Hewlêr (Rûdaw) - Malbatên Kurd ên ku ji Bakurê Kurdistanê koçî Almanyayê kirine, li gundê Ertingenê yê navçeya Biberachê ya eyaleta Baden Wurtembergê ve hatin ba hev.
Wan li ber alayên Kurdistan û Almanyayê bi govendên Kurdan dest bi Festîvala Civîna Kurdan kir.
Ev festîvala yekem a Kurdan e ku li wî gundî tê lidarxistin.
Festîval bi pêşengiya Vedat Sakê ku ji Şirnexê koçî wî gundî kiriye û hevalên wî hate sazkirin.
Îsmaîl Erkê ku ew jî ji Şirnexê koçî wir kiriye diyar kir ku ew gelekî dilşad in û got:
"Îro rojeke gelekî xweş e. Li vê xerîbiyê ev qas miletê me bi yekitî û bi tifaq li dor hev kom bûye.
Ev yek cihê şanaziyê ye. Em ji ber keda wan, hemû malbatên xwe pîroz dikin û spasiya wan dikin.”
Biyanî jî beşdar bûn
Ji bilî Kurdan, malbatên Alman û koçberên Ukraynî, Efxan û Tirk jî beşdarî festîvalê bûn.
Koçberê ji Efxanistanê Hafiz jî dilxweşiya xwe wiha anî zimên:
"Li vê derê şahiyeke gelekî xweş heye. Her tişt gelekî baş e û ez ji bo her kesî silavên xwe dişînim."
Koçbera ji Erzîromê Gonulê jî nêrînên xwe wiha anîn zimên, “Rojeke gelekî xweş e û organîzasyoneke gelekî serkeftî ye.
Spas ji bo her yek ji wan hevalên ku ked daye. Em gelekî kêfxweş in ku li vê derê bi we re ne.”
Keda jinan derket pêş
Di festîvalê de bar û keda herî mezin li ser milê jinan bû.
Jinan bi hev re xwarinên taybet ên Kurdistanê amade kirin û pêşkêşî mêvanên festîvalê kirin.
Hamît Edîzê ku ji Mêrdînê çûye Almanyayê diyar kir ku her malbatê xwarinên gelekî xweş çêkirine û got:
"Em hemû li vir civiyane. Wekî hûn dibînin ev dolmeyên me yên navdar ên pîvaz û pelan in.
Em 10-15 malbat hatine vê derê, destê hemûyan sax be.”
Necla Elkeya ji Bakurê Kurdistanê jî got, “Îro em mêvanên Mamoste Îsmaîl in. Spas ji bo her kesî, gelekî xweş bû.”
Almanan xwarinên Kurdan tam kirin
Mêvanên biyanî, bi taybetî jî niştecihên Alman ên gund bi saya festîvalê derfet dît ku xwarinên Kurdewarî û çanda Kurdan ji nêzîk ve nas bikin.
Rozziya ku ji gundê Ertingenê ye, diyar kir ku ew wekî yek ji rîspiyên Alman hatiye vexwendin û pê de çû:
"Ez gelekî matmayî û kêfxweş bûm ku ev qas xwarin li vir hene.
Jin gelekî kedkar in û wan ev qas tişt amade kirine. Ji bilî vê jî hemû xwarin gelekî bitam in. Her tişt gelekî xweş e."
Serokê Cemaeta Katolîk a Dêra Ertingenê Michael Stork jî ev agahî dan:
"Gelekî spas ji bo vê vexwendina dilgerm. Spas ji bo vê festîvala çandî ya gelekî bedew û xwarinên bitam.
Ez gelekî kêfxweş bûm bi vê hevgirtinê. Her wiha ez bi axaftinên baş ên ku me kirin gelekî dilşad bûm."
Lîstik û pêşbirk jî hatin lidarxistin
Di festîvalê de ji bo biçûk û mezinan lîstik û pêşbirkên cuda jî hatin lidarxistin.
Ezîzê ji Amedê bal kişand ser hewaya festîvalê û got, “Tiştekî gelekî xweş e.
Em hemû hatin ba hev û gelekî xweş derbas bû. Ez gelekî spasiya wan dikim ku wan ev festîval organîze kiriye."
Kurdên ji Bakurê Kurdistanê cara yekema 2022yan koçî gundê Ertingenê kiriye û niha 8 malbatên Kurd li vî gundî dijîn.
Armanca wan ew e ku di salên pêş de vê festîvalê mezintir li dar bixin û Kurdên ji herêmên din ên Almanyayê jî bînin ba hev.


