WAN - Piştî 20 salan cixare berda: ‘Pêşniyar dikim’

02-04-2025
RÛDAW
Nîşan Cixare Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê welatî bi rêya klînîkan cixareyê berdidin.

Orhan Pîşkînê 64 salî yê ji gundê Parsê yê navçeya Qelqeliya Wanê piştî 20 salan cixare berda û niha bi awayekî rêkûpêk ji bo kontrolê diçe serdana bijîşkê xwe.

Orhan Pîşkîn da zanîn ku piştî berdana cixareyê tenduristiya wî baştir bûye.

Orhan Pîşkînê ku piştî 20 salan cixare berda got:

“Min 20 salan cixare kişand, 4-5 salên min berdaye.

Laşê min baştir e û ez gelekî kêfxweş im ku min berdaye.

Ez pêşniyar dikim bila her kes cixareyê berde.

Pereyên ku didin cixareyê bila ji bo malbata xwe xerc bikin û ji zarokên xwe re pêlavan bikirin.”

Kesên ku dixwazin cixareyê berdin serî li Navenda Berdana Cixareyê didin û hemû alîkarî ji bo wan tên pêşkêşkirin.

“Ji bo berdanê alîkarî pêwîst e”

Cîgira Serbijîşkê Nexweşxaneyê Buket Mermîtê anî ziman:

“Cixare tîryakîbûn e, ji bo berdanê alîkarî pêwîst e.

Em li navenda xwe hem bi rêya dermanan û hem jî bi piştgiriya derûnnasan û şopandinê alîkariyê didin nexweşên xwe.

Cixare di serî de penceşêra pişikê û nexweşiyên damarê dibe sedema gelek nexweşiyan.”

Li beşa Berdana Cixareyê ya Navenda Tenduristiyê ya Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê, profesorek û 7 bijîşkên pispor dixebitin û serkeftina rêjeya berdana cixareyê ya welatiyan li vê navendê ji sedî 93 ye.

Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sedema mirina ji sedî 30ê mêran û ji sedî 12ê jinan cixare ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst