkirinên eşkere û zelal tespît neke dê di kîjan pozîsyonan de bikeve dewrê?

Tevî teknolojiya bi milyonan lîreyî, bi dehan kamerayan û dîmenên ducare, piştguhkirina midaxeleeke ew qasî berbiçav baweriya bi sîstema VARê bi awayekî cidî dihejîne."

“Hakemên VARê li çi temaşe dikir?”

Amedsporê li ser rola hakemên VARê pirs kir û pê de çû:

"Hakemên ku di jûra VARê de dixebitîn wê demê li çi temaşe dikir?

Wan ev midaxele nedît an jî tevî ku dît midaxele nekir?

Bêyî ku bersiva van pirsan were dayîn, nayê qebûlkirin ku ev rûdan wekî xeletiyeke xwerû ya hakemtiyê were dîtin!

Em bangî Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê û Komîteya Navendî ya Hakeman dikin ku ji raya giştî re eşkere bikin ka çima lêkolîn li ser vê pozîsyonê nehatiye kirin, çima hakemên VARê midaxele nekiriye û berpirsyarên vê biryarê kî ne.

Gelo sîstema VARê ji bo dabînkirina edaletê heye yan ji bo rewakirina xeletiyên eşkere yên hakeman?"

Amedsporê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew tenê mafê xwe dixwazin û got:

"Em wekî Amedsporê ti cudahiyê naxwazin lê belê em dê bêdeng nemînin ku ked, têkoşîn û xwêdana eniya me bi biryarên bi vî rengî yên giran nedîtî werin dîtin!"

Rewşa tenduristiyê ya Krasniqi

Amedsporê her wiha li ser rewşa tenduristiyê ya lîstikvanê xwe ev agahî parve kir:

"Lîstikvanê me Krasniqi di maçê de ji ber lêdana giran birîndar bû û nekarî lîstikê bidomîne.

Di kontrolên bijîşkî de hat tesbîtkirin ku di tevnê masûlkeyan ê lîstikvanê me de qetîn û rijîna xwînê, di tevnê hestî de jî werimîneke berfireh çêbûye."

Pirsên