Hewlêr (Rûdaw) – Li Nexweşxaneya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê gurçikên kesekî ji 2 kesan re bûn hêvî.
Gurçikên kesekî ku mêjiyê wî mir, hatine amadekirin da ku bibin hêviya du nexweşên li Amêdê.
Bijîşkê Nexweşxaneya Dîcleyê Mehmet Yilmaz got:
“Me her du gurçikên wî nexweşî derxistin ku mixabin mêjiyê wî miribû.
Gurçik ji Nexweşxaneya Dîcleyê re têne şandin, li wir du nexweş hene ku pirsgirêka wan a gurçikan hebû û ev her du gurçik dê ji wan re bibin hêvî.”
Her du gurçik di sindoqên taybet de gihiştin Nexweşxaneya Dîcleyê ya Amêdê.
Karmendan nexweş veguhastin odeya neştergeriyê.
Her gurçikek ji bo nexweşekî hat danîn.
Di dema mirina mêjî de, dil û hemû endamên laşê mirovan bi awayekî asayî kar dikin.
Piştî mirina kesekî, ji bilî mêjî, hemû endamên laşê wî dikarin ji kesên din re werin bexşîn.
“Rêjeya bexşeran kêm e”
Bijîşkê Nexweşxaneya Tetwanê Gokmen Reyhanli jî anî ziman:
“Li welatê me û li cîhanê, bi hezaran kes bi saya bexşîna endamên laş, şansekî duyem ê jiyanê bi dest dixin.
Mixabin, rêjeya bexşeran ne li gorî pêwîst e. Her bexşînek rizgarkirina jiyanekê û afirandina hêviyekê ye.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eger kesek bixwaze endamên laşê xwe bibexşîne, divê formekê dagire ku ev kar tenê 5 xulekan digire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse