Hewlêr (Rûdaw) - Meha Çiriya Pêşîn ku li seranserî cîhanê wekî Meha Hişyariya Penceşêra Memikan tê naskirin, Beşa Tenduristiyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bi dirûşma "Şerm Meke" kampanyayeke berfireh da destpêkirin.
Armanca sereke ya kampanyayê ew e ku jinan li ser girîngiya pişkinîna pêşwext a memikan hişyar bike û 8 hezar pişkinînên mamografiyê bi awayekî belaş pêşkêş bike.
Ev kampanya bi hevahengiya Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê (WHO) ya li Îraqê, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, yekîtiyên jinan û birêvebiriyên xwecihî yên deverên armanckirî tê lidarxistin.
Penceşêra memikan li Herêma Kurdistanê di nav jinan de cureyê herî berbelav ê penceşêrê ye lê eger ev nexweşî di qonaxên destpêkê de were teşxîskirin, rêjeya dermankirin û başbûnê dikare bigihêje ji sedî 95an.
Ji ber vê yekê, pişkinîna pêşwext rêyeke jiyanî ye ji bo pêşîlêgirtina vê penceşêra xedar.
Bi hevahengiya Wezareta Tenduristiyê, Navenda Amerîkî ya Bijîşkî û Lênêrînê û çend nexweşxaneyên taybet, 2 klînîkên gerok hatine amadekirin.
Di nav van klînîkan de amûrên herî nûjen ên sonar û mamografiyê li gel tîmeke pispor a bijîşkî hene.
Ev her du klînîk dê di tevahiya meha Çiriya Pêşîn de biçe navçeyên Koye, Şeqlawe, Rewandiz, Amêdî, Kerkûk, Pêncwên, Kelar û Akrê.
Di beşa duyem a kampanyayê de, Beşa Tenduristiyê ya Rûdawê li Silêmanî, Helebce, Dihok û Hewlêrê di nexweşxaneyên giştî û taybet de hezar pişkinînên mamografiyê bi awayekî bêpere pêşkêş dike.
Ev bi giştî dike 4 hezar pişkinînên bêpere ku li sektora taybet her pişkinînek di navbera 50 û 100 hezar dînarên Îraqî de ye.
Kampanya ji Şeqlawayê dest pê dike
Îro demjimêr 16:00an kampanya li Şeqlawayê dest pê dike û bi awayekî zindî li ser torên civakî û ekrana Rûdawê tê weşandin.
Jinên li navçeya Şeqlawayê beşdarî kampanyayê dibin û ji aliyê bijîşk û karmendên pispor ve tên pişkinîn û li ser vê nexweşiyê agahdar dibin.
Pişt re jî dê forma tomarkirina navan ji bo pişkinînên li nexweşxaneyan ji bo jinan were ragihandin.
Bijîşk şîretê li jinan dikin ku piştî 40 saliyê her sal pişkinîna mamografiyê bikin.
Her wiha pêwîst e jin her meh bi destan pêsîrên xwe kontrol bikin û gava hest bi her guherînekê kirin, mîna girêkekê, guherîna awayê wan an qebareya pêsîrê, yekser serî li bijîşk bidin.
Pisporekî tîrêj û sonarê da zanîn ku şermkirina ji pirsgirêkên tenduristiyê yên pêsîrê dibe sedem ku penceşêr dereng were teşxîskirin.
Cudahiyên xerciyên dermankirinê li gorî qonaxan
Mesrefa teşxîskirina pêşwext a penceşêra memikan nêzîkî 15 dolaran e ku ev 15 dolar xerciya hemû qonaxên pişkinînê yên bi kalîteya herî bilind e û hikûmet dabîn dike.
Lê belê li gorî amarên hikûmetê, mesrefa dermankirina vê nexweşiyê bi qasî 80-100 hezar dolarî ye.
Pisporê penceşêrê yê li Nexweşxaneya Nanekeliyê ya Hewlêrê Dr. Luqman Nanekelî ji Rûdawê re eşkere kir ku xerciyên dermankirinê yên di nav 5 salan de li gorî dema teşxîskirinê wiha ne:
· Destpêka qonaxa 1ê ya penceşêrê: 4-5 hezar dolar.
· Di qonaxa 2 û 3yan de (eger pêdivî bi dermanên biyolojîk û kîmyayî hebe): 20-30 hezar dolar.
· Di qonaxa 4an de: 250-300 hezar dolar.
Her wiha Berpirsê Kontrolkirina Penceşêrê yê li Silêmaniyê eşkere kir ku xerciya dermankirina penceşêra memikan a qonaxa 1ê 300 hezar dînarên Îraqî ye.
Lê eger heman nexweşî di qonaxa 3 yan 4an de were tesbîtkirin, tenê ji bo 21 rojan mesrefa wê digihêje 12 milyon dînarên Îraqî.
Amarên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê nîşan didin ku penceşêra memikan cureyê herî berbelav e û sala 2025an 2 hezar û 180 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Di navbera salên 2013 û 2019an de jî rêjeya herî bilind a tomarkirinê li ser vê penceşêrê bûye.
Her wiha ji bo her 100 hezar kesî, li Hewlêrê 39,4 kes û li Dihokê 18,1 kes bi penceşêra memikan ketine hatine tomarkirin.
Rêyên xweparastinê
Li gorî Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê (WHO) rêyên xweparastinê yên ji vê penceşêrê ev in:
· Xwarina tendurist
· Kêmxwarina xwarinên konserve
· Dûrketina ji çixare, nargîle û çixareyên elektronîk
· Dûrketina ji vexwarina alkolê
· Werziş û çalakiya fîzîkî
· Parastina giraniya guncav a laş
· Jîngeheke paqij
· Xweparastina ji tîrêjên zererdar



