Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Nîşabûrê Dr. Xezale Dostperestê ragihand ku li bajarê Nîşabûrê yê parêzgeha Xorasana Rezewî ya Îranê hejmara kesên ku ji ber vexwarina alkola qaçax bi jehrê ketine gihîştiye 73 kesan.
Dr. Xezale Dostperestê diyar kir ku heta niha 4 kes ji ber jehrîbûnê mirine.
Li gorî daxuyaniya Dr. Dostperestê, ji kesên jehrîbûyî 53 kes hîn li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Her wiha 8 kes sewqî Nexweşxaneya Îmam Reza ya Meşhedê hatine kirin û 7 kes jî piştî dermankirinê hatine berdan.
Rewşa 8 nexweşan giran e
Dostperestê da zanîn ku rewşa 8 nexweşan giran e û ew bi rêya "boriyên nefesdanê" tên parastin.
Wê eşkere kir ku 14 nexweş di beşa çavdêriya hûr (ICU) de ne û 40 kesên din jî neçar mane bikevin bin diyalîza lezgîn.
Hişyariya li ser zêdebûna hejmarê
Seroka Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Nîşabûrê hişyarî da ku ew pêşbînî dikin di rojên bê de hejmara kesên ku serî li nexweşxaneyan didin zêdetir bibe.
Birêvebiriya tenduristiyê ji welatiyan xwest ku di rewşa hebûna nîşaneyên jehrîbûnê de yekser serî li nexweşxaneyan bidin.
Heta niha li ser çavkaniya van vexwarinan an jî desteserkirina bazirganên wan ti agahî nehatiye eşkerekirin.



