*Mistefa Ozçelîk: Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
Kurdistan gav bi gav wêran dibe . Dewleta Tirk wek ku heyfa xwe ji gelê me û ji welatê me bistîne, bi gullebaranê, bi topan, bajar û nevçeyên Kurdistanê wêran dike, gelê me qetil dike. Lê mixabin PKK, YDG-H jî bi kolandina xendekan, bi îlankirina “rêveberîya xweser’’ ya bi rastî jî kes nizane çî ye, hinekî rê ji van êrîşan re vedike.
Piştî Cizîrê, Vartoyê, Şemzînan, Farqîn, Nisêbîn û gellek navçeyên Kurdistanê, niha jî dor hat Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê. Ango bajarê ku ez lê hatime dinyayê. Bajarê ku zarokatîya min di sînga xwe de lorandîye. Bajarê ku ez bi tirî, hijîr, hinar û ava wê mezin bûme. Bajarê ku ez di Tûrcel û Mancel û Êrge Babaya wê de, di Xab û Dehl û Kulêbeyê wê de mezin bûme. Niha kuçe bi kuçe li ber çavê min e, Dêrika min. Ew kuçeyên şopa zarokatîya min tê de veşartî ne, niha di bin panzerên polîsan, di bin tanqan, di bin potînên polîs û eskeran de ye. Ew kuçe û cîhên ku me bi şevan lîstika sobe lê dilîst, me bi roj çopelank û gogê lê dilîst, niha xendek tê de hatine kolandin.
Belê “kevirê ker’’, tu çavdêr û nehtor û şahidê Dêrika min bû. Ewên ku tehamula te nekirin û tu perçe perçe kirin, îro dilê min di bin postalên xwe de dieciqînin. Û îro dilê min bi xendekên birayên min jî birîndar e.
Dizanim, Qedrîcan, Reşîdê Kurd, Edîp Karahan, Apê min Ezîz Ozçelik, hûn jî wek min li Dêrika me ya rengîn temaşe dikin. Û hûn dibêjin “me serê xwe ti carî li ber dijmin netewand, lê me ti carî zerar neda gelê xwe û doza xwe jî. Bila gêncên me hişyar bin, bila zerarê nedin xwe jî, nedin gelê xwe, doza xwe û welatê xwe jî...’’
Belê piştî wêranbûna Cizîra Botanê ez çûbûm wê derê. Li kolanên wê gerîyabûm. Ti ferqa wê ji Kobanê tune bû. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe bi rastî jî hesabê “welatekî din” li Cizîrê kiribû; tiştên di dilê xwe de bûn, dabû der. Niha jî dor hatiye Dêrikê. Ji niha de wêneyên mala me ya li Dêrikê yên ji gulleyan bûye serad, tên ber çavê min. Ji niha de, ez xwe li ser mezelê nas û dostekî dibînim. Û ji niha de dilê min diêşe. Hêvî dikim, daxwaz dikim, rica dikim bila ev şîn û wêranî neyê serê Dêrikê. Êdî bila Dêrik bibe sembola şerrawestandinê. Bila bibe sembola pêvajoyeke çareserîyê ya rasteqîn.
Belê li hemû deran, tu dibêjî qey dubare temaşe kirina her yek fîlmî ye. Pêşî xendek tên kolandin, paşê Dewleta Tirk êrîşî xendekan dike û qedexekirina derketina kolanan dest pê dike. Paşê şer derdikeve. Gelê me bi rojan bê av, bê elektrîk dimîne. Û bi piranî jî kesên sivîl ku ti eleqeya wan bi vê pevçûne tune ne, tên kuştin. Bajar li ber top û gulleyan dibe serad. Çend rojên din Dewlet qedexekirinê radike. Em jî cenazeyên xwe radikin, vedişêrin. Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze bajaran vala bike, xelkê me ceza bike, rêya sîyaset û xebata sivîl texrîb bike.
Belê piştî qedexekirin radibe, pirsek li dûv wê wêranîyê dimîne: kê, çi qezenc kir?
Belê kî dizane emê vî filmî piştî Dêrikê li kê derê temaşe bikin.
Lê na, divê em bêjin “êdî bes e’’. Êdî bila ev “film’’ê hanê li Dêrikê bi dawî bê. Hîn ku li Dêrikê jî kes nehatîye kuştin, di serî de gelê me yê Dêrikê û hemû gelê Kurdistanê bi dengekî bilind em bêjin “na’’.
Ez dipirsim, ma qey em nabînin ku, kolandina xendekan jî hinekî rê ji planên dewletê re xweş dike? Baş e ev wêranî, kuştina mirovan, valabûna navçe û bajaran, çi feydeyê dide doza azadîya Kurdistanê? Çi feyedeyê dide PKKê bi xwe? Ez dibêjim ji bilî zerarê ti encama van xendekan tune ye. Û Rêveberîya Xweser jî weha nabe. Ji alîyekî de hûn di parlamentoya Tirkîyeyê de dibêjin “Ez li ber miletê Tirk yê mezin sond dixwim ku ezê bi rêbaza Ataturk, ji vê Dewletê re xizmetê bikim, ezê girêdayî vê dewletê bim’’. Lê li alîyê din jî hûn dibêjin “rêveberîya xweser’’ , hûn bi kolandina xendekan, bi siyaseta “avakirina herêmên azad li bajaran’’ dibêjin “em vê dewletê nas nakin’’. Baş e gelo kîjan “taktîk’’ e; xendek an sondxwarin? Gelo kes dizane ev “rêveberîya xweser’’ çî ye? Bawer nakim; jiber ku her yek li gorî xwe vê şîrove dike. Ez bangî PKKê dikim, ev siyaseteke şaş e, zerarê dide can û malê gelê me, dide welatê me, dest ji vê sîyasetê berdin. Rêveberîya xweser di çerçoweya Tirkîyê de, xwe îdare kirineke mehelî , ya bajar û navçeyan e. Ev jî pêk bê helbete ku baş e. Lê jibo ev pêk bê pêwîstî bi xendekan û şer û pevçûnê tune ye. Bi rêyên sivîl, girseyî, sîyasî, demokratîk û dîplomasî jî em dikarin vê biparêzin. Bi kêmayî divê em van rêyan ji xwe re bibijêrin; ne rêya şerî.
Belê careke din jî aşkere dibe ku Dewleta Tirk hîna jî ji tecrubeyên xwe ders negirtîye. Ev 90 sal in tu vî karî dikî. Te hîn xerabtirî vê jî kirîye. Te çend caran jenosîd kirîye, te 5000 hezar gund vala kiriye, te 17 hezar kes bi navê “failî meçhûl’’ daye kuştin. Lê ka te çi bi dest xistîye? Tu jî wekî aktorekî ku rola xwe ji ber kiribe, ji navçeyekê diçî navçeya dinê û tu gulebarandinê dikî, gelê me dikujî. Ma tu nabînî ev giş kiryarên vala ne. Ma tu nizanî ku doza azadîya Kurdistanê bi kuştin û wêrankirinê nasekine, nafetise.
Êdî bes e. Careke din ez bangî dewletê û PKKê dikim. Bila PKK jî, Dewleta Tirk jî dest ji vî şerî berdin. Dewleta Tirk bê qeyd û şert divê van abluqeyan rake, dest ji êrîşan berde. Divê PKK jî hêzên xwe yên çekdar ji nav bajaran bikşîne. Werin em hemû pêkhatiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê bi bernameyeke neteweyî, li gel Dewleta Tirk rûnên. Bila garantorên navneteweyî jî daxilî vê danûstendinê bibin.
Werin em bi guftûgoyan, bi rêyên sîyasî û sivîl rêya çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vekin.Dewleta Tirk bixwaze berê me bide şerî jî, divê em hişyar bin, em ne rêya şerî, lê rêya sîyasetê hilbijêrin.
Ez bangî gelê xwe yê Dêrikê jî dikim. Dizanim ewên ku bi panzerên xwe ,bi gulleyên qenasan êrîşî we dikin, we “jixwe’’ nabînin. Lê divê em hişyar bin. Em jî bi rêbazên xelet zerarê negîhinin can û malê xwe, negihînin welatê xwe.



