Van rojan Weşanxaneya Nûbiharê sê -yek jê cara duduyan- pirtûkên Yaşar Kemal ku Birêz Salih Kevirbirî ew ji Tirkî wergerandine Zaravayê Kurmancî weşandin. Bi qasî ku ji nivîsa wergêr a di malpera Rûdawê de hat weşandin tê fêmkirin, hin kesan ji bo bikaranîna navê pirtûkekê ji van pirtûkan (xwezî marê bikujin) an dev avêtine Salih Kevirbirî yan jî gazin jê kirine ku çima mar kiriye “marê.” De min jî got hema ez jî ‘Sola xwe deynim nav solên zilaman’ û vê nivîsê binivîsînim.
Wekî hinek zimanên din, di Zaravayê Kurmancî de jî çi zindî çi ne zindî zayenda tiştan û rewşan heye. Bi awayekî xwezayî me; Kurmancan nêr û mêyên zindiyan jî ji hev veqetandine û li gorî zayenda wan bahsa wan kiriye.
Gelo me nêr û mêyên hemû zindiyan ji hev veqetandine?
Na, me tenê nêr û mêyên zindiyên ku meriv karibe bi hêsanî zayenda wan diyar bike ji hev veqetandine û bi ser de jî me navên cuda li nêr û mêyên hin zindiyan kirine; şêr û şepal, hesp û mehîn, beran û mî, nêrî û bizin, conega û çêlek, dîk û mirîşk û hwd.
Zindiyên ku me nav li nêr û mêyên wan nekirine lê em hem wekî nêr hem jî wekî mê bahsa wan dikin jî hene; ker, pisîk, hirç û hwd. Carinan jî me tenê nav li mêyên hin zindiyan kiriye; dêlik, dêlegur, mêkew, mak (bi wateya dê) û hwd.
Zindiyên ku meriv nikare bi hêsanî zayenda wan diyar bike jî yan bi nêrtî yan jî bi mêtiyê em bahsa wan dikin. Mar-nêr, masî-nêr, mişk-nêr, kêzik-mê, mêş û moz-mê, morî-mê, marmarok-mê, dûvpişk-nêr, kêç-mê û hwd.
Gelo zayenda van zindiyên ku me hin ji wan kirine nêr û hin ji wan kirine mê di her rewşê de bi vî awayî ye?
Na, li gorî rewşê diguhere, yan dibe nêr yan jî dibe mê. Gava em wekî nav û nûçikan bi navê van zindiyan li hev dikin yan jî bi gotineke din gava meriv kirasê van zindiyan li merivan dike li gorî zayenda merivan zayenda van zindiyan jî diguhere. Mişko/mişkê hat!, De bala xwe bidin Mêşo!, Marê, qey tu yê bi min vedî? Dûvpişkê, ka were vir! Îro Kêço hat!
Di pirtûka Yaşar Kemal de kirasê mar li jinê hatiye kirin lê jin heta dawiyê jin e. Ji lewma wekî Kurmancekî ez bi birêz Salih Kevirbirî re me ku wekî zindiyeke mê li mar binêre û dîsa ez bi wî re me ku “xwezî”yek ji bo kuştina “mar-jinê” heye. Dîsa bi şertê ku nav û nûçikekî jinê “Marê” bûya, ez ê di navlêkirinê de jî bi wî re bûma lê ne bi navê “xwezî marê bikujin.”
Di Zaravayê Kurmancî de gava navekî nêr li zindiyên mê bê kirin yan navekî mê li zindiyên nêr bê kirin ew nav zayenda xwe diguherîne.
Baran-mê: Kurmanc navê lawikan dikin Baran û gava bahsa wî kesî dikin peyva “baran”ê wekî peyveke nêr bi kar tînin. Serhildan, berxwedan û gelek navên din bi vî awayî ne.
Zozan-nêr: Kurmanc navê keçikan dikin Zozan û gava bahsa wê kesê dikin peyva “zozan” wekî peyveke mê bi kar tînin.
Dibistan-mê: Navê dibistanên me “İnönü, Atatürk, Mustafa Kemal” û hwd. be jî gava em bahsa van dibistanan dikin van navan wekî navên mê bi kar tînin. Dîsa navê zilaman li bajar û gund û tax û deveran were kirin meriv di bikaranînê de van navan dike mê.
Min li” İnönüyê” dixwend. Ez diçûm “Atatürkê.” Leyla li “Mustafa Kemalê” mamostetiyê dike.
Lê gava navên nêr an mê nebûbin navê kesan û deran zayenda wan wekî xwe dimîne.
Dil-nêr: Hezkirek ji hezkiriya xwe re dibêje “Tu dilê min î!”
Kezeb-mê: Hevalek ji hevalekî xwe re dibêje “Tu kezeba min î!”
Dil ketiye şûna “hezkiriyê” û kezeb jî ketiye şûna heval (zilam) lê her duyan jî dev ji zayenda xwe bernedaye.
Ji ber ku “mar” nebûye nav û nûçikê jinikê divê wekî “dil” û “kezeb”ê zayenda xwe biparêze û li gorî van rêz û rêzikên Zaravayê Kurmancî divê “mar” nebe “marê.” Bi gotineke din, wergêr ji vir û heta mala Xwedê neheq e.
De bila “mar” û “marê” li vir bimîne û em careke din bala xwe bidin navê pirtûkê. Ez bawer im em ê şaşbikaranîneke mezintir bibînin ku hem Salih Kevirbirî hem jî rexnekiran bahsa wê nekiriye.
“xwezî marê bikujin!”
Di Zaravayê Kurmancî de hevokên bi “xwezî”yê her bi reha dema borî ya lêkeran saz dibin. Û dîsa di zimanê resen ê berhemê; Tirkî de jî hevokên ku bi “keşke”yê tên sazkirin bi awayê dema borî ne. Ji xwe “Öldürseler!” bi Zaravayê Kurmancî “Bikuşta-na!” ye. Bila ev “na”ya bi dawiyê ve jî li vir bimîne.
Çima "Xwezî" û "Reha Dema Niha" nayên ba hev?
Sedema ku "Xwezî" û "Reha Dema Niha" tu carî nayên ba hev, ne rastlêhatinek e û ne jî biryareke kêfî ya rêzimanê ye. Ev yek xwe dispêre qanûnên bingehîn ên binyada Zaravayê Kurmancî:
1. Qanûna Morfolojîk: Kêmasiya Binyadî ya Reha Dema Niha
Di pergala lêkeran a Zaravayê Kurmancî de, gava peyva "xwezî" dikeve hevokê, ew dixwaze lêkerê ji qada rastiyê bibe qada "xeyalîbûnê / nebûnê" (irrealis).
Amûra Zaravayê Kurmancî ya ji bo vê xeyalîbûnê tenê paşgira "-a / -ya" ye. Lê belê:
- Di morfolojiya Zaravayê Kurmancî de, paşgira -a / -ya tenê bi Reha Dema Borî re dikare bibe heval:
Reha dema borî ya lêkera ketinê: ket + -a ➔ biketa
Reha dema borî ya lêkera çûnê: çû + -ya ➔ biçûya
Reha dema borî ya lêkera kuştinê: kuşt + -a ➔ bikuşta
- Reha dema niha nikare bi "-a / -ya"yê re hevaltiyê bike!
Reha dema niha ya lêkera ketinê: kev- (Ma meriv dikare bibêje *bikeva? Na!)
Reha dema niha ya lêkera çûnê: ç- (Ma meriv dikare bibêje *biça? Na!)
Reha dema niha ya lêkera kuştinê: kuj- (Ma meriv dikare bibêje *bikuja? Na!)
Ji ber ku reha dema niha nikare wê qertafa xeyalîbûnê hilgire, ziman bi xweber reha dema niha diavêje derve û xwe dispêre Reha Dema Borî.
2. Qanûna Semantîk: Şerê Du Hêzên Dijber
Hinek dikarin bipirsin: “Baş e, bila reha dema niha -ayê negire, çima hema rasterast wekî 'xwezî bikeve' yan 'xwezî biçirîne' nayê gotin?”
Li vir nakokiyeke tund a wateyê (semantîk) derdikeve holê:
- Reha dema niha bi qertafa bi- (bikeve, bibare, bike): Ev form nîşaneya çalakiyeke li ber dest, pêkan û vekirî ye. Di vê formê de hêza kirina karekî û bûna tiştekî zêde ye.
