Di 13ê îlonê de li Swêdê hilbijartin hebûn û hikûmeta Swêdê guherî. Di serdema ku partiyên rastgir li deriyê paytextên Ewropayê dixin, parastina kursiyên heyî ji bo partiyên lîberal, çepgir, sentralîst û paşeroja parzemîna Ewropayê gelek muhîm e.
Hemî alî li dijî bilindbûna dengê rastgiran tawîzan ji programên xwe yên eslî didin û siyaseta xwe vediguherînin. Berpirsên Ewropayê aniha dixwazin, li dijî rastgiriya ku Amerîka li pişta wê ye, sentralîzmek pîrpartî û pirçandiya xwe vegerînin bendavek siyasî û li dijî partiyên rastgir blokek çêbikin. Lewra globalîstên Amerîkî bi rêya pazara vekirî, thing- teng û lobiyan mîsyona siyasetê tengkirin, partiyên siyasî û siyasetmedar ji îdealîzmê dûr dixstin û partî kirin paravanên kompaniyên mezin.
Mixabin heta kovîdê jî siyasetmedaran ev şirîkatî bi dilsozî qebûl kirin û pêşî li riska ku dawiya wan dianî negirtin. Piştî kovîdê, burjuvaziya Amerîkayê gapê siyasetê kişand û planên sîstema nû da daxistin û li ser siyaseta klasîk; şokên aborî, çandî, teknolojîk, ramanî û exlaqî da destpêkirin.
Di 2026an de êdî em nikarin behsa demokrasî û pirdengiya siyaseta berê bikin û li ser himê wê serî biêşînin. Îro dewletên Ewropî li çareseriyan digerin û dixwazin vê enkaza sosyopolîtîk bi berdêla herî kêm ji ber çavan rabikin.
Hilbijartinên Swêdê ji bo komên ku bikaribin nirxên Ewropayê biparêzin û xwe wek xwediyê malê bibînin muhîm e. Ewropa piştî Holokostê yekem carê hewcedariya biyaniyên entegre û sekûler hew qas hîs dike û ji bo pêşeroja Ewropayê wan vedixwîne ser sehnê.
Piştî salên windakar û dirêj, teze bêhna Kurdên Ewropayê tê ber wan û yên ku ji partîzanî û radîkalîzma Rojhilatanavîn dûr dixwazin tevlî vê vexwendinê bibin. Hejmara Kurdên li Ewropayê piranî Bakurî ne lê di xebatên siyasî, akademîk û çandî de başûr, rojhilat û rojavayî li pêşiyê ne û bakurî li pey hemûyan e.
Di van hewldanan de hejmara jinên Kurd û çîna wan a sosyopolîtîk, perwerde û paşxana wan a fikrî di derbarê guhertina vîzyona jinên Kurd de jî gelek tiştan ji me re dibêje. Lewra heta niha vîzyona jinên Kurd jî li gor rojeva welat aheng û armanca xwe dibijart.
Heta ji ber sedemên lojîstîkî, propagandayên medyayê û pêwendiyên îdeolojîk, jinên tevgera Bakur heta şerê Kobaniyê jî xwedî îdiaya temsîlkariya hemî jinên Kurd bûn. Jinan di siyaseta legal de gelek pêşdaraziyên civakê dan şikestin û di siyasetê de wek keşfkarên bêstatû rol girtin û lîstin.
Ev rol girtinî mixabin ji hişmendiyeke çeşîdar zêdetir di nav çeperên tevgerî de û dîsa li gorî berjewendiyên ku mêr tê de xwedî biryar bûn kar kirin. Helbet ked, legerîn û dengbilindiya tevgera jinên Bakur û hin jinên xwedî taybetmendî jî hebûn (Leyla Zana, Gultan Kişanak, Cîhan Sîncar, Şahanim Kanat, Mukkades Kubîlay, Fîlîz Ogus, Fatma Nevîn Vargun) lê astengdar jî zêde bûn û rê nedan îkonên karîzmatîk derkevin û tevgera jinên kurd wek xetek serbixwe pêş bikeve.
Jixwe tevgera jinên Bakur ji ber kêmbûna sîmayên xweser û ferzkirina fikrên pederşahî ket nav dubareyan û ji Rojava re nebû alîkar. Piştî ku Rojava wek qada “şoreşek hasîdîk” hat îlankirin jî tevgera jinên bakur hemû hêvî û xeyalên xwe bi Rojava re girêda û Bakur kete destê klîkên Kemalîst û têkiliyên tevgerê û civakê ji hev qetiyan.
Helbet di derbarê jinên Rojava de gelek tişt wê bên gotin lê Rojava di dema xwe de di navbera Kurdistanê û cihanê de wek hêviyeke Ewropî û şansek mezin bû ji bo jinên kurd. Heta tişta ku di van çend salên dawî de vîzyona jinên Kurdên li diyasporayê da guhertin û partîzanî da redkirin, “bayê Rojava” ye.
Jinên kurd ên li dîasporayê ev, “tîra ji kevanê derketî” ferq kirin û ji xwe re parkurên nû vekirin. Îro bi sedan jinên serbixwe di karsazî, akademî, çand, huner, weqf, medya û têkiliyên bi civakên din re xwedî kontak in û li dora motivasyona nasnameya netewperwerî di nav kar û xebatan de ne.
Êdî li Diyasporayê netewehezî, pirzimanî, fêrbûna Kurdî, ramanazadî û avakirina saziyên ekonomîk ewilîn armancên jinên Kurd in. Ji cihêkariyên îdeolojîk û têgehên partîzanî dûr disekinin, bi saya teknolojiyê xwe digihînin çar aliyên welat û meylên xwe yên dîrokî modernîze dikin. Piranî xwende ne, xwediyê fikrên xwe ne, haya wan ji cihanê heye, di derbarê pirsgirêka azadiya jinê û jinên cihanê de lêkolînan dikin, berheman dinivîsin û li ser torên sosyal aktîf in û bingeha femînîzmeke Kurdistanî jî niqaş dikin.
Em dikarin bêjin êdî asoya gelek jinên Kurd bi Kurdbûneke neteweperwer û modern ve dikemile. Jinên Diyasporayê xwedî du dirûvan e; yek restorasyona Kurdîbûnê û vejandina mafên nasnameyî, ya duyemîn jî serxwebûna şexsî, kariyer û cihgirtina di nav çîna navendî de ye. Belkî teşhîsa herî li cih ev e ku di nav jinên Kurd de çîneke navendî ava dibe û hemî kes xwe berpirsyariyar dibinin. Di nav demê de ev çîna hanê dikare şertên femînîzmek kurdistanî ji binê rojevê û daxwaza wekheviyê di nav kurdan de bigihîne çarçoveyek hiqûqî.
Ji texlîdên Kemalîzmê, Erebîzm û Farsan wêdatir bi cihû û milletên Ewropî û Amerîkî re tevkarî yek bike. Bi taybetî ji tecrûbeyên cihû, Fransayyî û Amerîkî yan feyde bigire û ji dewlemendiyên wan ên di warê saziyên sîvîl, çandî, cotkarî û teknolojiya perwerdeyê de projeyan çêbikin.
Vîzyona jinên Kurd êdî ji çiyan, kampan, şikeft, mitîng û teoriyên mîtolojîk derbasî akademî, bazirganiya piçûk û qadên dîjîtal dibin. Li şûna jinên ku kodro û guhdarîkar, êdî jinên bi fikrê xwe bawer û israr lêkolan çêdikin û rexneyan li siyasetê dikin têdigihêjin. Vîzyona jinên Kurd tê guhertin û Bakur bi paş ve diçe!


.jpg&w=3840&q=75)
