Amed (Rûdaw) - Jûra Dermansazan a Amedê diyar kir ku ji ber aloziyên li Tengava Hurmizê di veguhastina madeyên xav ên dermanan de mesref zêde bûye.
Ji ber vê yekê jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dermanên pêwîst peyda nabin.
Li gorî Serokê Jûra Dermansazan a Amedê bi taybetî dermanên nexweşiyên wekî penceşêrê, dermanên çavan û dermanên nexweşiyên spesîfîk kêm peyda dibin û nexweş mexdûr dibin.
Jûra Dermansazan a Amedê ragihand ku ji ber şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê û aloziya li Tengava Hurmizê lêçûna madeyên xav ên dermanan zêde bûye.
Vê yekê jî pirsgirêkên dabînkirina dermanan derxistiye holê.
Serokê Jûra Dermansazan a Amedê Ahmet Turgay Yaşar li ser mijarê got:
“Rêjeyeke zêde ya madeyên xav ên dermanan ji Rojhilata Dûr, ji Çîn, Hindistan û Koreyê tên hawirdekirin.
Dema ev madeyên xav ji bo Tirkiyeyê di ser Tengava Hurmizê re tên helbet lêçûneke wê çêdibe.
Dema Tengava Hurmizê jî tê girtin ew made di rotayeke din re tên û wê çaxê lêçûn jî zêde dibe.”
Pêwîstî bi hilberîna xwemalî heye
Serokê Jûra Dermansazan a Amedê diyar kir ku di demên qeyranên cîhanî de ji bo ku Tirkiye tûşî pirsgirêkên dabînkirina dermanan nebe, divê hilberîna xwemalî ya dermanan were bihêzkirin.
Ahmet Turgay Yaşar wiha li pey çû:
“Kapasîteya Tirkiyeyê ji bo hilberîna van dermanan heye.
Divê dewlet di vî warî de teşwîqê bike û vê mijarê di rojevê de bigire.
Her wiha divê ji bo bipêşxistina lêkolînan veberhênanê bike.”
Tedawiya nexweşan nîvco dimîne
Dermansaz jî dibêjin ji ber ku hevsengiya bazara dermanan xera bûye mexdûriyeteke mezin derketiye holê û tedawiyên nexweşan jî nîvco dimînin.
Dermansaz Ferhat Çîgdem jî bal kişand ser rewşa nexweşan û anî ziman:
“Niha dermanên çavan zêdetir peyda nabin. Di dermanên jinekolojiyê, penceşêrê û tansiyonê de pirsgirêk heye.
Mesela nexweş tê, doktor jê re 4 derman nivîsandine. Di destê me de 2 hene, em 2yan didin û 2yên din peyda nabin.
Tedawiya wî nexweşî em bibêjin 3 meh in lê ew dermanê ku em didinê têra mehekê dike.
Ji ber ku derman peyda nabe tedawiya nexweş nîvco dimîne û wê çaxê ew dermanê ku bi kar aniye jî pûç dibe.”
Pisporên tenduristiyê dibêjin yek ji sedemên sereke yên qeyrana dermanan jî siyaseta Tirkiyeyê ya li ser bihayê dermanan e.
Di rewşa heyî de Tirkiye di hawirdekirina dermanan de kûra euroyê bi kar tîne û kûra euroyê jî li ser 29 lîreyên Tirkî sabit kiriye.
Ji ber vê yekê şirketên navneteweyî li gorî pêwîstiya tenduristiyê dermanan nadin bazara Tirkiyeyê.


