Piştî hilbijartina Cotmehê, lîstika klasîk û aloz a pêkanîna hikûmeta federal dest pê kir û niha di gupîtka germiya xwe de ye. Bi awayekî berdewam ev lîstik wek çalekê bû ku piraniya caran Herêma Kurdistanê têwer dibû. Divê vê carê cuda be, heke na derfeteke din jî ji destê Kurdistanê diçe.
Dîsa hemî partiyên Iraqî bi nêrîna pişk û pariyê, bi hilma serketî û windakirî proseyan birêve dibin û hemî baldariya wan diçe ser postên serweriyê. Piştî wan jî diçe ser postên wezarî. Jê bi şûn de, Herêma Kurdistanê pêngavekê vedikişe paş.
Jê wêdetir jî gol ji bo partiyên Iraqî yên Şiî û Sunî kûrtir dibe û avjenîkirina wan tê de xweştir dibe. Ew dibin xwediyên biryara sereke li parlamento û hikûmeta federal. Zêdebarî xwedîbûna wan a desthilata dadgerî, hêzên çekdar û hwd.
Lê partiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herdem wiha tevdigerin wek tu bêjî karên wan bi pêkanîna hikûmetê re li Bexdayê kuta dibe. Êdî dibin mêvanên demkî, çavdêrên nerazî û opozisyoneke berdewam. Ev rêveçûn di ti demekê de, ne di berjewendiya herêmê de bû û nabe jî.
Pêwîst e partiyên serketî yên Herêma Kurdistanê ji yekem roja gotûbêjê bi şûn de, bi nêrîn û siyaseteke zelal herin Bexdayê û wek her Iraqiyekî din dev ji xwedîtiya hikûmeta federal bernedin. Wek milkê xwe bibînin, pişta wê bigirin, karê wê hêsan bikin, rexneyên avaker lê bikin û karên stratejî yên Herêma Kurdistanê pê cîbicî bikin.
Şirîkiya di hukimdariyê de
Ji hilweşîna rejîma Sedam heya îro, serkirdên Herêma Kurdistanê tekeziyê li şirîkiya li Bexdayê dikin. Ev peyam û stratejiya herî baş e. Lê ne Iraqî amade bûn Herêma Kurdistanê wek şirîk hembêz bikin û ne jî Herêma Kurdistanê mîna şirîk tevgeriya.
Kurdan hergav li şûna malxwê, xwe wek mêvan dîtine. Doza pişkan dikin li şûna ku bibin xwediyên hemî hikûmetê. Li herêmê, gelek caran hatiye gotin ku heke Iraq lawaz bibe, derfeteke mezin ji Herêma Kurdistanê re berdest dibe.
Ev ji bo serdema dîktatoriyê rast bû. Her gava Bexda pir bihêz bûbe, miletên Kurd, Tirkmen û neteweyên din perçiqandiye. Di wan deman de jî ku Bexda lawaz bûye, derfeta otonomiyê û paşê federaliyê ji Kurdan re berdest bûye.
Lê bi saya destûra nû, Bexda li hember herêm û hikûmetên xwecihî hatiye qelskirin. Federalîzm û nenavendîbûn, heke li gor destûrê werin cîbicîkirin, kiyana Kurdî baştir jî tê parastin û navçeyên cihê nakokiyê jî vedigerin.
Ji bilî ku her demekê Kurd yekrêz bûbin û bi hevpeymanên xwe yên Ereb re kok bûbin, rola şahçêker lîstine û şiyana wan a danîn û rakirina serokwezîr û tew hilweşandina hikûmetê jî hebû. Îro hikûmeta federal zêde qels bûye, heya radeya ku şiyana wê ya biryarên stratejî nemaye û serwerî jî ji dest daye.
Ev qelsî bûye sedema nearamî û peydabûna hêzên mîlîs ên wisa ku bûne jêdera gefên stratejî li ser hebûna Herêma Kurdistanê bi xwe.
Bihêzkirina hikûmeta Bexdayê yek ji karên herî li pêş ên dewletdaran e (kurd û ereb), da ku Iraq aram bibe, metirsî li ser komên xelkê kêmtir bibe û aboriya welêt geş bibe.
Ezmûnê tekez kiriye ku Iraq ji bo Herêma Kurdistanê ji hemî cînarên din kûrahiyeke çêtir e. Pêkan e arambûna hemî Iraqê bibe sedema bihêzbûna Herêma Kurdistanê.
Karên li pêş
Aliyên kurdî doza çareserkirina pirsgirêkên taloqkirî dikin, wek cîbicîkirina destûrê, Madeya 140ê, pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê, qanûna gaz û petrolê û wekhevkirina derfetên hilberînê. Ev mijarên çarenivîssaz û karên li pêş ên herî bilind in.
Lê di rastiyê de, plan û reftarên ti partî yan hikûmetên Herêma Kurdistanê li Bexdayê, ne li gor van daxwazên wan bûn. Di ti demekê de, serkirdên kurd li Bexdayê, ku li ser pişka herêmê teyîn bûne, nikaribûn ti yekê ji van karên li pêş ên çarenivîssaz ber bi pêş ve bibin. Îcar yan insyatîf nekirine, yan bi Herêma Kurdistanê ne piştrast bûne yan jî li Bexdayê guhdarî li wan nehatiye kirin.
Li herêmê jî, serkirdên polîtîk û serkirdên hikûmetê, dûrgirtî bûn û bi erkên li ser milê xwe ranebûne ku destpêşxer bin, lobî li Bexdayê bikin û wan faylan bidehifînin heya wan bigihînin asta cîbicîkirinê. Ev ji bilî dûrketina ji Bexdayê û dubendî û polîtîka dijhev.
Post
Ji wexta ku gengeşeya siyasetvanan li ser postên serwerî yên Bexdayê zêde bûye, ku amade bûn li ser her yekê ji wan heya radeya parçebûna herêmê li hember hev sert bin, lê belê bi sedan postên din ên giring û bandorker ku li ser pişka kurdan hesêb in, ji hêla herêmê ve hatine piştguhkirin û vala hatine hiştin.
Di nav wan postan de, komek birîkarên wezîr, rêveberên giştî, şêwirmend, serokatiya komisyonan û postên leşkerî û ewlekarî yên dîtir.
Bê guman, zexm û hêza giştî ya postên hestyar ên di nav movikên cîbicîkirinê de li Bexdayê, ji postên serwerî yên berbiçav ên nêv parlamento û civata wezîran û tew serokatiya komarê jî pir bandorkertir û stratejîtir in.
Her yek ji van postan di dezgehên taybetmend ên hikûmetê de, desthilata wan a kartêkirina biryar, xerckirin û hilberînê heye ku dikarin pişka herêmê li ser asta federal biparêzin û geş bikin.
Kes nikare bi texmîn jî bihayê wan zirar û ziyanan texmîn bike ku Herêma Kurdistanê di encama valabûna wan postan de dîtiye. Di kabîneyên berê de, pişka kurdan ji çar wezîran kêmtir nedibû. Lê belê di ya dawî de bû sê wezîr, bi sedema dubendî û gotûbêjên yekalî.
Berê, çend birîkarên wezîr, hin serkirdên leşkerî yên federal ên payebilind û serokên desteyan ên Herêma Kurdistanê hebûn û postên wan dayîmî bûn. Lê ji ber xanenişînî yan devberdana wan ji kar, hejmara wan ber bi kêmbûnê diçe.
Di rastiyê de, rûniştîyên Herêma Kurdistanê zêde hest bi teyînkirina wan nedikir, çunke li gor partîbûna teng hatibûn damezrandin, mijûlî parastina berjewendiyên taybet (hizbî yan baskên taybet di nav hizbê de) bûn. Hikûmeta herêmê jî pir kêm berê xwe dida wan.
Pêwîst e di siberojeke nêz de, planeke tekûz ji hêla hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên bandorker ên herêmê (bêyî raçavkirina hejmara parlamenterên wan) ji bo çar salên bê were danîn û pişka herî zêde ya wan sedan postên serkirdeyî yên navendî werin dagirtin.
Rast e profesyonelên Herêma Kurdistanê ji karkirina di atmosfera Bexdayê de hez nakin, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare hander be, rê li ber wan veke û atmosereke ewle û kêrhatî ji wan re misoger bike.
Mekanîzm
Îro, ji her demeke borî zêdetir, pêwîstiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengîkirina bi hikûmeta Bexdayê re heye. Vêga demeke kêrhatî ye ku li mekanîzmeke kêrhatî were fikirîn ji bo xurtkirina pêwendiya navbera wan û karê lobiya Herêma Kurdistanê li paytextê.
Ofîs û nûnertiyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya çalak li Bexdayê hebû ku di demên cuda de karê hevahengî û malxwêtiya berpirsên Herêma Kurdistanê û anîn û birina postan dikir. Niha ev ofîs hatiye piştguhxistin û çalakiyên wî berteng bûne.
Pêwîst e nûneratî bi pênasîneke nû were çalakkirin û asta wê jî ji bo asta her du kabîneyan were bilindkirin. Pêkan e wezîrê Herêma Kurdistanê ji bo hevahengiya bi hikûmeta Iraqê re li civata wezîrên Herêma Kurdistanê endam be û li civata wezîrên federal wek çavdêr amade be. Ji vê jî bêhtir, her wezareteke herêmê li her wezareteke Bexdayê nûnerê wê yê bilind li ser asta şêwirmend yan rêveberê giştî hebe. Ew ji hevahengî û kartêkirinê berpirsiyar bin li berjewendiya Herêma Kurdistanê.
Niha jî yekrêzî
Partiyên siyasî yên hevrik ên Herêma Kurdistanê bûne xwediyên çandeke pir taybet ji hevrikiya desthilatê, heya radeyekê ku pêwîstiya wan bi dijminên biyanî nemaye. Di dema ku gefên biyanî di gupîtka xwe de ne û dizanin divê teba bin, lê belê di dûwayîyê de, mesele digihe asta parçebûna hundirîn.
Di demekê de ku peyaman belav dikin ku pêwîst e li ser meseleyên bingehîn û stratejî kok bin, lê belê gotûbêjên wan zêdetir li ser postên bilind dibin. Ezmûna partiyan tekez kiriye ku heke bi tîmeke hevgirtî gotûbêjên pêkanîna hikûmetê bi pêkhateya Şiî û Sunî re encam bidin, destkefta wan ji Herêma Kurdistanê re zêdetir dibin, lê belê bi çend tîman vî karî dikin.
Bê guman normal e ku bi şandên cuda serdana Bexdayê bikin û nêrîn û berjewendiyên xwe yên hizbî yên cuda jî nîşan bidin. Lê çêtir e jî heke li hundirê herêmê pêşdem li ser stratejiyên lûtkeyî li hev bikin. Pêwîst e ajenda û arasteya gotûbêjên her şandekê ji wan, herdem di çarçoveya stratejiyên hemûgir ên Herêma Kurdistanê de bin.
* Dilawer Eladîn: Serokê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ye.

.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)