Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku bi taybetî li mala xwe wekî agirê sor e, vê carê jî çavên xwe li Beşîktaşê sor kirine.
Amedspor di hefteya şeşem a Lîga Super a Tirkiyeyê de li mala xwe bi Beşîktaşê re dilîze.
Amedsporê hefteya borî li mala xwe Başakşehîr bi 5 golan têk bir û 3 puan standin.
Maça vê hefteyê dê 20ê Îlonê demjimêr 20:00î dest pê bike û Amedsporê çavên xwe sor kirine û li bendê ye ku li mala xwe dîsa 3 puanan bistîne û puanên xwe derxe 13an.
Bilêtên maçê diqedin
Amedsporê ragihand ku firotina bilêtên vê maça mezin 18ê Îlonê bi rêya platforma “Passo”yê bi awayekî fermî dest pê kir.
Li gorî daxuyaniya birêvebiriyê, bihayê bilêtan li gorî kategoriya cihê rûniştinê di navbera 900 lîreyên Tirkî û 10 hezar lîreyên Tirkî de diguhere.
Hat ragihandin ku bilêt hem li cihên firotinê û hem jî bi awayekî serhêl (online) bi lez diqedin û tê pêşbînîkirin ku dê stadyum tijî bibe.
Bayê Balkanan li Amedê
Di vê maçê de li qadê jî qayişkêşiyeke balkêş û dijwar dê rû bide.
Temaşevanên futbolê bi kelecaneke mezin li benda wê rûdanê ne ku êrişbirê (forvet) Sirb ê Beşîktaşê Dušan Vlahović dê li hemberî parêzvanên (defans) Kosovayî yên Amedsporê Lumbardh Dellova û Florent Krasniqi bilîze.
Lîstikvanên maçê
Heta niha 11 lîstikvanên ku dê dest bi maçê bikin nehatine ragihandin lê li gorî pêşbîniyên piraniya şîrovekarên futbolê dê her du tîm bi van lîstikvanan dest bi lîstikê bikin:
Amedspor: Alban Lafont, Umut Meraş, Lumbardh Dellova, David Bates, Amadou Cisse, Gokhan Gul, Rayan Raveloson, Samuel Ballet, Dia Saba, Ermal Krasniqi, Gift Orban.
Beşîktaş: Alexander Nubel, Michael Murillo, Emmanuel Agbadou, Emîrhan Topçu, Ridvan Yilmaz, Salîh Ozcan, Junior Olaitan, Orkun Kokçu, Václav Černý, Îlhan Fakili, Dušan Vlahović.




