Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê emirdirêjiyê Dr. Dana Merdok diyar kir ku tenêtî û nebûna hevalan dibe sedema zêdebûna zexta derûnî û bi vî rengî emirê mirovan kurt dike.
Dr. Dana Merdok di bultena tenduristiyê ya Rûdawê de ku Dr. Nima Serheng pêşkêş dike got ku ji bilî tenêtiyê, rûniştina zêde jî dibe sedema lawazbûna masûlkeyan û ev yek jî emirê mirovan kurttir dike.
Îraq û Herêma Kurdistanê di rêza 150emîn a welatên herî emirdirêj de ye ku navîniya emir lê nêzîkî 72 sal in.
Dr. Dana Merdok li ser vê mijarê anî zimên:
“Ew welatên ku emirdirêj in, di warê derûnî de jî saxlem in û di jiyana xwe de pişta xwe didin rêbazên saxlem.”
Navîniya emir ya li welatan
Li gorî amarên navneteweyî navîniya emirê ya li çend welatan wiha ye:
· Hong Kong: 85,8 sal
· Makao: 85,5 sal
· Japonya: 84,9 sal
· Swîsre: 84,3 sal
· Qeter: 81,7 sal
· Urdin: 80,45 sal
· Îmarat: 80,4 sal
· Tirkiye: 78,68 sal
· Erebistana Siûdî: 78,1 sal
· Îran: 76,9 sal
· Malezya: 75,9 sal
· Îraq: 72 sal
Emirê biyolojîk û emirê salnameyê
Mirov xwedî du cureyên emir in:
Emirê salnameyê: Ev hejmara wan salan e ku mirov tê de jiyaye (wekî mînak, 40 sal).
Emirê biyolojîk: Ev emirê rastîn ê laşê mirov e ango organên hundirîn ên laş çi qasî baş dixebitin û şiyana wan di çi astê de ye.
Lêkolînan nîşan daye ku ji bo diyarkirina dirêjiya jiyanê, emirê biyolojîk ji emirê salnameyê gelekî girîngtir e.
Wekî mînak, di nav 2 kesên 60 salî de dibe ku laşê yekî mîna yê kesekî 50 salî bixebite û yê din jî mîna yê kesekî 70 salî be.
Di vê rewşê de îhtimala emirdirêjiya yê yekem zêdetir e.
Tu çawa dikarî emirê xwe yê biyolojîk bizanî?
Niha testên taybet hene ku tenê bi mînakeke kêm a tifê tên kirin û mirov dikare wan li malê jî bi kar bîne.
5 rêyên hêsan ji bo kêmkirina emirê biyolojîk
Şêwaza jiyanê rasterast bandorê li emirê biyolojîk dike.
Hinek rêbaz hene ku dikarin emirê biyolojîk ciwantir bikin:
Werzişê bike: Werzişa bi rêk û pêk metirsiya mirinê kêm dike. Heke mirov berê werziş nekiribe jî ti carî dereng nîne. Lêkolînekê nîşan daye ku wan kesên 8 hefteyan werziş kiriye (hefteyê sê caran û her carê 60 xulekan), emirê wan ê biyolojîk bi qasî 2 salan ciwantir bûye.
Xwarina saxlem bixwe: Xwarina fêkî, sewze, dexlûdan, bihîv, gûz, baqle, masî û xwarinên kêmrûn emirê biyolojîk kêm dikin. Pêwîst e mirov kêmtir goştê sor, rûnên têr, şekir û xwêyê bi kar bîne.
Xewa xwe bi rêk bixe: Xewa baş ji bo ciwanmayînê faktoreke bingehîn e. Laş di xewê de xwe nû dike. Ew kesên ku bi şevan kêmtirî 5 demjimêran radizên, metirsiya nexweşiyên wekî şekir, dil, penceşêr û jibîrçûnê li cem wan zêde dibe.
Xwe ji xûyên xirab dûr bixe: Çixare, çixareya elektronîk û alkol pîrbûnê leztir dikin. Çixare pişikan bi qasî 4,3 salan zûtir pîr dike.
Zexta derûnî kontrol bike: Zexta derûnî pîrbûnê rasterast lez dike. Li gorî lêkolînan, emirê biyolojîk ê wan kesên ku hefteyê zêdetirî 40 demjimêran dixebitin 2 salan zêde dibe ku sedema sereke ya vê yekê stres e.


