Amed (Rûdaw) - Bijîşk û perestar li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo başkirina şert û mercên xwe û xizmeteke bikalite ya tenduristiyê bidin xelkê grevê dikin.
Greva bijîşk û perestar 2yê vê mehê dest pê kir û dê heta 6ê Kanûna Peşîn a 2024an berdewam bike.
Wekî sedema greve jî rêziknameya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê nîşan didin.
Li gorî ku ew dibêjin, bi rêziknameya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê şertên bijîşk û perestaran girantir bûne û ev yek hem li wan hem jî li xelkê bar e.
Wekî nimûne hejmara nexweşên ku rojane li wan dinêrin zêde ye.
31 hezar bijîşk û 31 hezar perestar li gel bi hezaran karmendên 11 hezar navendên bijîşkiya gel ji 2yê vê mehê ve dest ji kar berdan û ew grevê dikin.
“Em rojê li 70-80 nexweşan dimeyîzînin”
Bijîşkê Malbatan Ahmet Baran ji Rûdawê re got:
“Em rojê li 70-80 nexweşan dimeyîzînin. Em di van şert û mercan de li wan navendên bijîşkiya malbatî kare xwe yê yekem ku parastina tenduristiya xelkê ye em nikarin pêk bînin.
Ne şert û mercên me di cih de ne, ne jî malzemeyên yên pêwîst hene.”
“Dixwazin pere ji miaşên me qut bikin”
Bijîşkê Malbatan Îbrahîm Azad jî got:
“Bi vê rêziknameyê me dikin wekî robotên dîlgirtî. Dixwazin me wisa bidin xebitandin ku pere ji miaşên me qut bikin û pergela teşwîqî bînin.”
Karmendên tenduristiyê yên navendên bijîşkiya malbatî bang dikin ku wezaret ji biryara xwe vegere.
“Em li rûmeta pîşeya xwe xwedî derdikevin”
Hevseroka Şaxê Sendîkaya SESê ya Amedê Yildiz Ok Orakê jî got:
“Ev çalakîyên me ne tene ji bo kedkarên tenduristiyê ne.
Em li aliyekî li rûmeta pîşeya xwe xwedî derdikevin, li aliyekî jî li hemberî kiryarên ji zanistê dûr radiwestin û li gel wê jî em mafê xelkê xwe yê tenduristiyê jî diparêzin.”
Bi milyonan kesên ku li wan navendên tenduristiyê tedawî dibin jî bi biryara greve bijîşk û peresteran bê çare mane.
Niştecihê Amedê Veysî Aslan jî got, “Ez hatim doktor vaye doktor nîne. Em mexdûr bûne. Nizanim em dê çi bikin.”
Suleyman Enverê ji Amedê jî got, “Ez hatim ji bo ehliyeta xwe raporê bistînim lê cihekî vekirî nîne.
Ev navenda tenduristiyê ya sêyemîn e ez têm lê cihekî vekirî nîne.”
Li gorî ragihandina Komeleya Bijîşkên Malbatî ya Amedê, li Tirkiyeyê rêjeya beşdariya grevê zêdeyî ji sedî 76an e û li Amedê jî rêje ji ji sedî 92yan zêdetir e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse