Danûstankar Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî

29-11-2018
Rêbwar Kerîm Welî
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mesrûr Barzanî Kurdistan Rêbwar Kerîm Welî
A+ A-

(1)

 

Dibe ku hinek sistbûna PDKê di pêkanîna hikûmetê de, bi wê yekê ve girêdayî be ku nizanin çawa li gel YNKê serederî bikin, ne bê YNKê dibe û ne bi YNKê! Lê belê rastiya cewhera meseleyê tiştekî din e, ew jî ev e ku PDK weke partiyeke biserketî, aktîvkirina Serokatiya Herêmê difikire (ku dê aktîv jî bike), derbarê vê de jî niqaşeke cidî, lê aram li ser çar bijardeyan heye ku di hemûyan de posta Serokê Herêmê dê di nav şeş mehan de yan heta salekê li parlementoyê were aktîvkirin. Aktîvkirina wê jî dê bi awayekî bibe ku lihevkirineke siyasî li ser şêweya hilbijartin û desthilatên wê çêbibe.

 

Bijardeya yekem ew e ku Nêçîrvan Barzanî heta çar salên din jî serokwezîrî bike û di wan çar salan de posta Serokê Herêmê bêyî diyarkirina demekê, were aktîvkirin.

 

Bijardeya duyem ew e ku heta aktîvkirina posta Serokê Herêmê li derveyî Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî (ku ji bo pêkanîna hikûmetê dê bibe berbijêrê PDKê), kesekî din serokwezîrî bike û piştî aktîvkirinê jî Mesrûr Barzanî bibe serokwezîr û Nêçîrvan Barzanî jî bibe Serokê Herêma Kurdistanê.

 

Bijardeya sêyem ew e ku Nêçîrvan Barzanî kabîneya hikûmetê pêk bîne, dema ku post hat aktîvkirin, dest ji kar bikşîne û Mesrûr Barzanî were cihê wî. Ev bijarde ji ber wê yekê ku hikûmet weke hikûmeteke demkî neyê dîtin û Mesrûr Barzanî jî azad be di pêkanîna kabîneya nehem de, hinek lawaz e.

 

Bijardeya çarem ku xuya ye ji hemûyan bihêztir be, ew e ku Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê were erkdarkirin û Nêçîrvan Barzanî jî serokatiya şanda danûstankar a PDKê bike û çarçoveya danûstandinan ji bo aktîvkirina Serokatiya Herêmê berfireh bike.

 

PDK dê di van rojên bê de li ser yek ji van bijardeyan (dibe ku ya çarem be) xwe yekalî bike û li gel aliyên biserketî û bi taybetî jî li gel YNK û Goran bikeve gotûbêjan.

 

(2)

 

Çima Mesrûr Barzanî?

 

Nêçîrvan Barzanî piştî wefata bavê xwe heta îro, nêzîkî sî sal e kesê duyem û biryarbidestê nav PDKê ye ku bîst sal di serokatiya hikûmetê de derbas kiriye. Serkeftinên wî di demên derbasbûyî de, çiqas bi jêhatîbûn û karîzmaya wî ya siyasî ve eleqedar be, çend car zêdetir bi piştevaniya bêsînor a Serok Barzanî ve girêdayî ye. Piştî koça dawî ya Barzaniyê bav, xelk wisa bawer dikir ku kes nikare cihê wî bigre û rêbaza wî bidomîne, lê di rewşên herî dijwar de Îdrîs Barzanî (ku temen derfet neda) û Serok Barzanî mil dan û ne tenê şoreş çêkir, Serok Barzanî eger xiyanetkar tinebûna herî kêm heta ser perava konfederalî biribû.

 

Îro nêzîkî salek di ser wê yekê re derbas dibe ku Serok Barzanî razî nebû dema serokatiya wî were dirêjkirin, lê berî wê rojê kesên ku diqîriyan ku sed bedêlên Barzanî heye, derket ku hemû gotinên ser cadeyê bûn.

 

Lewma ev valahiya destûrî û ev îstihqaqa ku bi hilbijartinê hatiye ber PDKê, divê ji aliyê PDKê ve were tijîkirin. Cîgirê Barzanî jî her Barzanî ye. Ji bo vê yekê jî Nêçîrvan Barzanî ji hemû kes amadetir e ji bo tijekirina posta Serokê Herêmê û karîzmayekî gihiştiye ku şiyana wî ya berdewamkirina armancên stratejîk ên Serok Barzanî heye. Bi taybetî jî di qonaxekê de hikmê digre destê xwe ku Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî beşeke mezin a astengên li ber xwe yên siberojê ji holê rakirine û PDK xwedî piraniya parlementoyê ye. Lewma şansê wî yê serkeftinê pir e.

 

Serok Barzanî dê di dema bê de weke lêvegerekî netewî û niştimanî bimîne û peyama siyasî ya xwe dispêre du mîratgirên herî ewle û serdema hikumraniya pismaman li Kurdistanê dest pê dike.

 

(3)

 

Piştpêdana Berhem Salih

 

Helbet çi serokomar ji Bexdayê bûya, yan ji derve (ku ji derve bû), di ajendaya Serok Barzanî de tinebû ku wî bibîne. Naçe aqlê mirov ku Barzanî amade nebe Dr. Berhem weke serok bibîne û li cem wî ew weke nûnerê YNKê be li Bexdayê û biçe li gel wî rûne! Çend rexne li wê helwestê tê girtin, dibe ku bi wê ve eleqedar be ku her kes ji goşeya xwe ve lê dinêre. Herin ji PDKê jî bipirsin bizanin berî niha çi qewimî? Rojek dê were ku ew bi xwe behs bikin.

 

Ajendaya serdana Serok Barzanî bo Bexdayê, çend armanc li paş wê bû.

 

Yekem: Nîşandana piştevaniyê ji bo Adil Ebdulmehdî ku bi wê yekê jî destê serokwezîr li çareseriya pirsgirêkan û biryardana hevkêşeyên herêmî vekirîtir dike. Di rojên bê de dê berhemên wê derkevin holê Çimku weke çawa YNKê xwest her tiştî bi tena serê xwe yekalî bike, PDK jî heman tiştî dike.

 

Duyem: Gihandina wê peyamê ku Hewlêr û Hikûmeta Herêmê nûnertiya gelê Kurdistanê dikin û serokomar gelê Kurdistanê temsîl nake. Ev peyam jî tenê li Bexdayê namîne û digihe cihên din jî.

 

Sêyem: Rakişandina mafûrê bû ji bin lingên wan kesên ku li gor wan wisa bû ku Bexda milkê wan e û ji PDKê re heram e.

 

Pêncem: Nasandina siberoja hukimran û xwedî biryaran (Serokê Herêmê û Serokê Hikûmeta nû) yê Herêma Kurdistanê ji partî û aliyên siyasî yên Bexda û Necefê re.

 

Nuqte

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst