Roja 17.12. 2014ê sê welatiyên Tirkiyê; Muhammed Taha Gergerlioglu (59), Ahmet Duran Y. (58) û Goksel G., li Almanyayê bi sûcdariya sîxuriyê hatin girtin. Dadgehkirina wan, roj 8.09.2015ê dest pê kir (Mainz-Koblenz).
Şefê komê Gergerlioglu, navnasê “birayê mezin” li xwe daye. Xwedêgiravî bazirganê konfeksiyonê ye. Li bajarê Bad Dürkheimê yê eyaleta Rheinpfalzê, bi semyana 25 hezar Euroyan şîrketek vekirine. Sîxuriya alman, telefonên wan guhdar kirine û gihiştiye vê encamê: “Wan kesan karên derzagonî dikirin, di derbara rêxistin û kesayetên kurd de zanyarî didan hev”.
Kovara alman Focus (04.07.2015), di raporê xwe de dinivîse ku ew tor bi Hakan Fîdanê serokê MITê (Dezgeha Sîxuriya Tirkiyê) ve girêdayî ye. Fîdan, li Monchengladbach-Rheindahlenê li “Allied Command Europe Rapid Reaction Corps” (Parleşkera Lêvegerana Lezgîn a Fermandariya Hevgirtî ya Ewropayê), weke efserê girêdaniyê xebat kiribû û Almanya baş nas dikir.
Bi misogerî ew tor, ji sê kesan gellek zêdetir e. Dibe Almanan xwestibin tenê hişyariyekê bidin desthilata Erdogan. Lê ya balkêş ev e: Tevî ku MIT û Erdogan rasterast mijarên sûcdariyê ne û tevî ku xebata sîxuriyê ji aliyê fonên terxankirî yên Erdogan tê fînansekirin jî, qet deng jê dernakeve(?)
RIKBERIYA MHP Û AKPÊ
Wek tê zanin li Almanyayê dora 3 milyonan Tirk û Kurd hene. Ev hêzeke mezin a aboriyî û siyasî ye. Ji serî ve MIT bi partîyan bi bîrdoziya olî (Millî Goruş/Nêrîna Neteweyî) û nîjadperest (MHP, Partiya Bizaviya Neteweperest), di nav Tirkan de xwedî bandor e.
Di serdema 1970an de bêhtirî çepgir hedef bûn. Di serdema 1980 û 1990an de tevgera kurd bû hedefa sereke. Dezgeha Şerê Taybet (OHD), bi rêya MIT û TIBê (Serokatiya Têkiliyên Civakî, 1982) ew xebat dikir. Konsolosên Tirkiyê, dezgeha Diyanetê, MHP (Yekîtiya Îslam-Tirk a Ewropayê/ATIB), mizgeft, yanêyên sporê, şirketên bazirganiyê û gellek saziyên din, di nav wê torê de bûn.
Welatên Ewropaya Rojavayê bibûn ciyê lîstikên dewleta tirk. Çima Tirkiye endamê NATOyê bû, hikûmetan çavê xwe ji şimûtiyên tirkan re digirtin.
Wisa dixuye ku desthilata AKPê jî, kevneşopa hikûmetên berê şopandiya û li Ewropayê rêxistina xwe ya veşartî ava kiriye, him jî bi heman navgîn û rêbazan. Lê rikberê AKPê hebû, ew û MHP di nav pêşbirkiyeke dijwar de bûn.
MALA OSMANIYAN
Piştî hilbijartina 7ê Hezîranê, şerê PKK û dewleta tirk careke din dest pê kir. Hejmara miriyên şer zêde bû. Li Kurdistanê yek tirk jî bi sedemên nîjadî rastî êrîşekê nehatiye. Lê li Tirkiyê nîjadperestên tirk rijiyan kolanan. Wan di bin parastina polîsan de, mal, kargeh û bûroyên partiyên kurdan şewitandin. Otobusên geştyariyê rûxandin. Birîndar û kuştî hebûn.
Em hînî êrîşên Mala Îdealîstan (Ulkucu) a MHPê û Komela Nîzamî Alem (dûvre Komela Alperenler) a BBPyê (Partiya Yekîtiya Mezin) bûbûn. Lê yên nû? Wan navê “Mala Osmaniyan” li xwe didan. Ew nîjadperest, bijiyên desthilata AKPê bûn.
Ne tenê li Tirkiyê, li welatên Ewropaya Rojavayê jî bi êrişa kurdan xwe eşkere dikirin. Bûyerên bi wî rengî li Zurih û Berna Swîsê û li Mannheim, Hannover û Kolna Almanyayê û gellek ciyên din bûn. Balkêşiyeke girîng; li Mannheimê xwepêşandana nîjadperestên tirk, ji aliyê komên ciwanên bi navê “Osmanen Germania [1]” (Osmaniyên Almanyayê) ve dihat parastin. Heman rêxistin, li Swîsê û li hin welatên din jî hatibû damezrandin.
NÎJADPERESTÎ, HOVÎTÎ Û GENDELÎ YE
Qempên komandoyan ên MHPê, 1968ê hatin damezrandin û di nav du salan de 7 hezar xort li wan qempan hatibûn perwerdekirin. Endamên OHDê, bi jehra neyartiya çepgir, kurd û elewiyan, taktîkên kontergerîlayê hînî wan dikirin. Encam, tenê di du salên beriya derbeya 12.09.1980ê de kuştina 5 hezar însanan bû. Di serdema 1990an de berê MHPyîyan dan Kurdan. Rikberê wê hebû: BBP. Parseya mezin, di karûbarên gemar û kuştinan de hebû. Ew pirsa mezatê bû.
Tîmên taybet, tîmên JITEMê, Koma Taybet a Mehmet Agar, endamên xwe ji MHP û BBPê peyda dikirin. MHPyî tevlî kuştinên karsaz, bazirgan û rewşenbîrên kurd dibûn. Ew beşdarî şerê azerî û ermeniyan dibûn, li Bakûyê tevlî hewldanên derbekirinê dibûn, li welatên Ewropayê tevlî êrîşên li himberî dezgeh û kesayetên ermenî û kurdan dibûn, ku rayedarên MITê weke Mehmet Eymur, Korkut Eken, Metin Gunyol, Kaşif Kozinoglu û gellekên din, ew kar dimeşandin.
Di rêûresma veşartina termên leşkeran de sergermî û tundrewiya nîjadperest, karên wan bû. Wan, dirûşmeya “an jê hez bike, an biterkîne”, ji Amerîkayê dianîn Tirkiyê û ew li himberî Kurdan dikirin şîara êrişkariyê. Di serdema 1990an de li gellek herêman Tirkiyê, Kurd bi mal û canên xwe bûn hedef. Ku di 1999ê de girtina Ocalan bûbû nîşana lûtkeya wê dînîtiyê. Divê Kurd ti caran wî wêneyî ji bîr nekin.
Mafya jî beşeka wê tora kirêj bû. MITê karê mafyayê di nav nîjadperestên weke Alaattin Çakici, Kurşat Yilmaz, Sedat Peker, Nurullah Teyfik Agansoy, Ali Yasak û gellekên din de parve dikir. Xwîn, gendelî û semyan tevlîhev bûbû û li himberî gelê kurd bûbû navê dewleta tirk.
Ma desthilat bêyî mafyayê dibe? Hûnê bêjin jixwe desthilata AKPê weke mafyayê ye. Dîsa jî mînakeke balkêş; Sedat Peker, zilamê polîs û MITê ye, mafya ye û ji doza Ergenekonê hatibû girtin. Erdogan pê re têkilî danî (15.06.2015, Stenbol). Peker û bi dehan mafîosên din, êdî prensên Erdogan bûn. Çi guhertineke bi “rûmet”!
KÎJAN METIRSÎDARTIR E?
Mala Osmaniyan damezrandina xwe, Çileya 2015ê dide. Yên 2009ê didin jî hene. Lê ji ber ku ew li ser mîrat, kevneşop û peyrewên jorê ava bûye, ew raman û xebateke kevintir e. Desthilata Erdogan, ji zû ve dezgeha xwe ya kûr damezrandiye û rêxistinên wê ava dike. Komandoyên MHPê, rasterast hêzeke OHDê bû, ku hê jî ew têkilî heye. Lê BBP ji zû ve ketiye xeta desthilata AKPê. Mala Osmaniyan senteza nîjadperestiya tirk û paşverûtiya olî ye. Û di ser de, di destê AKPê de DAIŞ û rêxistinên din ên cîhadî jî hene. Ji wêkê; dibe serseriyên AKPê, ji yên MHPê xeteretir bin.
Bûyer, hêza “Black and Tans” (Reş û Xakî) a Îngilîstanê tîne bîra mirov. 1919ê Îngilizan bi wî navî 8 hezar leşkerên taybet şandibûn Îrlandaya Bakur. Ku taybetmendiya wan, li himberî sivîlên îrlandî hovîtî û komkujî bûn. Ew dibûn weke pêşrewên “Biberstûyên Xakî” yên alman. Ku wan, 1919ê li Berlînê serokên tevgera sosyalîst kuştibûn û paşê bi navê SAyê (Hêza Êrîşê), di pêşveçûna Nazîzmê de wek hêza kolanan roleka rûxîner leyistibûn. Ka bînêrin Erdoganê ku berê hêvî dida dora xwe, ketiye çi rê û pêşeroja xwe bi çi vê girê daye!
JI KUDERÊ HAT, GIHIŞT KUDERÊ
Ji aliyê dizî û gendeliyê ve AKP, ji CHPya 1923-1945ê boriye. Ji aliyê bêhiqûqiyê ve AKP, hemû desthilatên berê di rê de hiştine. Ji aliyê hovîtiyê ve AKP, desthilatên generalan jî li paş hiştine. Ji aliyê nîjadperestiyê ve AKP, MHP ji kursiyê wê xistiye.
Ka em van hemû taybetmendiyan deynin ser hev, ma di desthilata Erdogan de tiştekî paqij maye ku mirov pesnê bide? Min Mala Osmaniyan weke yekîneya serseriyan bi nav kir. Ji ber ku hêza kolanan a hemû desthilatên nîjadperest û dîktator, ji lumpen û tolazan pêk tê. Gava mirov guherandinên desthilata AKPê li ber çav digre, ma ew “serserîtî” bêhtirî ne li wan tê?
Mijar bivênevê van pirsan tîne rojevê:
- Bi zanyariyên sîxuriya alman, ji 2011ê ve li welatên Ewropayê MIT li himberî Kurdan xebata sîxuriyê dike. Gelo wê xebatê, di Kuştariya Parîsê de (10.01.2013) çi rol leyistiye?
- Wekî DAIŞ jî tê de rêxistinên Cîhadî di bin çavdêriya MITê de ne, ma Komkujiya Pirsûsê (20.07.2015) û hewldanên komkujiyên li himberî HDPê (5.06.2015, Amed û yên din), ma ne berhemên wêgirêdaniyê ne?



