Aqûbeta kujerên pitika bi navê Wanyar Rehmanî jî dê wek aqûbeta Sedam Huseyîn be

30-09-2022
Mistefa Ozçelîk
Nîşan PAK Mistefa Ozçelîk Êrîşên Îranê
A+ A-

Piştî ku Dewleta Îranê keça Kurd Jîna Emînî bi îşkenceyê kuşt, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelê Îranê, ji bo protestokirina kuştina Jîna Emînî, bi beşdariya bi deh hezaran kesan, greva giştî û serîhildaneke mezin li dar xistin û ev serhildan hîn jî berdewam e. Dewleta Îranê heta niha 76 xwepêşander qetil kirine û bi hezaran jî girtî û birîndar hene.

Dewleta Îranê ji bo şikesta xwe ya li hemberî serhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê, bi êrîşên hovane binixumîne, roja 28.09.2022an, bi mûşekan (fuze, sarox) û bi dronên bombebarkirî, êrîş bir ser cih û war û baregehên li Başûrê Kurdistanê yên PDK-Îran (Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê), Komeleya Şoreşgerê Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) a Rojhilatê Kurdistanê.

Dewleta Îranê dibistanên zarokan û cihên ku malbatên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn jî kiribû armanca êrîşên xwe. Di encama van êrîşan de 18 kes hatin kuştin û ji 50yî zêdetir kes jî birîndar bûn.

Di encama van êrîşên Dewleta Îranê de, bi navê Rêhan Kenanî jineke ducanî ya Kurd a Rojhilatê Kurdistanê, li baregeha PDKÎ ya li bajarê Koyeyê canê xwe ji dest da û pitika wê ya bi navê Wanyar Rehmanî, bi midaxeleya diktoran, bi saxî hate dinyayê. Lê mixabin li gel hemû hewlên tenduristiyê jî,  Wanyar Rehmanî canê xwe ji dest da.

Dewleta Îranê, divê bizanibe ku gelê me yê bi rûmet dê bi van êrîşên dijminane, hovane, nemirovane serê xwe netewîne, neçemîne. Bi sedhezaran Wanyar Rehmanî, dê van qatilên gelê Kurd û qatilên mirovahiyê di wê xwîna ku wan rijandiye de bifetisînin.

Ew Sedam Huseyîn ê ku 8000 Barzanî, 5000 Helebceyî, 182.000 zarok, jin û gênc û pîrên Kurdistanê bi saxî binax kir, enfal kir, bi çekên kîmyewî qetil kir, îro li ku derê be, aqûbeta wî çi be; ti şika me jê tune ye, van rêveberên Dewleta Îranê yên ku Kurdan îdam dikin yên îro bi dron û mûşekan, pitika bi navê  Wanyar Rehmanî û 18 Kurd kuştine, zarokên di dibistanê de, xelkê sivîl û têkoşerên doza rewa ya azadî û rizgariya Kurdistanê dane ber mûşekan jî dê herin cem Sedam Huseyîn, dê aqûbeta van rêveberên Dewleta Îranê jî wek aqûbeta Sedam Huseyîn be.

Neviyên şehîdên Enfalê, Helebceyê, Barzan, nêviyên hemû kedkar û şehîdên doza azadî û rizgariya Kurdistanê, îro li Başûrê Kurdistanê, li ser Parlamentoya Federe ya Herêma Kurdistanê Alaya Kurdistanê li ba didin û di demeke minasib de jî dê wê biryara “Belê” ya ji %93ê gelê me ya ji bo serxwebûnê bicîh bînin.

Ti şika me jê tuneye ku li Rojhilatê Kurdistanê jî neviyên Pêşewa Qazî Mihemed, neviyên kedkar û şehîdên doza azadiya Kurdistanê, xwişk û birayên pitika bi navê Wanyar Rehmanî dê rojekê li Mehabadê, li Meydana Çarçirayê azadî û rizgariya Rojhilatê Kurdistanê îlan bikin û dê Alaya Kurdistanê li ser axa Kurdistana Azad ba bikin.

Em van êrîşên Dewleta Îranê yên ku li ser baregehen sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin rûreş dikin û em piştgiriya xwe li her sê partiyan û li gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê radigihînin.

Ruhê şehîdên me şad, cihê wan bihuşt be. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û ji gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê re, şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelîk

Têbînî: Naveroka nivîsên kesayetên ku li malpera Rûdawê tên belavkirin, bîr û hizra nivîskarên wan nivîsan e û Tora Medyayî ya Rûdawê ji naveroka wan neberpirsyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Diyar Sadî

Qonaxeke metirsîdartir a êrişên elektronîk

Çiqas teknolojî bêtir bi pêş ve here, hêza dijberên wê jî zêdetir dibe. Yek ji wan êrişkarên cîhana dîjîtal in ku li ser du çînan hatine dabeşkirin. Armanca çînekê ji wan çareserkirina pirsgirêkên şirket û welatiyan e seba misogerkirina jiyaneke parastî di qada dîjîtal (siber) de. Armanca çîna din jî wêrankirin û dizîna agahî û daneyên şirketan ji bo meremeke taybet e.