Di vê serdema ku Rojhilata Navîn dikele û guhertinên dijwar rû didin, cîhan bi tevahî ma li benda encamên hilbijartinan li Tirkiyê, çima ev guhdan û girîngî? Tirkiye herdem beşek ji guhertinên siyasî li deverê bû, lê belê niha Tirkiye wek kilîta guhertinan li Rojhilata Navîn tê hejmartin. Diyar e di van hilbijartinan de ji nûve nimûneyek ji îslama lîberal li deverê dihat testkirin, wek ku ji mêjve dihat şopandin, encamên hilbijartinan nîşanê têkçûna (nimûneya Tirkiya îslamîst) bûn.
Nerîn û xwendin ji encamên hilbijartinên endamên Parlamentoya Tirkiye çawa be, rastiyek peyda kir divê bê diyarkirin û ronîkirin. Di destpêkê de encam serkeftinek siyasî mezin bû, ji endazyarî û plandanîna HDPê bû.
Dîsa çawa be nirxkirin û pîvana vê bûyerê, di baweriya min de, serkeftinek mezin bû ji gelê kurd re, ji ber ev yekem car e piştî damezrandina dewleta Tirkiyê ku kurd bi vî rengê berfireh derbasî parlemanê dibin bi (80) endaman, bi taybetî derbas bûn di rêya partiyek herkes wê binav dike ku Kurdî ye. Dîsa çi bin hûrnerîn û têbînî ev partî bû nûnerê gelê Kurdistana Bakur, û welê dê demek dirêj lê bê temaşekirin, ji ber ku çi be rêbaza wê partiyê, dê hertim wek partiyeke kurdî bê hejmartin û destnîşankirin.
Belkî rast be ku CHP arlîgiriya HDP li hin deveran kiribe, da ku şikestina AKP li Kurdistanê misoger bike? û belkî (Çepên Tirkiyê) li gellek dever û navçeyan piştgirîya HDP kiribin, û herweha rast e ku gellek kesên ne Kurd ji gelên din yên Tirkiyê bi dengên kurdan çûn parlamenê, lê ev tê wê wateyê ku serkeftin ne tenê ji bo kurdan e? Dîsa jî astê serkeftina (Kurdî) kêm nake. Ya rast îro ew e ku di van hilbijartinan de tevgera kurd li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiye wênek gellekî ciwan û pirreng û demokrat ji hundirê Tirkiye û cîhanê re diyar kir.
Evê serkeftina mezin hemî balansên siyasî li Tirkiyê guhertin, qunaxek nû damezrand, gelê Kurdistanê wek leyîstikvanê herî mezin û aktîv li Tirkiye û li seranserî Rojhilata Navîn anî meydanê, gelê kurd hate rojevê, vê carê bi hêza sebetên hilbijartinan, ew sebeta ku ev bi sedê salan e li Ewropa û Amerîkayê bûye sembola şarewanî û hevpejrandinê, ta ku bi rengekî ji rengan sebeta hilbijartinan tê peristin!
Ya herî baş di vê prosesê de berdewambûn e, hilbijartin çûn û aloziyên siyasetê û rêvebirên di praktîkê de dê bên meydanê.
Gava duwemîn ya giring çi ye? Piştî encamên hilbijartina derketin, birêz Selahedîn Demîrtaş di lêdwanekê de got: (Em bi sozê ku me berî hilbijartinan dayî ve girêdayî ne…), ev helwestek camêrane ye, lê ya rast di leystika demokratîk de ew e ku hemî partî li hemû dewletên cîhanê ji kêmayî ve nîvê (sozên xwe) dixwin, ev e siyaset?! Bi rengekî giştî sîstema leystika demokrasî û parlemanî ne sozdar e.
Bila soz û camêrî li cihê xwe be, lê pêwîst e xebat li gorî siberoja gelê kurd bibe…dîsa bila bizav li gorî destûr û yasa Tirkîyê bibe, lê ya girîngtir ew e ku xebatek dijwar û kûr bibe da ew destûr û yasa bê guhertin û li gor berjewendiyên gelê Kurdistanê ji nûve bê nivîsandin, herweha kar bibe da ku bawerîya xelkên kurd bi kurdayetîya wan bê, ango nema xelkên me li Tirkiyê ji kurdbûna xwe şerm bikin, û her kes bi qisekirina bi zimanê tirkî serbilind nebe, gerek xwe bi ziman û kultûra kurdî payebilind bikin, xwe bi peyva kurdî serbilind bibînin.
Ew propaganda nasyonalîzmên Tirkiye bi sedên salan kirî li dijî kesayetiya kurd wek mirov û regez, wek netew bête rawestandin û pûçkirin. Bi kurtî kurdîtî ji nûve bête vejîn û şiyarkirin, bi taybetî li rojavayê Tirkiyê. Çand û zimanê kurdî bên geşkirin, ta rade û astê ku şoreşek kultûrî li ser zemînê li darkeve.
Xebat bibe ji bo deverên kurdî bi saxlemî bên rêvebirin, civak ji aliyê aborî ve geş bibe, rola jinê aktîvtir bibe. Ya herî giring ew e zemîne ji sîstema federalîzmê û xweseriya deverên Kurdistanî re bê amade û dûzkirin, ji ber bêyî wê zemînê tu wate ji demokrasiyê re namîne.
Evê serkeftinê barekî giran li milê HDP kir. Kî bivê û kî nevê ew îro rahêjerê ala xebata kurdan e, ew ala ji dused salan ve li Bakurê Kurdistanê hatiye bilindkirin. HDP bû xudanê berhemê xwîna sedhezar şehîdên Kurdistanê, bû xwedanê pêmayê hemî şoreş û serhildanên Kurdistanî, berpirsyarîk mezin e, barek giran e, kurd hemî li hêvîya helwest û gavên durist in ku pêwist e li siberojê bên avêtin û şopandin.
Li dawiyê gerek e û layiq e hamî alîgirên HDPê kurdayetiyê li seranserê Tirkiye û Kurdistanê pêşve bibin, ne ku ji şerma encamê hilbijartinan Tirkiyebûnê biparêzin û tekez bikin, ev encam tenê keda kurdan e, û bi parastina berjewendîyên gelê Kurdistanê ev serkeftin rastî û karîgeriya xwe dê kûr û berdewam dike.

.jpg&w=3840&q=75)

