Senaryo û encamên vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Îraqê

07-02-2024
Zubêr Resûl
Nîşan Amerîka Vekişîn Îraq Sûriye Doza Kurd
A+ A-

Vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Îraqê çi wekî senaryo û çi jî wekî zexta hêzên dûvelankên Îranê, ne tiştekî nû ye. Ji serdema hikûmeta Malikî ve û heta niha, her tim çend hêzên naskirî li Îraqê daxwaza vekişandina hêzên Amerîkayê dikin.

Di rastiyê de, motîv û stratejiya Amerîkiyan qet ne ew e ku demeke dirêj li Îraqê bimînin. Hêzên Amerîkayê dawiya sala 2011an bi vîna xwe ji Îraqê vekişiyan lê demeke dirêj neçû DAIŞê bi lez nîvê Îraq û Sûriyeyê dagîr kir.

Loma Amerîka sala 2014an bi rêya biryara 2170yî ya Encûmena Asayişê û li ser daxwaza fermî ya Îraqê bi rêya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ji bo alîkariya leşkerî vegeriya Îraqê, xasma seba pêşkêşkirina piştgiriya esmanî û perwerdekirina artêş û hêzên çekdar ên Îraqê ku ev alîkarî heta niha jî berdewam dikin.

Bi rastî, ne xuya ye ku Amerîkî pir dilbijokên mayîna li Îraqê ne, lewra zû yan dereng, piştî hilbijartinên Amerîkayê di mijdara îsal (2024) de, dibe ku Amerîkî li ser daxwaza xwe ji Îraqê derkevin, nexasim di egera vegera Donald Trump a serokatiya Amerîkayê de lê vêga li jêr fişarên Îran û komikên milîs ku çend meh ji bo hilbijartinên Amerîkayê mane, vekişîna Amerîkayê tê wateya têkçûna siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Îranê.

Helbet tiştê ku bêtir çiraya kesk li ber milîs û hêzên siyasî yên Şîe ji bo derxistina Amerîkiyan pêxist, daxuyaniya serokê hikûmetê Mihemed Şiya Sûdanî ya piştî bombekirina baregeha hêzên Tevgera Nucebayê ya li Bexdayê bû.

Sûdanî êrişên Amerîkayê şermezar kirin û got "Em dê di demeke nêz de li Îraqê dawiyê li erkê Hevpeymaniya Navdewletî bînin."

Bêyî fişareke mezin ji aliyê hêzên Çarçoveya Hevahengiyê ve, Sûdanî naxwaze ku Amerîkî di vê rewşê de ji Îraqê derkevin çimkî ne dûr e ku dawiya dawîn vekişîna Amerîkayê serê hikûmeta Sûdanî jî bixwe.

Xuya ye ku vekişîna Amerîkayê ya ji Îraqê ku ev nêzî 20 salan e li Îraqê ye û roleke wê ya berbiçav di pêvajoya siyasî û hevkêşeyên navçeyî û navxweyî yên Îraqê de heye, bêguman dê gelek encamên wê li ser rewşa Îraqê û cînarên wê jî hebin ku em dikarin di çend senaryoyan de nîşan bidin.

Berî her tiştî, divê em zanibin ku vekişîna Amerîkayê bi tenê daxwaza hêzên Şîe ye. Ne Kurd û ne jî Sunî naxwazin ku Amerîka ji Îraqê derkeve çimkî her du jî dizanin ku vekişîna Amerîkayê tê wateya kontrolkirina hikûmet û dewleta Îraqê ji aliyê grûpên leşkerî û siyasî yên nêzî Îranê ve, di eynî çaxî de tê maneya dirustbûna hikûmeteke Îraqî ya zafî nêzî hikûmeta niha ya Tehranê.

Li Îraqê, Şîeyan gav bi gav dest danî ser her sê saziyên qanûndanînê (piraniya endamên wê Şîeyên siyasî ne), dadwerî (bi rêya Fayiq Zêdan) û saziya cîbicîkirinê jî (bi rêya hikûmeta Çarçoveya Hevahengiyê) kontrol kirin.

Egera vekişîna Amerîkiyan sînorên rêolî û etnîkî tundtir dike. Îraq dê dîsa li ser sê herêmên etnîkî û mezhebî parve bibe: Başûr û navîn ji bo Şîeyan, rojava û bakur (navçeyên Enbar û Mûsilê) ji bo Suniyan û li bakur jî Herêma Kurdistanê lêê hêzên Şîe dev ji herêmên Sunî û Kurdî bernadin da ku xwe bi rêve bibin, li şûnê bi tundî hewl didin hegemonyaya xwe bigihînin Enbar, Mûsil û Herêma Kurdistanê jî, îcar çi bi darê zorê be yan jî bi rêya avakirina hêzên siyasî û leşkerî yên xwecihî yên nêzî xwe be.

Milîs hewl didin cihên nakok ên wekî Deşta Nînowa, Kerkûk û Şingalê kontrol bikin. Egereke mezin jî heye ku ew wan deveran bi hêzên çekdar ên Heşda Şebiyê tije bikin, nemaze sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê ku beşek ji dirêjbûna hegemonyaya leşkerî ya Îranê ji Îraqê ber bi Sûriye, Libnan û Filistînê ve ye.

Ne dûr e ku wekî sala 2011an, vekişîna Amerîkayê careke din bibe sedema derketina pêleke nerazîbûn û xwenîşandanan li bakur û rojavayê Îraqê, ango navçeyên Sunî çimkî komikên milîs hewl didin hêza xwe bigihînin wan navçeyan, xasma sînorê li navbera Erebistana Siûdî û Urdunê.

Herwiha li parêzgehên Enbar û Nînowayê çend deverên Sunî hene ku heta niha jî ji aliyê milîsan ve nehatine valakirin, wekî navçeya Curfilsexrê (nêzî 60 km li başûrê rojavayê Bexdayê).

Dibe ku vekişîna Amerîkiyan dîsa bibe sedema çalakbûna şaneyên razayî yên DAIŞê. Em dizanin ku ev demeke hêzên DAIŞê li cihên cuda cuda yên Îraqê bi taybetî li Kerkûkê çalakiyan li dar dixin.

Diyar e ku DAIŞ her tim li ser nakokiyên etnîkî û mezhebî geş dibe û vekişîna hêzên Amerîkayê jî vê derfetê peyda dike, ji ber ku dibe sedema serdestiya milîsan li navçeyên Sunî herwiha li navçeyên cihê nakokiyê jî û ev jî dibe sedema derketina nerazîbûn û xwepêşandanên Kurd û Suniyan li hemberî komikên çekdar ên Şîeyan.

Vekişîna hêzên Amerîkayê dê hikûmeta Îraqê û saziyên Dewleta Îraqê zafî lawaz bike, ji ber ku hêzên çekdar ên Şîe dê serdestiyê li Hikûmeta Îraqê bikin. Bi ser de jî nemana Amerîkiyan dê asta qewimîna nakokiyên Şîe û Şîeyan bi xwe jî zêdetir bike, ji ber ku wekî tê zanîn hemû hêzên Şîe piştgiriya serdestiya siyaseta Îranê ya li Îraqê nakin.

Metirsiyeke din a mezin a vekişîna Amerîkayê ew e ku dê aboriya Îraqê rastî celebekî têkçûnê were  çimkî wekî ku em dizanin, serdestiyeke mezin a Wezareta Xezîneya Amerîkayê li ser dahata firotina petrola Îraqê heye ku nêzî ji sedî 90ê dahata Îraqê pêk tîne. Ev jî pir tê payîn ku metirsiya têkçûna nirxê pereyên Îraqê li hemberî dolarên Amerîkî zêdetir bike.

Serdestiya Îranê li devera Kendavê û Şamê wekî hêzeke herêmî ya bê hevrik lap wekî rola polîsî ya Îranê ye ku di serdema Şah de li Kendavê digerand. Ji ber ku wê demê ti hêzek ji bo rawestandina Îranê li herêmê namîne, bi taybetî ji ber nêzîkbûna Îranê ji Çîn û Rûsyayê, dê roleke mezin a navçeyî bi Îranê were dayîn, ku ev jî helbet metirsiyê li ser welatên Kendavê û Urdunê zêdetir dike. Îhtîmal e jî ku di dawiyê de cûreyekî polarîzasyona herêmî li navçeyê çêbike.

Vekişîna Amerîkayê dê herî zêde bandorê li ser rewş û statûya Herêma Kurdistanê bike. Herêma Kurdistanê dê ji her du pêkhateyên din ên Îraqê bêkestir bimîne, bi taybetî ku niha ti şiyaneke wê ya darayî nemaye ku bikare bêyî Bexdayê li ser lingên xwe bisekine.

Herwiha dibe ku vekişîna Amerîkiyan derzeke mezintir jî di navbera YNK û PDKyê de çêbike heta asta ku her du alî li ser du eniyên cuda parve bibin.

Herwisa dibe ku bibe sedema paşveçûna demokrasiyê û nemana opozîsyona siyasî li Herêma Kurdistanê. Rewşa Herêma Kurdistanê piştî vekişîna Amerîkiyan dikare bibe senaryoya herî trajîk li Îraqê, ji ber ku peywendiya di navbera Bexda û Hewlêrê de ne li ser hîmên destûrê lê li ser bingeha hêzê ava bûye.

Eger Amerîka vekişe, dê derbeke mezin li demokrasî, azadiyên giştî û mixalefeta Herêma Kurdistanê bikeve.

Îhtîmal e ku vekişîna Amerîkiyan ji Îraqê bibe sedem ku Amerîka ji bakurê rojhilatê Sûriyê jî vekişe û lawaz bibe, ji ber ku wê demê Amerîkî dê li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bimînin çimkî niha piraniya alîkariyên ku ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re tên şandin, bi rêya Herêma Kurdistanê tên hinartin, lê heke Amerîka vekişe Îraq û Tirkiyê rê nadin ku Amerîka alîkariyên xwe bigihîne Rojavayê Kurdistanê.

Ango hevahengiya Tirkiye û Îranê ya li Rojavayê Kurdistanê jî yek ji senaryo yan encamên vekişîna hêzên Amerîkayê ye.

Helbet nemana ezmûna Rojavayê Kurdistanê dê gelek encamên siyasî û derûnî li ser Doza Kurd li herêmê bi giştî û bi taybetî jî li ser Herêma Kurdistanê pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst