Hewlêr (Rûdaw) - Beriya demeke kurt bi dronê êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyêhat kirin.
Di êrişê de li cihê barkirina qadê xistin.
Ji ber vê êrişê hilberîna gazê ya li qadê hat rawestandin.
"Êriş bi dronê hatiye kirin"
Çavkaniyekê ji Qada Kormorê ji Rûdawê re got, "Beriya demeke kurt êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin û bi taybetî li beşa cihê barkirinê xistin."
Her wiha çavkaniyekê ji navçeya Çemçemalê jî ji Rûdawê re got:
"Li gorî agahiyên destpêkê, êriş bi dronê hatiye kirin û ji ber wê yekê hilberîna li qadê hatiye rawestandin."
Heta niha qebareya zereran bi awayekî fermî nehatiye ragihandin.
Her wiha aliyê êrişkar jî hîn ne diyar e.
Dabînkerê sereke yê elektrîkê ye
Qada Xaza Kormorê dikeve bajarokê Qadirkeremê yê navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê.
Ev qad ji aliyê şirketa Dana Gasê ya Îmaratê û hevparên wê ve tê birêvebirin.
Qada Kormorê çavkaniya sereke ya dabînkirina gaza xwezayî ye ji bo santralên hilberîna elektrîkê yên li Hewlêr, Çemçemal û Bazyanê.
Ew santral piraniya elektrîka Herêma Kurdistanê dabîn dikin.
Projeya Gaza Kurdistanê
Projeya Gaza Kurdistanê sala 2007an hat avakirin.
Wê demê şirketên Dana Gas û Nefta Hîlalê ji bo karkirina li Qada Kormorê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re peymanek îmze kir.
Piştî 15 mehan di ser projeyê re, Çiriya Pêşîn a 2008an hilberîna gazê ya li Kormorê dest pê kir.



