Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê kesekî 32 salî mir ku bi gumana nexweşiya Taya Xwînjêçûnê ya Kirim-Kongoyê (Crimean-Congo Hemorrhagic Fever-CCHF) dihat dermankirin.
Li gundê Belcikê ser bi navçeya Şarqişlayê, qirniyê bi cotkar Azîz Kayayê bavê du zarokan ve da.
Piştî demekê rewşa Kaya ne baş bû û xizmên wî ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Şarqişlayê.
Lê tîmên tenduristiyê ew ji wir jî veguhast Nexweşxaneya Lêkolîn û Pêkanîna Xizmetên Tenduristiyê ya Zanîngeha Komarê ya Sêwazê.
Kaya bi gumana nexweşiya Taya Xwînjêçûnê ya Kirim-Kongoyê li beşa Lênerîna Hûr a Anesteziyê dihat dermankirin lê ji mirinê rizgar nebû.
Xizmên wî cenazeyê Kaya wergirt û hat ragihand ku dê wî li gundê Belcikê bispêrin axê.
Li aliyê din, li Sêwazê hejmara kesên ku îsal ji ber qirniyê mirine, gihişt 13an.
Taya Xwînjêçûnê ya Kirim-Kongoyê
Taya Xwînjêçûnê ya Kirim-Kongoyê nexweşiyeke vîrusî û metirsîdar e ku dibe sedema taya bilind û xwînjêçûnên giran a di laş de û rêjeya mirinê ya bi vê nexweşiyê gelekî bilind e.
1. Çawa belav dibe û derbasî mirovan dibe?
• Bi pêvedana qirniyan: Sedema sereke ya belavbûna vê vîrusê pêvedana qirniyan e.
• Têkiliya bi ajelan re: Dema mirov rasterast dest bide xwîn, tevn an jî şilemeniyên laşê ajelên ku ev vîrus di laşê wan de heye (wekî mînak dema serjêkirina ajelan an jî xebata li qesabxaneyan), nexweşî dikare derbas bibe.
• Ji mirovan derbasî mirovan dibe: Bi riya têkiliya bi xwîn û şilemeniyên nexweşekî/ê din re jî dikare belav bibe, ev yek bi piranî di dema dermankirinê de li nexweşxaneyan çêdibe.
2. Nîşanên wê çi ne?
Nîşan bi gelemperî çend roj piştî têketina vîrusê ji nişka ve dest pê dikin û ev in:
• Taya bilind
• Serêşeke giran û gêjbûn
• Êşa masûlke, hestî, stû û piştê
• Vereşîn, zikêş û êşa zik
• Sorxuyanbûna çav û rû
• Di qonaxên giran de: Xwînjêçûna ji poz, goştê diranan, xwîna di nav mîzê de û her wiha deqên mor û sor ên xwînjêçûnê li binê çerm.
3. Çareserî û Xweparastin:
• Heta niha derzî yan jî dermanekî taybet û teqez ê ji bo başkirina vê nexweşiyê nîne. Dermankirin bi piranî li ser sivikkirina nîşaneyan, pêkanîna hevsengiya şilemeniyê ya laş û hiştina nexweş a di bin çavdêriya hûr de ye.
• Ji bo parastinê girîng e ku mirov di nav daristan, zevî û çêrgehan de cilên mildirêj û paqdirêj li xwe bike da ku qirnî nikaribin bi çerm ve bidin. Piştî hatina malê, divê mirov tevahiya laşê xwe ji bo qirniyan kontrol bike.
Vê nexweşiyê navê xwe ji wan du cihan girtiye ku cara yekem li wan hatiye dîtin: Cara pêşî di sala 1944an de li nîvgirava Kirimê û pişt re jî di sala 1969an de heman vîrus li welatê Kongoyê hatiye naskirin.



