Gelo Berhem Salih dê bikeve nav vê qumarê?

04-09-2018
Rêbwar Kerîm Welî
Nîşan YNK PDK Talebanî Berhem Salih
A+ A-

Beriyara Hevpeymaniya Dr. Berhem Salih ya beşdarnebûna hilbijartinên 30ê îlonê yên Parlamentoya Kurdistanê tê wê wateyê ku hevpeymaniya wî wek platformeke siyasî ji bo qazanca Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê xwe vedikişe.

 

Ev yek hê di destpêkê de diyar bû, ku dema lîsteyên namzedan dihatine amadekirin, eger niyeta Berhem Salih a ji bo beşdarbûna hilbijartinan heba dê xwe bikira serokê lîsteyê û navê du kesên xwedî ezmûn jî di lîsteya wan de dibû. Dema ev yek nekir diyar bû ku proseyek li gel malbata Talebanî, polîtbûroya YNKê û herwiha li gel PDKê jî dest pê kiriye.

 

Rojên derbasbûyî bi tevê beyanemeya bi navê Hêro Îbrahîm Ehmed (ku dibe xwîşka wê Şanaz an jî Mele Bextiyar nivîsî be) hatibû nivîsandin û behsa xisletên namzedê YNKê yên ji bo postê serokomariyê dikir, Pavêl Talebanî yê kurê mezin ê Talebanî bi eşkere ji serkirdetiya PDKê re ragihandiye ku Berhem Salih namzedê wan e ji bo postê serokomariyê û di asta bilind de jî karê jêr bi jêr kiriye.  

 

Tabloya niha herweke ya 2014ê ye ku wê demê çend berbijêrên serokomariyê yên YNKê hebûn. Ji aliyeyê ve Necmedîn Kerîm, niha jî Mele Bextiyar bêyî vegera polîtbûroyê xwe dike namzed! Mala Mam Celal, Fûad Mehsûm û polîtbûroyê jî Berhem Salih wek berbijêr nîşan dida. Niha jî heman tas û heman hemam e. Encûmena serkirdetiyê zavayekî Mam Celal kiriye berbijêr, Mele Bextiyar pirsgirêka xwe ya dîplomayê ji înternetê çareser kiriye û dibêje ew namzed e, Fûad Mehsûm dixwaze li cihê xwe bimîne, Berhem Salih wek cara berê di cihê xwe de ye, bi wê ciyawaziyê ku vê carê kurên Talebanî li pişt wî ne. PDK jî serbar û binbar!

 

Li gorî hemû pîvanan jî Berhem Salih ji hemû kesên ku navê wan ji bo berbijêriyê derbas dibe û qaşo ji rê û rêbaza Mamê Mezin qut nebûne, bi jêhatîtir e lê eger nekare bêyî rikeberî bikeve nav vê lîstokê, ev yek dê  bibe dawiya jiyana wî ya siyasî. Îro ji hemû deman zêdetir pêwîstiya mala Talebanî bi wî zilamî heye, eger rast bikin, nabe ti rikberekî ji bo wî daynin. Herwiha herwek di kateloga serokomarî ya YNKê de hatiye destnîşankirin, divê razîbûna tevahiya birayên PDKê jî werbigrin.

 

Kûdetaya nav YNKê

 

Hewldanên du kurên Talebanî yên ji bo destdanîna ser YNKê zêdetir bûye. Di vê oxirê de kesên pêwîst be li cem wan be, wî/wê dihewînin û ew ên ku li hember wan asteng in jî vedimalin û berteref dikin.

Niha YNK bi ser sê bereyan de dabeş bûye, bereya yekemîn kurên Talebanî (û Mele Bextiyar ê wesî), Kosret Resûl û beşeke polîtbûroyê, beşa sêyem jî Lahûr Cengî û beşeke ji endamên encûmena serkirdetiyê.

 

Kurên Talebanî li tiştekî piştrast in ku ne mala Barzanî û ne Kosret Resûl û kurên wî, ziyanê nagihîne wan û eger pişta wan negrin dijitiya wan jî nakin. Lê tişta niha bûye metirsî li ser diberoja desthilata wan zirpismamên wan in û beriya hemûyan jî Lahûr e, ku di serdema desthilata wan de pir bihêz bûye. Di cejnê de rê nedan Qubat serdana gora Newşîrwan Mistefa bike lê Pavêlê birayê wî çend roj piştî wî çû ser gora Newşîrwan Mistefa û Fatihe xwend!

 

Liv û tevgerên Lahûr ji bo dirûstkirina dezgeheke mezin a medyayê û komkirina makîneya terorîzma hizrî li derdora xwe, ji bo hemû kesên ku xizmeta projeyên Qubad û Pavêl dikin destpêkeke metirsîdar e.

 

Heta wê astê ku devrastê hizrî yê di nav serkirdetiya YNKê de (Ferîd Eseserd) zenga du îdarebûnê lêda! Bêguman eger hewldanek ji bo vê yekê hebe û bixwazin Kurdistanê ber bi du îdarebûnê ve bibin, PDK ne ne ku keyfxweş nabe heta dê wan pîroz jî bike. Di dema civîna çapemeniyê ya li gel Berhem Salih de bersiva Nêçîrvan Barzanî ya li ser vê pirsê zelal û eşkere bû. Lewma hêzên reş ên YNKê yan dê spî bibin û yan jî dê hewla destbiserdegirtina YNKê bidin.

 

Mikurhatinên Pavêl

 

Bi armanca bicîhkirina pêgeha van herdu kurên Talebanî çend caran vê malbatê bi nêhînî serdana Serok Barzanî kirine. Li gorî zanyariyan di serdana dawiyê de, ku mebesta Pavêl ew bûye “xwe ji gunehan rizgar bike”, li ser bûyerên 16ê Cotmehê bi hûr û kûr mikur hatiye, ku herdu zirpismamên wî û ew bi xwe jî di nav de bûne.

 

Di vir de tişta giring ew e ku herdu alî dixwazin webalê dîrokî yê wê karesatê bixin stûyê hev. Beriya niha jî Lahûr daxwaz ji parlamentoyê kiribû komîsyonekî pêk bîne û ji bo derxistina rastiyan lêkolînê bike. Niha jî Pavêl Talebanî hewl dide xwe, dayik û birayê xwe ji vê îxanetê bêpar nîşan bdie û bêje bi wî dane kirin. Ji xwe 16ê Cotmehê di hevpeyvîneke televîzyonî de îmzeya endamên serkirdetiya YNKê li pêş çavê kamerayê bilind kir, ku li ser rêkeftina ligel Heşda Şeibî bû ji bo valakirina çeperên şer!

 

Divê naveroka wan rûniştina were eşkrekirin ji bo dîroka pir bi îxanet û xebata Kurd di tariyê de menîne û ew ên îxanet kirine rûbirûyê dadgeha gel bibin. Lê Kurdistan beheşta xayînan e!

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst