Hewlêr (Rûdaw) - Apê xwendekara zanîngehê Rojin Kabaişê Ahmet Kabaiş li Stenbolê ji aliyê 4 kesên rûgirtî ve rastî êrişê hat.
Êrişkaran gef li Ahmet Kabaiş xwarin û wan ji wî xwest ku ew dev ji doza mirina Rojinê berdin.
Rojin Kabaiş (21) xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê bû û 27ê Îlona 2024an winda bûbû.
Piştî 18 rojan termê wê li qeraxa Gola Wanê hatibû dîtin.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji parêzerê malbata Rojinê Abdurrahman Karabulut wergirtine, 4 kesên rûgirtî êrişî Ahmet Kabaiş kiriye û gef li wî xwariye ku ew dev ji doza Rojinê berdin.
Gef li bavê wê jî xwarin
Her wiha êrişkaran gef li bavê Rojinê Nîzamettîn Kabaiş jî xwarine û ji Ahmet Kabaîş re gotine, “Em dê Nîzamettîn jî wekî te bikin.”
Piştî êrişê, 4 kesên êrişkar ji cihê bûyerê reviyane.
Hat ragihandin ku ji bo dîtin û desteserkirina wan dest bi xebatan hatiye kirin.
“Em dest ji dozê bernadin"
Ahmet Kabaiş ku serê wî şikandiye û ji çend cihên laşê xwe birîndar bûye, bi ambulansê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Beylîkduzuyê.
Malbata Rojin Kabaişê ji destpêka lêkolînên li ser mirina wê ve ji bo eşkerekirina rastiya bûyerê dozê dişopîne.
Parêzer Abdurrahman Karabulut ji Konyayê ber bi Stenbolê ve bi rê ketiye.
Parêzer diyar kir ku ev çend car in hinek kes êrişî vê malbatê dikin da ku dest ji dozê berdin û got:
"Lê heta edalet cihê xwe nebîne, zererê bide kî bila bide em dê dest ji vê dozê bernedin."