- Peyva "xwezî": Ev peyv nîşana bêçaretî, hewes, hesret û nebûna hêzê ye. Bi bikaranîna peyva “xwezî”yê meriv dibêje: "Ev tişt ne di destê min de ye."
Gava tu van her duyan bînî ba hev û bibêjî: “Xwezî ew biçirîne.”
Li vir ziman ditevize:
- Ji aliyekî ve bi "xwezî"yê dibêjî "destê min nagihêjê, ez tenê hewes dikim",
- Ji aliyê din ve bi "biçirîne"yê dibêjî "ev çalakiyeke realîst a li ber derî ye".
Ji ber vê nakokiyê, ziman vê hewldanê red dike. Heke daxwazeke çalak a li ber dest hebe, xwediyê wê "BILA" ye ("Bila biçirîne"). Gava "xwezî" hat, divê deriyê wê çalakiya realîst bê girtin.
3. Qanûna "Bipaşveçûna Demkî" (Modal Remoteness)
Ev qanûn di zimannasiya gerdûnî de jî heye: Dema meriv ji bo tiştekî ku ne di destê meriv de ye hewes an daxwazekê bike, ziman ji bo ku nîşan bide ku ev ne rastî ye, lêkerê gavekê bi paş ve dikişîne (ber bi dema borî ve):
- Heke daxwaz ji bo dema niha an bê be: Ziman lêkerê ji reha dema niha dikişîne ser Reha Dema Borî ya Xwerû (xwezî bihata, xwezî bibariya).
- Heke daxwaz ji bo dema borî be (tiştê ku çûye û qediyaye): Ziman lêkerê hîn bêtir bi paş ve dikişîne û dike Reha Dema Borî ya Dûdar (xwezî nehatibana, xwezî bariyaba).
Soxîn, "Xwezî" û reha dema niha nayên ba hev, ji ber ku:
- Reha dema niha ne xwedî wê şiyanê ye ku xeyalîbûnê nîşan bide (-a / -ya tenê li ser reha dema borî çê dibe).
- Wateya wan li hev nake: "Xwezî" bêçaretî û temeniyê dixwaze, lê reha dema niha vîn û şansa bûn û kirina rasterast dide der.
- Di Zaravayê Kurmancî de, koka dema niha tenê bi pirtika "Bila"yê re hevaltiyê dike, ne bi "Xwezî"yê re.
Xwezî (hinekan) mar bikuşta! (reh: kuşt e, ne kuj e)
Xwezî mar bihata kuştin! (reh: hat e, ne hê ye)
Ev qanûnên rêzimanî ne tenê qalibên ziwa ne; li pişt wan derûniyeke kûr a merivayiyê heye...
Peyva "xwezî" bi xwe ne tenê pirtikeke daxwaziyê ye; ew kesera herî kûr a giyanê meriv e ku li ber sînorê bêçaretî û bêsînoriya xeyalan tê kişandin. Ew pirek e, di navbera tiştê ku dil xwestiye û tiştê ku jiyanê daniye ber meriv.
Di ferhenga derûniya meriv de "xwezî" ciyê bêdeng ê hemû daxwaz, evîn û hêviyan e ku li ser rûyê erdê ronayî nedîtine, lê di bîr û bîranînan de her û her zindî mane. Ew ne tenê nîşana poşmaniyekê ye; berovajî wê, qebûlkirina lawaziya hebûna meriv a li hemberî çarenivîs, dem û sînoran e. Di heman demê de, ew parastina pîroziya wan xewnan e ku meriv naxwaze wan radestî jibîrkirinê bike.
"Xwezî" zarê dil e, gava meriv li hemberî rastiya req a cîhanê bêçare dimîne. Di her carê de ku ev peyv ji kûrayiya dil difûre, hesretek li pê dimîne, birînek şiyar dibe û baweriyek bi serbestiya dinyaya xeyalan nû dibe. Lewma "xwezî" stargeha dawîn a wan hestên bêhempa ye ku jiyan li wan teng hatiye, lê di dil de zindî mane.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



