Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku rêberê berê yê welêt Elî Xamineyî beriya ku were kuştin ji wî re gotiye divê ew bi Amerîkayê re ji rewşa ''ne şer û ne aştî''yê derkevin.
Pizîşkiyan her wiha got, ''Em dê paşve gav navêjin lê em dikarin rûnin û bi awayekî lojîkî pirsgirêkan çareser bikin.''
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di daxuyaniya xwe ya dawî de behsa pêwîstiya bidawîkirina şerê bi Amerîkayê re kir.
Pizîşkiyan ragihand ku ev ne tenê nêrîna wî ye, heman dîtina Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî jî hebû.
Elî Xamineyî di êrişeke Amerîka û Îsraîlê ya li ser Tehranê de hatibû kuştin.
Xamineyî çi ferman dabû?
Li gorî gotinên Mesûd Pizîşkiyan, Xamineyî beriya ku were kuştin di civînekê de ji wî re gotiye:
''Pêwîst e em ji rewşa ne şer û ne aştî derbas bibin. Cenabê wî çend caran ferman dabû ku divê em vê yekê bikin.''
Hinek parlamenter û berpirsên Îranê rexneyan li gotinên Pizîşkiyan digirin û bidawîkirina şerê bi Amerîkayê re wekî ''teslîmbûnê'' dibînin.
Serokkomarê Îranê li ser vê yekê got, ''Biryar nîne ku em serî bitewînin û li hemberî dijmin bi zeîfî paşve gav biavêjin.
Em dikarin di lûtkeya desthilat û hêzê de rûnin û bi hişmendî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bêguman ev pêkan e.''
Peymana Îslamabadê
Mesûd Pizîşkiyan di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi Peymana Îslamabadê kir.
Ev peyman 18ê Hezîrana 2026an di navbera Tehran û Washingtonê de ji bo bidawîkirina şer hatibû îmzekirin.
Pizîşkiyan da zanîn ku hemû endamên Konseya Bilind a Asayîşa Niştimanî ya welêt ev peyman qebûl kiriye.
Ev çend car in ku Serokkomarê Îranê behsa pêwîstiya bidawîkirina şerê bi Amerîkayê re dike û her carê jî rastî rexneyan tê.
Berteka parlamenteran
Parlamenterê Îranê Mehmûd Nebeviyan di berteka xwe ya li hemberî gotinên Pizîşkiyan de, li ser Xê nivîsî:
''Mixabin hinek kes şîroveyên xelet dikin û ji bo ku armancên xwe bi pêş bixin tohmeta şerxwaziyê diavêjin stûyê xelkê.''
Mehmûd Nebeviyan di beşeke peyama xwe de rasterast navê Serokkomarê Îranê jî hilda û got:
''Birêz Serokkomar, di vê rewşê de mebesta ji agirbestê teslîmbûn e.''
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)