Hewlêr (Rûdaw) - Dr. Halîs Yerlîkaya da zanîn ku nebûna xizmetên bi Kurdî teşxîsa penceşêrê bi paş dixe.
Îro 4ê Sibatê Roja Penceşêrê ya Cîhanê ye.
Penceşêr wekî ku li cîhanê belav dibe li Bakurê Kurdistanê jî berbelav û zêde dibe.
Pisporê Onkojiyê Dr. Halîs Yerlîkaya li Amedê li nexweşxaneyeke taybet dixebite û agahî dan Tora Medyayî ya Rûdawê.
Yerlîkaya da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê penceşêr zêdetir bûye û teşxîskirina dereng pirsgirêkeke sereke ye.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zimanê fermî tenê Tirkî ye û li saziyên dewletê xizmeta bi Kurdî nîne.
Ji ber ku gelek kes bi taybetî jî jinên navsere û pîr bi Tirkî nizanin rastî gelek zehmetiyan didin.
Ew neçar in hinek kesên bi Tirkî dizanin bi xwe re bibin nexweşxaneyan û gelek caran şerm dikin li cem wan kesan behsa nexweşiyên xwe yên taybet bikin.
Pisporê Onkojiyê Dr. Halîs Yerlîkaya jî bal kişand ser vê xalê û got, “Nebûna xizmetên bi Kurdî teşxîsa penceşêrê bi paş dixe.
Ji ber ku bi Kurdî xizmet tune bi taybetî jin rastî gelek pirsgirêkan tên.”
Yerlîkaya diyar kir ku teşxîsa dereng pirsgirêka herî mezin e û got, “Divê mirov ne ji penceşêrê, ji teşxîsa dereng bitirse.”
Halîs Yerlîkaya amaje bi zêdebûna penceşêrê da û diyar kir ku rojane 20-25 kesên ku penceşêra wan nû hatiye tesbîtkirin serî li nexweşxaneyan didin.
Wî got, “Li herêma me nexweş derengtir serî li nexweşxaneyan didin” û daxuyand ku di nav jinan de penceşêra pêsîrê û di nav mêran de jî penceşêra pişikê zêdetir e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse