Îsal Trump ji ber hilbijartinan pir guh neda xelatên Nobelê û lîsteyên namzetan bê polemîk hatin eşkere kirin. Lê tevî givaşîn Trump û yên wek wî jî, xelatên Nobelê girîng û li cih in. Her çi qasî beşa wêjeyê zêde popûler be jî, xelatên fizîk, kîmya, tip, ekonomî û matematîkê jî teşwîqkar in. Hemî beş destkeftiyên şaristaniyê bi ihtimam û ajoyên xwe pêş dixin û rêya xebatên nû jî vedikin.
Mixabin medya pir caran lêkolîn, îcad û serweriyên van beşan wekî karên paternel dide naskirin û jina ji van mijûliyan dûr dide nîşandan lê jin her sal di lîsteyan de ne û xelatên xwe jî digirin. Helbet nakokî ne tenê ev in, car caran komîteya Nobelê û endamên wê jî dibin mijara lêpirsîn û spekûlasyonan.
Lê dîsa jî xelat xwedî bihayekî madî ne û globaliyeke wan heye ku ji bo nivîskar û lêkoleran deriyê firsend û naskirinê vedike. Îsal Anne Carson û Navi Pillay jinên xelatgirtî ne. Her du beş jî xwedî prestîj in û mirovahî ji ber kêmasiya aştî û hunerê bi reşbiniyek bêsinor ve dijî.
Aşitî îro pir kêm e û ji xwe xelata wê jî li ser çareseriyên berê tê dayîn. Wêje ji aştiyê çend graman bi şanstir e, lewra mesele û hokerên wêjeyê cuda ne; haya kesî jî ji wêje ye nebe ji dibe. Min heta niha pirtûkeke Anne Carsonê, ew jî ya bi navê The Beauty of the Husband (Bedewiya Mêr) xwendiye. Her çi qasî nivîskarên parzemîna Amerîkayê bi min hestsar û tisî werin jî, ramanazadî û takekesiya wan a bêminnet jî pir li xweşa min diçe.
Di rasyonalîteyê de ji Ewropiyan, di bikaranîna zanistê de ji Rojhilatiyan pirtir berz in. Helbet ez di xelatgirtina Anne Carsonê de li tiştên polîtîk, ezberên modern û pîroziya nivîsê nagerim, lê li tona Toni Morrison û Doris Lessingê û derbasbûna hin totaliyan jî bêhemd digerim. Mixabin nivîskarên jin çi qasî maf û meqaman bi dest bixin jî, ev destkeftî gelemper nabin, lewra astengiyên li pêşiya jinan bi şert û mercan ve xwe nû dikin.
Ji bo vê, ji nivîskarên jin re dekonstruksiyona polîtîkayê û konstruksiyona edebiyatê her tim helwesteke zindî ye. Carson di pirtûka xwe ya Xweşikiya Zilam de behsa peyva “şantaja kûrahiyê” dike û ez li ser vê difikirim: “şantaja kûrahiyê” îro di çi astê de ye û di nav wêjeya kijan millet û civakan de serdest e. Ya rastî, eger em hilweşîna saziyên cîhanê, pasîfkirina rewşenbiriyê, valabûna hestan, erzanikirina laş û elektronîzekirina mirov binêrin, hebûna me û kûrahiya me ya îroyîn zûva li me bûye şantajek.
Helbet di nav karên Carsonê de werger, akademî û helbestkarî jî heye û herî dawî min çend helbestên wê bi wergera Rojda Yaşikê xwendin. Ji îro ve ez dê li hemî berhemên wê vegerim. Lê hefteya duyemîn a çiriya pêşîn bi tevahî wekî hefteya xelatên wêjeyê derbas bû.
Nivîskara me ya ciwan Şîda Bazyar bi pirtûka xwe ya bi navê “Kêmasiyan” (Die Lucken) li Almanyayê xelata pirtûkan a 2026an girt û vêya gelek kelecan da me. Pirtûka wê hêjayî meraq û wergera kurdî ye, ez bim. Ji bo nivîskarên me yên jin û yên li Ewropayê dijîn, ev xelat çirûskek e da ku xebatên xwe zêde bikin, xelatan bigirin û heta salona Nobelê biçin.
Helbet bêdewletî kêmasiyeke mezin e ji bo nivîskarên Kurd jî. Lewra ji bilî nasandina zimanê Kurdî û berhemên Kurdî tiştekî me pir kêm nîne û çima nivîskarên Kurd jî Nobelê negrin. Fransî, Îngilîzî, Almanî û zimanên din helbet xwedî bingehên bêhempa ne. Lê gelo rol û resmiyeta dewletbûnê neba, van zimanan wê ew qas bipêşketî û enternasyonalî bana?
Îro gelek Kurd bi dest û derfetên xwe zimanê Kurdî ji sinorê mirinê dûr dixin û jê re li serfiraziyan digerin. Û mixabin gelek nivîskarên Kurd jî li ser navê dewletên din tên hesibandin. Şîda Bazyarê li Almanyayê xelat girt û wê wekî koçberekê bê xelatkirin û Mizgîn Ronakê jî li Diyarbekirê xelata Mehmed Uzunê koçber wergirt.
Mehmed Uzun ji welatê Nobelê bê Nobel vegeriya axa xwe û li wir çû ser dilovaniya xwe.
Li aliyekî Anne Carson û yên wekî wê xwedî dewlet û rayekê bi hêz, li aliyê din Şîda Bazyar, Mizgîn Ronak, Mehmed Uzun û pirsa Kurd çima Nobelê nagirin e?
Bi rastî em êdî ji xwe bipirsin: Çima Kurdek Nobelê nagire?
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



