Serok Nêçîrvan Barzanî û çareseriya krîzan

18-01-2025
Kawe Emîn
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Bi dirêjahiya van 10 salên borî, Serok Nêçîrvan Barzanî bi berdewamî kesayetiyekî diyar, başxwaz û amade yê nav guhertin û krîzên navxwe yên Kurdistan û deverê bû. Carinan di çareseriyan de roleke yekalîker lîstiye, nemaze li hundirê Kurdistanê bûye hêmanê aştî, tifaq û aramiyê û ji hemûyan girîngtir dûrxistina şer ji Başûrê Kurdistanê, her wiha timî gotinên wî yên xêrê û hewlên wî ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêka Kurdan li parçeyên din ên Kurdistanê jî hebûn.

Di dema giştpirsiyê (referandûm) de ku bi dîtina min mezintirîn kevir bû di dîroka sedsala borî de, Kurdan karî bilind bikin, her çi qasî ji ber astengiyên herêmî û navneteweyî û dijminatiya rasterast a neyarên Kurdan nekarîn biavêjin jî, lê girîng bû ku Kurdan karî tilekê lê bidin. Axir bi dirêjahiya dîrokê Kurd wiha dabûn famkirin, ku dema behsa serxwebûnê tê kirin an gavên pratîk jê re tên avêtin, vê meteloka kevin ku dibêje "Hilgirtina kevirê mezin nîşana neavêtina wî ye" tînin bîra Kurdan. Lê jixwe pêkan e ku mirov tilekê li wî kevirê mezin bixe yan jî bixulxilîne, bi rastî referendum jî wiha bû, quretiya dagirkeran şikand û her wisa hesta xwekêmdîtina Kurdan jî ji hev tertûbelav kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî bi bikaranîna têkiliyên xwe yên dîplomatîk û kesane karî wê qeşayê bihelîne ku neyarên Kurdan ji çar aliyan ve Kurd pê dorpêç kiribûn, destên xwe xistibûn binê gewriya wan û dixwestin wan bifetisînin. Ev goleke zêrîn bû ku Nêçîrvan Barzanî di dema kutabûna lîstikê de kir, karî hevkêşeyan wekhev bike, deriyekî nû li ber Başûrê Kurdistanê veke, heta radeyeke mezin ji wê krîzê rizgar bike û deyne ser riya rast a jiyanê.

Diyar e di vê Rojhilata Navîn de ku 100 sal e tijî aşop e, her wiha li ser bereyên cuda û dijberî hev hatiye dabeşkirin, tiştê ku Serok Nêçîrvan Barzanî kir ne karekî hêsan bû. Ev tiştên ku ez behsa wan dikim hin tişt in ku me bi çavên serê xwe encamên wan dîtine, axir Kurd û welatê wan bi Swêd û Norwêc an jî Kanadayê re ne cîran û hevsînor in, em di gergerînekê de dijîn ku berdewam xwe nû dike bi modeleke xerabtir ji ya berê, em li deverekê dijîn ku xelk hîn jî li ser navê Elî û Omer serê hev jêdikin, hîn jî Kurdan wekî serê mar dibînin û hemû dixwazin serê wî biperçiqînin, loma ya ku ez li ser Serok Nêçîrvan dibêjim belge ne, fakt in, divê Kurd wan bi girîngî wergirin!

Rola Kak Nêçîrvan di hewldana ji bo aştiya di navbera Kurd û Kurdan bi xwe de, her wisa di navbera Kurdan û yên din de gelekî girîng e. Di vê dema borî de, rûniştineke min a saetek du saetî bi kesayetiyeke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê û heta radeyekê nêzîkî Kak Nêçîrvan re hebû, behsa pirsgirêkên PDK û PKKê hat kirin, di vê têkiliyê de behsa civîneke (berî 10 salan) di navbera Kak Nêçîrvan û Kak Murad Qarayilan û hin berpirsên din ên her du partiyan de hat kirin ku derbarê pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê û mijarên din de hatibû rêkxistin, digot carinan mijar digihiştin xetimînê, lê siyaseta Kak Nêçîrvan û nermiya ku nîşan dida û rêbaza ku wî di gotûbêjan de meşandibû, wisa dikir ku gotûbêj berdewam bibin, her çend paşê şerê DAIŞê û xwetêwerkirina vî alî û wî alî wisa kirin ku encam ne wek hewlên Kak Nêçîrvan bin, (diyar e di wê civînê de ku dem û cih û navê beşdaran ji min re got, gelek mijarên din jî hatin behskirin ku ev der ne cihê vegotina wan e).

Di pêvajoya aştiyê ya Bakurê Kurdistanê de rola Mam Celal eyan û darîçav e, lê şahidhal rola Kak Nêçîrvan Barzanî bilind dinirxînin, çimkî dostaniya wî bi her du aliyên di şer de heye û her du alî jî rêzê li bîr û baweriyên wî digirin, loma tê çaverêkirin, divê wiha jî be ku di vê pêvajoya ku niha dest pê kiriye de, Serok Nêçîrvan Barzanî rola xwe ya dîrokî dubare bike, têkiliyên xwe têxe xizmeta aştiyê ku di encamê de hemû Kurd jê sûdmend dibin, nexasim divê lez were kirin di hewldana ji bo gotûbêja di navbera Sûriye û Kurdan de ji aliyekî ve û Kurdên Rojava û Tirkiyeyê ji aliyekî din ve, çimkî çawa tê gotin ji bo ku mirov karibe mercên xwe li ser Îraqê ferz bike, divê pêşî serdana Îranê bike, niha Tirkiye jî ji bo Sûriyeyê wiha ye çimkî em bixwazin nexwazin, kilîda mezin a Sûriyeyê di destê Tirkiyeyê de ye, diyar e mebesta min ne ew e ku ez rola gelên nav Sûriyeyê kêm bikim, lê ev rastî ye.

Serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê ji bo Kurdên Başûrê Kurdistanê çarenûssaz bû, çimkî li wir jî vebijarka yekem aştî û çareseriya pirsgirêkan bû, piştre mirov dikare li tiştine din jî bifikire, ji bo ku mafên rewa yên Kurdan bên bicihanîn û ew pirsgirêk were çareserkirin, Kak Nêçîrvan dikare vî karî bike.

Ji bo ku Kurd ji vê gergerînekê derbas bibin, divê hemû alî piştgiriya hewldanên Kak Nêçîrvan bikin, xwe bikin beşek ji hewldanan, axir a ku me dîtiye ti carî Serok Nêçîrvan wek endamê partiyekê tevnegeriyaye û bi çavekî li hemûyan mêze kiriye, diyar e karê serokekî ku bi xema gelê xwe ve be, divê wiha be.

Di dawiyê de dixwazim bi gotina serkirdeyekî YNKyê dawî li vê gotarê bînim, ne demeke dûr e min bi rasthatinî min dît, me qala gelek mijaran kir û got, ez wek şexs ti karekî min bi Kak Nêçîrvan Barzanî re tune, heta dimirim her hevalên YNKyê me, lê dixwazim tiştekî ji te re bibêjim ku ji dil dibêjim, xweska em wekî YNK berî PDKê û PDKê beriya partiyên din, em hemû li ser wê siyaseta nerm û zanayane biçûna ku Kak Nêçîrvan Barzanî dide meşandin, bawer bike niha rewşa me gelekî baştir dibû, em hemû mezin dibûn ne berevajî.

Ez jî dibêjim ez Kurdekî neteweyî me, ti karekî min ê şexsî bi Kek Nêçîrvan Barzanî re nîne lê heta dil bixwaze ez dixwazim di karê xwe yê neteweyî û aştîxwaz de berdewam be û dev jê bernede, çimkî niha pêwîstiya Kurdan bi siyaseteke bi wî rengî û serokekî wekî wî heye.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst