Amedspor amade ye: ‘Em dê li hemberî Adanasporê bi ser kevin’

03-01-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Tîma Amedsporê\ Wêne û vîdeo\ Rûdaw
Tîma Amedsporê\ Wêne û vîdeo\ Rûdaw
Nîşan Amedspor Adanaspor Servet Çetîn Tîma Amedsporê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rahênerê Amedsporê Servet Çetîn diyar kir ku wan pêngaveke baş avêtiye û dê li hemberî Adanasporê jî bi ser kevin.

Tîma Keskesor Amedspor, roja yekşema li pêş, derdikeve pêşiya Adanasporê.

Çavên bi milyonan alîgirên Amedsporê li vê lîstikê ye. Eger Amedspor li hemberî Adanasporê bi serbikeve, wê pûanê xwe bike 28 û di rêza 5an a lîgê de cihê xwe bigire.

Li gorî rêveberên Amedsporê di destpêka lîgê de tenê armanceke wan heye; li derve ji Adanasporê bibin û li mala xwe jî li dijî Ankaragucuyê bi ser bikevin.

 Eger Amedspor ji van herdû tîman bibe wê çaxê dikeve rêza playofê.

Tîma kesk û sor Amedspor ku 6 hefte ne li mala û xwe û li derve jî serkeftin li ser serkeftinê bi dest

dixe, amadekariyên xwe vê carê ji bo deplasmana Adanasporê dike.

Amedspor ku bi 25 pûanan di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de di rêza 7an de cih digire eger roja yekşemê ji

Adanasporê bibe û 3 pûanan bi dest bixe, ew dê di rêza 5emîn de cih bigre.

“Armanca me serkeftin e”

Rahênerê Amedsporê Serwet Çetîn li ser amadehiyên tîma xwe wiha got:

“Em pêşbirk bi pêşbirk diçin. Niha tekane armanca me pêşbirka Adanasporê ye. Înşela em dê ji wê derê encameke baş bistînin û cihê xwe qayîmtir bikin.

Kîjan pêşbir dibe bila bibe girîng e. Pêşbirkek hêsan nîn e. Hemû pêşbirk zehmet in.

Wê rojê li sehayê tîma ku têdikoşe, serkeftinê dixwaze û di nava hewldaneke mezin de ye bi awayekî qezenç dike.

Adana jî dê bibe yek ji wan pêşbirkên herî zehmet ji bo me.

Em dê têkoşîneke baş bidin. Tîma rikaber gelek têkoşer e. Divê em jî li hemberî wê têkoşîneke baştir bidin.”

Li gorî birêveberên Amedsporê di heyama yekemîn a lîgê de tenê yek armanca wan heye; li derve birina ji Adanasporê û li mala xwe jî şikandina Ankaragucuyê.

Eger Amedspor ji van herdu tîman bibe wê çaxê dikeve rêza playofê.

“Amedspor ji bo serkeftinê amade ye”

Rêveberê Amedsporê Faruk Korkmaz jî li ser amadehiyên Amedsporê wiha got:

“Ji bo ku îdiaya me dewam bike, lazim e em herdu pêşbirkên xwe jî bistînin. Amadekariyên me bênavber dewam dikin.

Ez bawer im em dê bi ser bikevin.”

Amedsporê heta niha 17 pêşbirk kirine. Ji van pêşbirkan 6 caran bi ser ketiye, 7 caran wekîhev maye û 4 caran jî winda kiriye.

Bi hatina rêhaner Serwet Çetîn jî re Amedsporê heta niha di ti pêşbirkan de winda nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst