Du tişt hene ku mirov bi wan dilxweşî û asogeşiyê nas dike: Xwendin û muzîk.
Xwendin hiş û pêwendiyên mirov disiplîne dike, muzîk jî ruh û hestên wî hişyar dihêle. Her du gava tên ba hev, mirov dibe gurê xwe.
Sedsala 20î ji bo me sedsala karesatên e lê Geliyê Zîlan û Dêrsim wek du sembolên madî û manewî her tim lê pêş in û qet nayên jibîrkirin. Bê guman, ciyê ku karesêtên mezin lê çêbibin, huner jî li wir derbeyên mezin dixwe û ji astekê şun ve dibe amûreke heyfgirtinê û şopînerê tiştên winda. Heger ev şopinî û xweşbîniya hunerê nebûya û nebe, mirovan nikarîbû bextewarî bipejiranda û di berdewamiya jiyanê de bi israr bimana. Ne tenê israrên şexsî, yên siyasî jî pir caran bi saya hunerê şikil digirin û bi bîrekê ve diherikin. Pir caran têkçûnên miletan bi saya hunerê dibin xwedî rûmet an jî dijîbûna wan hêsan dibe. Lewma jî bajarek, kesek, dengek, helbestek, awirek û tewr hestiyek jî dibe şiyana berdewamiyê. Zîlan û Dêrsim ji bo me şiyanên çandî û hunerî ne jî. Mixabin Geliyê Zîlan hîna jî zêde nebûye mijara hunera me. Herî dawî nivîskar Berjin Hakî li ser qetlîama Zîlanê di pirtûka xwe ya bi navê “Tersine Akan Zaman” (Zemanê ku Berevajî Diherike) de bi şêweyekî lirîk behsa komkujiya Zîlanê dike û ew herêma qedexe bi çavên dar û daristanê derbasî rûpelên edebiyatê kiriye. Di vî warî de Dêrsimî bêtir jêhatî ne û Terteleya Dêrsimê di gelek hêlan de tê lêkolînkirin û arşîvkirin. Piştî 1938an li Dêrsimê çi bû û kîjan mirov mezin bû, hemî jiyan li dora vê salê vegeriya û kesî torelî behn negirt, hez nekir, normal nejiya û tiştek nekilimî. Helbet xweveşartin û parastina Dêrsimiyan di gelek forman de xwe avêt derve û çanda Kurdên Elewî li Kurdistanê bi dehan stran û stranbêjên bêhempa derxistin. Bê gûman muzîka Kurdan ji aliyê deng ve wek deryayê ye lê bi taybetî gava ew dengên cîgersotî û hestgerm bi enstrumanên modern û risteyên tîr û tûj hevyek dibin, huner careke din bi zimanê me di guhê înkarkeran de hebûna me dixwîne. Di derbarê Terteleya Dêrsimê de îro bi hezaran stran hene, gelek stranbêj xwedî album û dîskografiyên bêhempa ne.
Gava stranbêj û kilamên Dêrsimî tên gotin, bi ya min bê Hozan Baran mirov nikare qelemê bide lîstin. Lewra Alî Baran jî ji ocaxa çar derî û çil meqamî tê û wek pîrê muzîkê li pêşiyê ye. Di salên 90î de li her derê cîhanê sektora muzîkê kete nav guhertinên radîkal; firotina kasetan rekor şikand û hema hema her hunermendî bi awayekî xwe digihand hezkirên xwe.
Muzîka Kurdî jî li Bakur ji vê rewşa derasayî feyde dît û kasetên hinek hunermendan ji bilî table û bazara korsan li saziyên Kurdan jî cîh girt. Nasîna min û dengê Alî Baran yekem car li NÇMya Îzmîrê bû. Wê çaxê ez diçûm kursa têmbûrê û apê min ji me re kaseta Alî Baran a bi navê “Çênê Çênê” kirîbû. Ji wê rojê vir ve Hozan Alî Baran dengê mala me ye û ew kaset hîn jî di nav kasetan de ye lê bi saya dîjîtalîzmê em dikarin albumên hemî stranbêjan daxin û dubare dubare guhdarî bikin. Tewr YouTube ji astekê şûn de listeya kilamên ku pir tên guhdarîkirin dubare pêşniyarî me dike û nahêle ji bîra me biçin. Lê nizanim ji ber hatîna payîzê û pelweşandina daran an jî xemgîniya têkçûnên me yên siyasî ye, ev demek e strana “Malan Bar Kir” li ser zimanê min e û xwe çawa diavêjim malê, playlîsta Alî Baran vedikim. Kilam him trajediyên Kurdbûnê him înad û israrên şexsî, derbasbûna zeman û mekanên cuda cuda hevyek dike êdî. Êdî mal bê barkirin jî xirab dibin; mirov ji bilî deşt û zozanan diçin bûroyên psîkolog û şêwirmendan, ji bilî keddayîn û piştgiriyê bi têkiliyên bêkontakt ji hev hez dikin û dostanî ji bo berjewendiyan zû tê binpêkirin. Helbet di nav stranên Alî Baran de cihêkarî yê nakim lê Malan Bar Kir wek mottoya demsalê, wek filmekî reş û spî hemî rewşa me di ber çavên min re dibe û tîne. Belkî rojekê jenosîdên hemî cihanê û yên li ser Kurdan jî bên senarîzekirin û wî çaxî Malan Bar Kir dikare bibe navê filmekî jî. Kilam di albuma Alî Baran a bi navê “Lo Ware” de ye û di 1981ê de derketiye, paşê Şivan Perwer di albuma xwe ya Stranên Bijartî 2yan de eynî kilam straye. Lê li gor min hinek stran di destê çêkerê ewîlin de tameke cuda digirin û Malan Bar Kir jî bi stîl û şîroveya Alî Baran bêtir xweş bûye. Alî Baran ji dergûşê de dest bi hunerê kiriye û tê zanîn bavê Alî baran, Mehmûd Baran jî hunermendekî berhemdar û çalak bûye. Dengê Baran bi rihetî li forma dengbêjiyê jî û li ya govendê jî tê. Lê ji ber ku dilê me bi xemgînî û janan mezin bûye, stranên lorandinê, çûyîn û terkkirinê bêtir tesîrkar in. Alî Baran heta roja îro ji 10an zêdetir album çêkirine, li sirgûnê derketiye gelek şev û konseran, di berhevkirina berhemên çanda Kurdên Elewî de jî xebatên wî hene. Bi taybetî di salên 70 û 80yî de bi qasî Şivan Perwer û Nizamettîn Ariç li Ewropayê xebatên balkêş kirine û heta niha jî ji polemîkên medyayê dûr e. Bê gûman haya wî ji me tune, lê em heyranê dengê wî ne.
Payîzeke xweş dîsa bi deng û tembûra wî derbas dibe…Lewra hozan dibê, “Wez dîn nebûm lê lê te ez dîn kirim….”
Kes hema ji xwe re dîn nabe ê!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



