Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya 12an a Lîga Super a Trendyolê de li mala xwe li hemberî Çaykur Rîzesporê 2-0 têk çû û vê sezonê cara yekem li qada xwe winda kir.
Amedspor herî dawî 16ê Adara 2025an li mala xwe bi encama 2-1 li hemberî Erzurumsporê têk çûbû.
Amedspor û Çaykur Rîzespor îro li Stadyuma Diyarbekirê hatin pêşberî hev.
Tîma mêvan Rîzesporê di xulekên destpêkê de lîstikeke bibandor nîşan da.
Lîstikvanê Rîzesporê Taylan di xuleka 19an a maçê de top şand nav qada cezayê ya Amedsporê.
Parastina Amedsporê nekarî topê dûr bixe û piştî ku Umut Meraş beravajî bi serî li topê da, top ket ber Ali Sowe.
Ali Sowe zivirî û tevî destwerdana qelevan jî top şand nav toran û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Amedsporê ji bo gola wekheviyê li ber qeleya Rîzesporê zext kir lê her du tîman jî derfetên xwe bi kar neanîn.
Di xuleka 26an de qelevanê Rîzesporê ji qeleya xwe derket û top avêt tacê.
Wî ji bo ku Amedsporî bi lez topê neavêjin careke din li topê da û karta zer dît.
Di xuleka 45an de lîstikvanê Rîzesporê Ahmet Kutucu faul kir û karta zer wergirt.
Nîvê yekem ê maçê bi serkeftina 1-0 a Çaykur Rîzesporê bi dawî bû.
Rîzesporê encam kir 2-0
Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi di destpêka nîvê duyem de (xuleka 46an), ji ber seqetbûna Ermal Krasniqi neçar ma guhertinekê bike û li şûna wî Amadou Cissê xist lîstikê.
Lîstikvanê Rîzesporê Adedire Mebude di xuleka 51ê de hem faul kir û hem jî top neda lîstikvanên Amedsporê da ku bilîzin, lewra hakem karta zer nîşanî wî da.
Çaykur Rîzesporê bi xurtî dest bi nîvê duyem jî kir û di xuleka 54an de dîsa bi gola Ali Sowe encam kir 2-0.
Amedsporê hewl da encamê biguherîne û bi lêdana Dia Saba ya ji derveyî qada cezayê gelekî nêzîkî golê bû.
Di xuleka 62yan de li Amedsporê Furkan Soyalp derket û Gokhan Gul ket maçê, her wiha Rayan Lutin jî cihê xwe da Mihemed Xelîl.
Lîstikvanê Rîzesporê Olawoyin di xuleka 80yî de ji ber nerazîbûnê karta zer dît.
Di heman xulekê de ji Amedsporê Yira Sor derket û Berk Kizildemir ket lîstikê.
Di xulekên dawî de (90-92) ji Amedsporê Umut Meraş û Mehmet Yeşil kartên zer dîtin.
Cara yekem li mala xwe têk çû
Amedsporê derfetên ku bi dest xistin nekarî bike gol û maç bi serkeftina 2-0 a Çaykur Rîzesporê qediya.
Amedspor vê sezonê cara yekem li mala xwe têk çû.
Amedspor di 23 puanan de ma û bi maçeke zêde di rêza 3yem a lîgê de ye, Rîzesporê jî puanên xwe derxistin 17an.
Beşîktaş a ku xwedî 22 puanan e sibe dilîze.
Eger Beşîktaş bi ser bikeve dê derkeve rêza 3yem û Amedspor dê dakeve rêza 4an.




