Tîra Rûdawê ber bi kû ve diçe?

01-06-2024
Mihemed Sefar
Nîşan Rûdaw Tîr
A+ A-

Nûgerî û dahênan di ragihandinê de du stûnên sereke yên baweriya Tora Medyayî ya Rûdawê bûn ji roja yekem a damezrandina wê ve û paşê berfirehbûna torê di 2013an de. Ji wê demê ve her nûbûneke ku di medyaya Kurdî de hatibe dîtin an ji Rûdawê bû yan jî çavkaniya wê ji Rûdawê hatiye wergirtin.

Ji her kesî re eşkere ye ku nêrîna Rûdawê li ser medyayê ji hemû saziyên berî wê û piştî wê cudatir e, ji ber ku bi hatina Rûdawê ya nav medyaya Kurdî re, arasteya kevneşop û awayê xebata ragihandinê guhert û derfeteke nû derxist holê û medyaya Kurdistanê ber bi rêyeke cuda ya tijî bawerî û nûjenî ve ajot.

Ev yek jî encama ked, plan û hişekî stratejîk ê afirîner di pêşkêşkirina nûçe û agahiyan ji bo bîner, guhdar û xwîneran de bû. Rûdaw her bi vî awayî tim û dayim li jêr berpirsiyariya dirûşma "yekama bê hevrik" bû, ji ber ku Rûdaw niha li ser asta Kurdistan, Îraq, Rojhilata Navîn û cîhanê markayeke medyayî ya mezin û navdar e.

Afirandinên Rûdawê pir in. Meriv ji kîjan hêlê ve lê binêre, matmayî dimîne û nûjeniyê dibîne. Ev du sal in me trendeke nû ya medyaya xwe ya dîjîtal çêkiriye ku ew jî sembola salê ye.

Sembola salane ya Rûdawê çi ye?

Di her salvegereke Rûdawê de, piştî lêkolîneke berfireh a plan û stratejiya ku Rûdaw ji bo berpirsiyariyên ku dê di sala nû de têxe stûyê xwe datîne, herwisa piştî vekolîna plan û şêwaz û prensîna karkirina rojnamevan û armanca salê, Rûdaw Dijîtal hemûyî di sembolekê de xêz û berhev dike. Wisa vîzyona rojnamegeran zelaltir dibe ji bo karkirina seba wê armanca ku di semola wê de hatiye xêzkirin, ji bo bicihanîna wê û nîşandana sûprîzên zêdetir jî kar dikin.

Vê pêngavê di salvegera 10an a Rûdawê de dest pê kir û karwanê wê dê dûrdirêj be. Par me sembola şahê kişikê xêz kir, nola rengvedana siya logoya Rûdawê ku hevahengiyek bû ligel roj û agirê pêkhateya endazeyî ya logoya Rûdawê çimkî piştî 10 salan ji ragihandina Rûdawê, tişta ku heq dikir tenê şahîtî bû.

Di kişikê de parçeya herî girîng şah e. Şah dikare xaneyeke tenê ber bi hêlekê ve bilive ku divê ev livîn zaf stratejîk be û divê xwe nexe nav kişekê (çêk). Şah her tim li cihê xwe giran e û dûrî xaneya cînarê biçûk e, li şûnê gaveke wî ya kit besî kiş û matkirinê ye. Ev ne tenê semboleke asayî bû, lê gelek plan û armanc li pişt tabloyê hebûn. Mebesta min plan û armancên ku me danîbûn ji bo ku Rûdaw dîjîtal rekoreke kesnedîtî bi dest bixe û me ev yek kir jî.

Di salvegera xwe ya 10an de, Rûdawê asta milyonî ya bîneran derbas kir û gihîşt asta milyarî. Em dikarin bibêjin ku ev yek ji bo medyayeke Kurdî xewnek e. Herwisa bidestxistina 11 xelatên wekî Xelata Stevie ya rûmalên berfireh û bernameyên bêhempa, xelata Webby a cîhanî ku nola "Oscara înternetê" tê nasîn û çend xelatên din ên navneteweyî û navxweyî bûn îspata ku erê, Rûdaw şah e.

Divê em bizanibin ku Rûdaw sînoran nas nake. Çi astengî li ber wê hebin jî, bi lojîka karkirina yekemîn û li pêşbûna bi çend gavan, dikare bigihîje armanca ku ji xwe re diyar kiriye.

11 sal û du tîr

Di 11emîn salvegera avakirina Rûdawê de, du tîr derdikevin. Rûdaw xwediya kevanê ye û armanca xwe diyar dike. Vêga tîrên me mîna tîrêjên tava logoya me belav dibin. Hilgira kevanê armanca xwe bi dîtineke cîhanî diyar dike. Tîra Rûdawê bi awayekî hatiye çêkirin û dîzaynkirin ku armanca wê ne tunekirin e, lê arasteya rêveçûnê û nasnameya armancê bi awayekî zelal nîşan dide.

Di çandên berî dîrokê û dîroka nû de jî, pergala çeka mewdayî tîr û kevan bû. Ev tîr ji aliyê her kesî ve bi bikaranîna kevanê ji bo destnîşankirin û hingavtina armancê ye. Merema min ji çeka mewdayî ew e ku hemî tekezî li ser wê armancê be ku li ber wê ye ne ku çend faktor bibin sedema guherîna keşa armancê. Rûdaw bergekek nû û wateyeke nû dide wê çekê, qonaxên klasîk û dîjîtal tev li hev dike da ku li gorî xwesteka hemûyan be.

Li vir Rûdaw hem xwediya tîrê hem jî kevanê ye. Rûdaw çê dizane li ku, kengî û çawa wê tîrê ji bo kîjan armancê bi kar bîne. Bi tîreke ku wateya sînorên erdnîgarî jî hildigire, em armanceke mezin a cîhanî dihingêvin. Rûdaw ev e û bi karînên sînordar armancên cîhanî destnîşan dike û keleman nas nake. Li dawiyê jî dê suprîzên wê ji we re hebin û xwe bi destkeftan nîşan bide.

Ji bilî her du tîrên ku paralel in û bi stûnî sekinîne, hejmara 11an çêkirina û berê wan li asoyeke geş e. Herwisa ew 11 tev li 11 tîrêjên logoya Rûdawê dibin û taveke teyisî pêk tînin. Gava roj û tîra te hebin, zehmet e kes bikare xwe li ber te bigire!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst