Ji bo Tevgera Goran bikare karê siyasî berdewam bike û di qada Kurdistanê bimîne tenê hêviyek maye, ew jî ev e, ku li gel PDKê rêyeke tendirûst veke. Hemû hêzên siyasî û beriya hemûyan jî YNK, li cem PDKê nan û pîvazê li Goran werdikin û dixwin. Roj bi roj jî hewl didin dîmenên Tevgerqa Goran li cem PDKê wek ya roja 23ê Hezîranê bîmîne.
Nexwe dê weke tevgereke siyasî ya pirtûbelvbûyî bi nav bikin. Lê ti kes ji YNKê napirse ka bi tevê rêkeftina stratejîk a li gel PDKê û wan hemû hesab û kîtaban, çima wan beriya hemû partiyan projeya sererastkirina yasaya serokatiyê birin parlamentoyê? Goran kirin “gîskê gunehan” û darve kirin! Lê hêj derfetên din mane.
Li parlamentoyê hevnêrînî û hevdengiya Goran a di mijara cemidandina dezgeha serokatiya herêmê de darek bû ku li ruhê malbata Îbrahîm Ehmed ket. Çimkû hemû alî mijûlê wê yekê bûn, ku posta serokatiya herêmê jî herweke posta serokomariya Iraqê bikin û wisa jî belavkirin, ku qaşo Goranê hevkariya PDKê kiriye da ku careke din Barzanî bibe Serokê Herêma Kurdistanê! Ti esil û esasa vê yekê nîne û tişta ku îro malbata Talebanî behs dikin hêceta nanê cehî ye! Partî û Goran ew meseleya çend salan bidawî kirin û herdu alî jî jê sûdmend bûn.
Goranê axaftina xwe bir serî û PDKê jî kartekî din ji destê wan derxist. Ev destpêkeke baş e, ku Goran dikare ji vir û pêve li ser berdewam bike û guh nede wê terora hizrî ya navxwe û derve. Her ji ber vê yekê ye, ku piştî vê yekê bi lez û bez malbata Îbrahîm Ehmned û Talebanî qebûl kirin ku postê serokomariyê li Bexdayê beramberî postê serokatiya herêmê ye. Eger Goran hevkariyê bide PDKê, derfetekî zêrîn derketiye holê ku bikarin rê nedin ew herdu malbat êdî wan bigevizînin. Herwiha Goran bikare di dariştina nexşeya hikûmraniya Kurdistanê de roleke bibandor bilîze.
Kurên Newşîrwan Mistefa
Newşîrwan Mistefa gernas bû, siyasetmedarekî kemwêne bû, ku kurê duh û zilamê îro bû. Îro kêşeyek di nav Goran de hatiye çeqandin û hewl didin hemû kêmasiyên siyasî yên 2-3 salên dawiyê bi vê yekê ve girêbidin. Dibêjin pareyê Goran li cem zarokên Mewşîrvan Mistefa ne û herwiha dibêjin bandora wan li ser biryarên navxwe yên Goran heye. Li ser van herdu mijaran jî têgihiştineke xelet heye.
Newşîrwan Mistefa mîrasa xwe bi awayekî nedadperwerî parve kir. Mîrasa xwe ya madî ji kurên xwe re hişt, ku ev heqê wan bû. Çimkî ew malû milk yê wan bixwe bû. Ji bilî serweriyeke mezin ti tiştekî wiha berçav ê wî zilamî li pey wî nema. Hemû dîroka wî ji bo spîkirina herdu malbatên desthiladar ên YNKê yên salên 1960an ve derbas bû. Lê pirsgirêk ew bû, ku ew xîreta wî ya siyasî û hemû dersên ku di dirêjahiya temenê de de derxisitibû, neda derdora xwe û nebû nesîbê kesî. Pirsgirêka îro ya Goran ne pare û pûl e. Goran partiya duyemîn a Kurdistanê ye û nabe bibe parsekvanê ber deriyê YNKê yan sûxrekêşê kurên Newşîrwan Mistefa. Berovajî divê îro Goran ji zarokên Newşîrwan Mistefa bixwazin ku ew jî bi qasî bavê xwe xwedî xîret bin û feleka herdu binemalên desthilat ên YNKê şaş bikin.
Dîroka bavê wan tejî serwerî ye lê hemû dîrokên ku Îbrahîm Ehmed û Celal Talebanî jê derketin û hemû karesatên ku çêbûn di nav raya giştî de kirin para Newşîrwan Mistefa. Kengî pêwîstiya wan pê hebû ew dikirin “Kak Newe” û kengî jî karê wan pê nedima jêre digotin “Dêw”! Îro kurên Newşîrwan Mistefa, Xaneya Raperandinê û herdu civatên Goran li pêş berpirsiyariyekî dîrokî ne li ser asta mîrasa wî. Eger bikarin li ser wê rêbaz û gernasiya Newşîrwan Mistefa berdewam bikin, divê divê wan xelekên li dora xwe bişkînin an jî êdî serê xwe bi vî gelî re neêşînin.
Ma ji DAIŞê jî xiraptire?
Pirgirêkên cemidandî an jî razayî yên navçeyên erebî yên welatê bi nav “Iraqê”, ya herî destpêkê jî xizmetguzariyên sereke yên xelkê, hevdem li gel acendaya herêmî ji xewê şiyar bûn. Kes êdî xema xak û serweriyê naxwe, ji ber ku êdî kêr gihiştiye hestî. Lê ev çend roj dê sûda hikûmraniya Kurdistanê be û ji bo Kurdistanê ron bibe.
Di dema xwepêşandanên 17ê Sibatê de bi hezaran kes daketine kolanan. Di dema wan nerazîbûnan de, ku tertên pişeyî ji bo mafên xwe xwepêşandan dikirin, rola torên civakî û înternetê pir berçav bû di rêxistin û arastekirina nerazîbûnan de.
Lê tenê rojekê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê hizra wê yekê nekir, ku astengiyê bixe ser internet û vê mekanîzmayê. Bi tevê wê yekê ku hemû kompanyayên înternetê di destê PDK û YNKê de bûn.
Mijhar ev e, ku hikûmeta Bexdayê di dema şerê DAIŞê de internet û sosyal medya qut nekir, ku DAIŞê ev herdu jî pir bi çalak bikar dianîn, lê li hember nerazîbûneke pir biçûk, internet û sosyal medyaya xwe û ya hemû kesan jî birîn.



