Gerek e em matmayî nemînin eger her roj me nûçeyeke balkêş ji Trump û endamên rêveberiya wî bihîst. Digel ku ev çend heyv e şerê ragihandin û rojnamevaniya (US) li dijî Trump berdewam e, lê belê di nav vê cenga medyayî û derbasbûna bûyeran li ser zemînê de, rastiyek heye ku ev serokê nû bûyerçêkerekî rojane ye.
Berî çend salan serokê Lîbya yê berê M. Qedafî hatibû naskirin bi bûyer çêkirinê, bi lêdwanên germ û sirincrakêş, her heftî, her heyv bûyerek, yan helwestek balkêş dida, lê diyar e serok Trump dê wê pîvanê derbas bike, dibe her roj lêdwanek, yan bûyereke nû çêbike, herweha rojnamevan û dezgehên rojnamegeriyê li benda şaşîtiyên wî rawestayî ne.
Lê ev nayê wê wateyê ku dezgehên dewletê yên mezin û karîger li US, dê gelek derfetê bidin liv û (action)a serok Trump, ewan berî wî, (Ronald Reagan û George W. Bush) nerm û şayik kirin.
Rastiyek piştî bîst û çend rojan ji hukmê rêveberiya nû li US diyar dibe, ku Trump xudan nerîn, helwest û belkî stratejiyeke tûj e! Wek nimûne, xîza stûr ji vê stratejiyê re van çend rojên dawî hat naskirin, ku bi navê (The Two Hot Spot) hat binav kirin: Ew jî du dever- nuqteneyên germkirinê ne, yek Meksîk, ya duwem Iraq û Sûriye ye.
Ev tê wê wateyê ku sozên Trump yên bangeşeya helbijartinan hin bi hin dikevin rojev û pratîkê, çi ji aliyê avakirina dîwarê bilind di navbera US û Meksîk de, çi jî di warê cenga li dijî terora Islamî de, taybet li bereya Iraq û Sûriye. Ya ji me re giring ew e ku ev deselata nû bi rengekî ektîv berû kêşeyên devera Rojhilata Navîn diçe, xwe lawaz li hemberî Îranê nabîne, bi rastî dê planek nû ji bo kêşeyên deverê deyne. Seredana serokê CIA (Michael Richard= Mike Pompeo) li vê demê bo Turkiye di vî warî de tê. Herweha divê Kurd gellekî bi tirs li vê seredanê tamaşe bikin, çi bin encam, çawe bin pilanên nehênî di navbera US û Turkiye de, gerek e em xudan hesabên hûr bin.
Bi rengekî vekirî Trump dibêje: Ez dê islama tundrew ji ser zemînê rakim, bi taybetî gotara wî li pêş serhêzên leşkerê US li Florida berî çend rojan, dîsa eşkere dibêje: Ez dê dest bidim alîgir û hevalbendên Emerîka li Rojhilata Navîn, da em di vê cengê de bi ser kevin.
Ango Kurdistan di nav stratejiya US ya nû de pêgehek wê yê girîng heye, rojane dê dezgehên US yên serbazî û diplomasî bi kêşeya DAIŞê ve mijûl bibin, rawestandina hêzên Kurdistanî li hemberî tundrewiya îslamî dê binerxînin, li dawiyê Kurdistan pêgehek girîng di cenga li dijî terorê heye.
Diyar e Îran di vê cengê de nema ew hevalbend e, çi bi nehênî çi jî eşkere, belkî bikeve xala dijminên Emerîka de, kî hevalbend li deverê dimînin? Turkiye, Herêma Kurdistanê, hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, Erebên Sune. Eger hat û serkirdeyên kurdan kûr, bilez vê rewşê nexwînin, pêşwext destkeftan cîbicî nekin, ne xudan helwest, pêşniyar û destpêşxerî li gor rewşa nû bin, belkî derfet derbas bibe, Turkiye û Erebê Sune vegerin bibin alîgirê hejmar yek ji bo Emerîka di cenga li dijî DAIŞê de, dîsa Kurd li ber keviya rê li şûnwar dê bimînin!



