Roja 2ê Îlona 2018ê wek şanderê Tora Medyaya Rûdawê beşdarî hevpeyvîna hevbeş a çend televîzyoneke navdar a li gel Serokwezîrê Iraqê û Serokê Lîsteya Nesir Heyder Ebadî bûm. Min heft pirs amade kiribûn ku pêşkeşî Ebadî bikim. Pirsa pêncemîn ev bû; “rastiya wan raportan çi ye ku behsa hebûna baregahên mûşek û kargehên berhemanîna mûşakên Îranê li Iraqê dikin?”
Demjimêr 4ê êvarê em gihiştine Koşka Serokwezîrtiyê ya li Bexdayê. Destpêkê li jûra pêşwaziyê em hatine pêşwazîkirin heta hemû rojnamevanên hatine vexwendin gihiştin, ku hejmara wan bi tevî min 10 kes bûn. Sazkarê hevdîtinên Ebadî hate cem me û her yek ji me kaxizek da destê me û got: “Tikaye, mafê her yek ji we heye tenê du pirsan ji Serokwezîr bipirsin û kerem bikin pirsên we amade kirine di vê kaxizê de binivîsin.”
Min jî peywendî bi Rêveberê Giştî yê Rûdawê kir û jê re got, ku ji heft pirsên destê min de tenê mafê me yê du pirsan heye, kîjan ji wan hilbijêrim? Diyare ku Kak Ako di nav civîna plandanînê bû û got, ku vaye hevkarên din jî li vir in.
Min pirsên xwe dubare xwendin û hemû jî di wê nêrînê de bûn ku pirsên li ser helwesta Kurdan jê bipirsim; “ji bo pêkanîna fraksiyona herî mezin a Parlamentoya Iraqê Kurdan xwe nedane pişta ti aliyekê, nêrîna te ya vê derbarê de çi ye?”
Pirsa duyemîn jî li ser Kerkûkê bû; “çima naxwazî li ser Kerkûkê li gel aliyên kurdî guftûgo bikî, ku vê yekê aliyên Kurd ture kiriye?”
Wê kêliyê Rêveberê Giştî yê Rûdawê ji hevkaran re got, ku ev herdu pirs ji bo temaşevanên Kurd giring in. Lewma bila nêrîna we be lê pirsa derbarê mûşekan de dê li cîhanê zêdetir deng vede. Min jî wê demê li ser telefonê got, dibe yek ji wan rojnamevanên tevlî hevpeyvînê dibin pirseke wiha amade kiribe.
Çend xulek beriya destpêkirina hevpeyvînê vê carê ji me re gotin, ku tenê mafê me yê pirskirina pirsekî heye! Ti dem ji me re nema û ji xwe telefonên me jî hatibûn wergirtin, êdî min hizra wê yekê dikir ka kîjan pirsê bipirsim.
Paşî min di hizra xwe de sê pirs kirin pirsek û ev pirs jî min di deftera xwe de nivîsîn; “ji bo pêkanîna fraksiyona herî mezin a Parlamentoya Iraqê Kurdan xwe nedane pişta ti aliyekê, nêrîna te ya vê derbarê de çi ye? Çima te gotine bi ti awayî li ser Kerkûkê li gel aliyên Kurdî guftûgo nakim, ku vê yekê jî aliyên Kurdî nîgeran kiriye? Gelo hûn ji vê yekê razî ne ku li Kerkûkê bi ser baregahên partiyên Kurdî de têgirtin û bi kom serokên beşan û fermangehan ji kar tên dûrxistin?
Li ser van pirsan Ebadî got: “Me ti kes û aliyek neçar nekiriye ku Kerkûkê bicîh bihêlin.” Wê kêliyê demildest şewitandin û hilweşandina xaniyên xelkê Xurmatû hate berçavê min. Dubare min mîkrofon girte destê xwe û pirs kir: “Başe tişta ku li Xurmatû çêbû çi bû?” Serokwezîrê Iraqê li ser vê pirsê got: “Ew tawaneke mezin bû.”
Di nav pirsên her 10 rojnamevanan de ti pirsyareke ku Rûdawê amade kiribûn nebûn. Piştî bidawîbûna hevpeyvînê Ebadî got: “Ecêb e ku yek ji we jî pirsa wan raporan ji min nekir behsa hebûna baregah û kargehên berhemanîna mûşekên Îranê li Iraqê dikin.”
Wê kêliyê min demildest jê pirs kir: “Çima ma qey ew îdîa rast in?”
Heyder Ebadî got: “Bi ti awayî ew raport nerast in û dûr in ji rastiyê. Kî bawer nake bila were û bêje vaye lşi vir kargeh û baregahên mûşekan hene. Herwiha ma çima kargehên mûşekên Îranê li Iraqê hebin?”



.jpg&w=3840&q=75)