Di dinyaya niha de, beşeke zêde ya mijara ku bandora wê li ser wî yekê heye gelo tu mafxwarî yan mafxwer î, stemlêkirî yan stemkar î, bi rastî girêdayî reftara medya û veguhastina wêneyî ya tiştan û marketingkirina mijara te ye, lê ne girêdayî xwerista mijarê bi xwe ye.
Em gelek kesên hejar yan mafxwarî ku li vî welatî û li vê cihanê hene dibînin, lê hejmareke kêm ji wan dibe mijareke taybet û cihê giringîdana civak, hikûmet û alîyên têkildar. A ku biryar dide mijarek bibe babeta sereke ya medya û medyaya civakî, ne koka mijarê lê belê zûma kamerayan e.
Bê guman mûşekbarana Îranê di roja 13.03 de li ser Hewlêrê û navçeyeke sivîlnişîn ku ne kampa leşkerî û ne navenda atomî ye, li cihan û devereke ku yasa û zagonên navdewletî lê werin raçavkirin, cihê şermezarkirinê ye û nayê pejirandin. Lê Îranê pir bi hêsanî pêk anî û tevî ku civaka navdewletî giringî da veguhastina bûyerê, lê ti tedbîreke şopandinê jê re nedanî.
Bihêztirîn dostên me ku amerîkî ne, gotin (êriş) "ne li dijî berjewendîyên Amerîkayê bû", bi wateya ku Herêma Kurdistanê li benda me nemîne em lêpirsînê li ser mijarekê bikin ku rasterast ne lêdan e li berjewendîyên me, ji îranîyan re jî got, ne bi dilê me ye, lê çunke we li berjewendîyên me yên rasterast neda, em caba we nadin.
Helbet heta vir asayî ye. Çunke ez bawer nakim Herêma Kurdistanê helwesteke tund ji Amerîka û Ewropayê dipa. Ne tenê ji wan, lêbelê ji Iraqê bi xwe jî. Her çiqas hikûmet û dezgehên fermî yên Iraqê bi başî şermezar kirin, beşek ji wê şermezarkirinê jî ji alîyê sedrîyan bû ku bawer bûn ev êriş bêhtir lêdan li hevpeymantîya wan bû û danîna guvaşan li ser kurd û sunîyan bû ji bo ku wan çavtirsandî bikin.
Gelek sedem li pişt merema Îranê hene. Lê ez naxwazim qala wan bikim, çunke ne mijara vê nivîsa min in. Lê ya ji bo Herêma Kurdistanê ji zîyan û encamên sîyasî yên mûşekan bibandortir bû, meseleya piştevanî û xemxwarîya cemawer bû ku mixabin di asta xwe ya herî nizm de bû.
Ev werçerixîneke kambax di têkilîya navbera xelkê û doza kurd û elîta sîyasî li Iraqê de bû; ku piştî serîhildanê û heta niha qet hevsozî û bawerîya cemawer bi partîyên sîyasî û hikûmeta herêmê nedaketiye vê asta xerab!
Me ne kampanyayeke boykota berhemên îranî dît, ne xwepêşandanek ku dijayetîya vê mûşekbaranê bike, ne hevhelwestî û piştgirîyek ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê; ne li hundir û ne li derve.
Berevajî vê yekê, civaka kurd dîsa bû du beş. Beşek dike ji senaryoya ku Îranê daniye bawer bike, ango hebûna "navendeke saloxgêrî ya Îsraîlê" li Herêma Kurdistanê. Beşa din jî di wê bawerîyê de ye ku Îranê "koşka baronekî petrolê xopan kir" ku nûnertîya wê elîta zengîn dike ku li ser hîmê danîna têkilîyan bi sîyasetvanan re di van çend salên borî de dewlemend bûn.
Ên ku bêhtir jî li vê nêrîna teng xwedî derdikevin ciwanên di nav medyaya civakî de ne, her wiha ew rûpel in ku kes nizane kî wan birêve dibe.
Lê ya ji hemûyî xofdartir ew e ku hevsozîya nîvê civaka kurd nebû li ser tawana ku rejîmekê kir, ku ne bi kêrî wê yekê tê bibe alternatîva hikûmeta Herêma Kurdistanê, ne jî cihê dilxweşîya gelê xwe ye. Bi awayekî ku çiqas hikûmet li Herêma Kurdistanê xerab be jî, ew welat yanî Îran bi deh caran jê xerabtir e!
Belge jî ew e ku xelk bi kom û revdeyan ji welêt koç dikin û beşeka wan a zêde jî li Herêma Kurdistanê kar dike. Helbet beşeka vê helwesta neyînî ya xelkê û nîşan nedana hevsozîyê li ser mijareke ewlehî û niştimanî ya giring ku bingeha mana Herêma Kurdistanê ye, bêhtir girêdayî nîşandana alîyê medyayî yê wê bêtarê ji alîyê hikûmeta Herêma Kurdistanê bo raya giştî bû.
Wek em dizanin cihê ku hat fuzebarankirin, cihekê niştecîbûnê bû. Tijî bax û xênîyên xelkê ye ku bêhtir bihar û havînan li wan dimînin. Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên têkildar ji nav wan hemî mal û cihên welatîyan tenê fokûsa xwe danîn ser koşk û qesra rêveberê cîbicîkar ê Kompanyaya Kar ku koşkeke giranbiha û melevangeheke bedew û otomobîlên Rolls-Royce û Jaguarê bûn, ku hêz û pêgeha sîyasî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan didin.
Vê kir ku ev mijara mezin di çavê xelkê de tenê di van tiştan de were biçûkkirin. Rast e bi hemî pîvanan tawan her tawan e, lê hikûmet dizane ku piştevanîya xelkê li mijara petrolê û sazîyên partîzanî kêm e yan qet nîne. Êdî çima divê em tenê wan tiştan nîşanî xelkê bidin ku soz û hestên xelkê nalivînin.
Bawerîya xelkê bi hikûmetê û sazîyên sîyasî ne di asteke bilind de ye, xasma bawerîya bi dosyeya enerjîyê ku wiha li ber çavên xelkê kirêt kirine ku sedema hemî pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ye. Gelo maqûl e alîyê hikûmetê vê rastîyê nizane?
Ji kerema xwe, careke din bi hûrbînî û zîrekîyeke mezintir bi mijarên wiha re tevbilivin. Ev pirsgirêkên niştimanî yên mezin in. Wate û akamên wan ne tenê li ser Herêma Kurdistanê ne, lêbelê bandorê li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî pêk tînin.
Pêkan bû ev ji bo piştgirî û hevsozîya cemawer û alîyên konevanî bibûya derfetek, lê mixabin alîyên têkildar di veguhastina wêneyê wê bûyerê de, bi qasî qebareya mezinî û metirsîya vê mijarê li ser civak û rûniştîyên Herêma Kurdistanê şikest xwarin.



