Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 22 xwendekarên ku li dibistana navîn dixwînin bi gumana jehrîbûnê tên dermankirin.
Li Dibistana Gaziyê ya Amedê, hinek xwendekarên ku di çalakiya "Hefteya Xwarinên Xwecihê" de piştî xwarin xwarine nexweş ketin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn dibistana navborî.
Tîmên tenduristiyê 22 xwendekar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristî ya xwendekaran baş e û ew li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse