Dibe ku bihîstina vê gotinê û binavkirina Almanyayê wekî goristana jinan, ji bo kesên ku wêneya Almanyayê bi wî awayî di hiş û ramana wan de çikiyaye, şok be; Almanya welatê azadî, demokrasî, dadperwerî, wekhevî û mafên mirovan e.
Lê eger hûn rastiyê bixwazin, di rastiyê de jiyana li Almanyayê ne bi wî awayî ye ku ji dûr ve wêneyekî helbestî jê re hatiye çêkirin.
Eger em tenê tundiya nav malbatê û kuştina jinan wekî mînak wergirin, wê demê li gorî amarên ku salane ji aliyê Rêveberiya Polîsê Tawanan a Almanyayê ve tên belavkirin, rêjeya tundiya nav malbatê bi sed hezaran e û sal bi sal jî bilindtir dibe.
Kuştina jinan jî li Almanyayê bi awayekî wisa ye, eger ne her roj be jî, herî kêm di sê rojan de du jin tên kuştin ku ev jî ji welatekî paşketî wekî Efxanistanê zêdetir e. Ma ev ne şok e?
Ji ber pîşeya xwe nola rojnameger û lêkolerekî di şopandina tawanan de, xasma ku min di salên borî de di vî warî de kar kiriye û niha jî li Almanyayê li pey çend dozan im, ez gihîştime wê encamê ku dibe ji bo Almanyayê şok be, eger ez bibêjim ku rêjeya tundiya nav malbatê û kuştina jinan, beşeke mezin jê bi yasayên Almanyayê bi xwe ve girêdayî ye.
Bêguman her kesê ku guhê wî li vê gotinê be, dê jê re bibe pirs, çima yasa dibe sedema zêdekirina tundî û tawanan, di demekê de ku yasa ji bo rêgirtina li tawanan e?
Berî her tiştî, divê em dabaşa du tiştan derbarê yasayê de bikin, ya yekem hevrêbûna yasayê bi çand û kevneşopiyên civakê re ye.
Tiştê duyem ew e ku yasa, ji bilî prensîpa xwe ya giştî ku rêkxistina têkilî û jiyana takekesên nav civakê ye, du erkên wê yên din jî hene. Ew jî rêgirtina li encamdana tawanê û cezakirina tawanbaran e.
Derbarê bihevrêbûna yasayê bi çand û kevneşopiyên civakê re, nifûsa Almanyayê 84 milyon kes e, ji vê hejmarê nêzîkî 15 milyon ne Alman in.
Çand, kevneşopî, ol û gelek tiştên wan cuda ne lê yasayên wan bi awayekî giştî û bi liberçavgirtina kevneşopî, ol û çanda Almanan hatine derxistin.
Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ku çand, ol û kevneşopiyên 15 milyon kesan li ber çavan nehatine girtin.
Derbarê du erkên din ên sereke yên yasayê de, (rêgirtin li tawanê û cezakirina tawanbaran), bo mînak di yasayên taybet bi trafîkê de, her kesê ku (bi serxweşî) otomobîlê biajo, cezayên giran lê tên birîn.
Tevî ku hê tawan encam nedaye û bûyer çênekiriye, lê ji bo ku pêşî li tawan û bûyeran bê girtin, proseya (ajotina bi serxweşî) wekî tawan hatiye hesibandin.
Yan jî rêyeke ku leza wê hatiye diyarkirin, her kesê ku ji wê zêdetir bajo, tê cezakirin. Ev ji bo çi ye? Bêguman ji bo wê yekê ye ku pêşî li bûyer û bobelatan bigire.
Di pirs û mijareke hestyar de ku rasterast girêdayî zêdebûna hejmareke berbiçav a tundiya nav malbatê û kuştina jinan li Almanyayê ye, dewlet berpirsiyar e ji serederiya xerab a bi wan herdu erkên yasayê ku rê li ber ewqas tawanan xweş kiriye. Ew jî mijara (namûsê) ye.
Li gorî amar û amarên (Rêveberiya Polîsê Tawanan), hema hema hemû tundî û kuştin di nav civakên ne-Alman ên nav civaka Almanyayê de ne.
Zêdeyî 90% ji bûyerên kuştin û tundûtûjiyê ji aliyê mêr, bira û xizmên jinan ve hatine kirin û rasterast girêdayî pirsa namûsê ne.
Pirsgirêk çi ye? Bi zelalî û eşkere, mijara seksê li Almanyayê nakeve çarçoveya tawanê. Tenê eger di rewşekê de tundî û kotekî lê hatibe kirin, yan jî kesekî bi temen mezin bi kesên di bin 18 saliyê re têkilî danîbe ku ev jî di nav Almanan bi xwe de gelekî kêm e.
Divê yan Almanan rê nedaba kesên ne-Alman werin nav welatê wan, yan jî ji ber ku Almanyayê rê daye û bi qasî çaryeka civaka wê ji kesên ne-Alman pêk tê, ji bo aramiya civakî ya wî welatî pêwîst e di cîbicîkirina yasa û rêgezên xwe de çand û kevneşopiyên wan bi milyonan welatiyan li ber çavan bigire.
Li Almanyayê tiştek bi navê (xiyaneta zewacê) nîne. Jin yan mêr xiyanetê li hevjînê/a xwe nake, heta ku her du alî ji hev hez bikin bi hev re ne, kîjan alî yê din nexwaze, naçe bi dizî dostekî/ê ji xwe re nagire, xiyanetê lê nake û ji hev cuda dibin.
Ti bend û birgeyek nîne ji bo cezakirina kesekî ku têkiliyeke nerewa li gel kesekî ku hevjînê wî/wê hebe deyne, ji ber ku ev tişt di nava Almanan de nîne, yasa jî ji bo tiştekî ku hebe tê derxistin.
Berê yasayek hebû ku danîna têkiliya seksî bi jineke bi mêr re mîna tawan dida diyarkirin, lê ew yasa jî ji sala 1969an ve kar pê nayê kirin. Koka kêşeyê ev bi xwe ye.
Sedema sereke ya wê rêje û hejmara zêde ya tundiya malbatî û kuştina jinan li Almanyayê vedigere ser vê pirsê. Çima min di destpêkê de got têkiliya wê bi yasayên Almanyayê ve heye, ji ber ku hin yasayên wan hene ku girêdayî malbat, berdan, pirsa zarok û mîrasê ne, yasa ne dadperwerane ye û gelek alîgiriya jinê dike, ev yek ji bo kesên ku asta hişyariya wan lawaz be, bi xerabî tê bikaranîn.
Bi taybetî di dema hebûna kêşeyeke malbatî de yan jî piştî hevberdana hevjînan, bes e ku jin (eger bi derewan jî bêje metirsî ji aliyê hevjînê min ve li ser min heye) hikûmeta Almanyayê bav ji dîtina zarokên wî bêpar bike, bav ji bo cihekî pir dûrî zarokên xwe tê dûrxistin. Her bav nikare li ber wê rewşa derûnî û nedadiyê rabe û tola xwe ji jinê hildide.
Ji aliyekî din ve, di bûyerên (xiyaneta zewacê) de, li gorî yasaya Almanyayê eger kesek zilamekî li mala xwe bigire ku têkiliyeke nerewa bi jina wî re heye, mafê wî nîne ti êşeke laşî û derûnî bide wî zilamî.
Herwiha eger ti tundûtûjiyekê li hember jina xwe jî bikar bîne, li gorî yasayê wekî tawanbar tê dîtin. Di wê rewşa derûnî de mêr jina xwe dikuje. Niha li Almanyayê ev bûye diyardeyeke rojane.
Li vir mirov hest bi durûtiyeke eşkere ya sîstema rêveberiya welatê Almanyayê dike, ji aliyekî ve bi sedan yasayên wê yên taybet bi mafên jin û zarokan hene, li hember jî salane mirov bi sedan bûyerên kuştina jinan dibîne û bi hezaran zarok sergerdan dibin.
Dema jinek tê kuştin, karesat ne tenê kuştina jinê bi xwe ye, ku gelek caran tawan li ber çavên zarokên wê çêbûye, şop û bandorên wê yên derûnî li ser zarokên wan heta hetayê eger ji kuştina jinê zêdetir nebe, ne kêmtir e.
Çawa ku di yasayên trafîkê de gelek rênimayên yasayî hene ku rê li ber çêbûna bûyer û tawanan digirin, diviyabû di pirseke wiha de ku bûye diyardeyeke rojane û sedema wê jî eşkere ye û girêdayî (namûsê) ye, rênimayên yasayî hebûna da ku tawan çênebe.
Lê ji ber ku ti qedexeyeke yasayî nîne ku rê li ber vê pêvajoyê bigire, gelek kesên ku ji welat û civakên paşketî hatine û fena ajelên kovî ev azadî ji xwe re bikar anîne û bi sedan malbat sergerdan kirine bêyî ku ti cezayekî wergirin.
Tewra dema ku ji ber zilamekî ku têkiliya nerewa bi çend jinan re daniye, ev yek dibe kêşe û jin ji aliyê bira yan hevjînê xwe ve tê kuştin, ew mêrikê ku sedema li pişt kuştina jinê ye, ti cezayekî wernagire.
Ango, wekî cezayekî pêşwext nîne ji bo rêgirtina li çêbûna wê tawanê, piştî encamdana tawanê jî ti bend û birgeyeke yasayî nîne ji bo cezakirina sedemkar.
Divê ew rastî li ber çavan bê girtin ku azadî bê berpirsyarî, dibe serberdayîbûn. Bikaranîna wê azadiyê li Almanyayê, salane bûye sedema kuştina bi sedan jinan û sêwîkirina bi hezaran zarokan.
Heta ku rêkareke yasayî ji bo rêgirtina pêşwext li sedemên li pişt kuştina jinan neyê dîtin, amarên kuştina jinan dê her û her zêdetir bibin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



.jpg&w=3840&q=75)