Şerê Îranê ji bo sektora enerjiya Amerîkayê rewşeke bi tevahî neasayî çêkiriye. Di demekê de ku welatiyên Amerîkayê di bin zexta bihabûna berbiçav a nirxê sotemeniyê de ne, şirketên hilberîna petrol û gazê yên Amerîkayê kareke gelekî mezin bi dest xistine.
Ji ber vê yekê jî di navbera şirketên hilberîner ên ku bi milyaran dolar kar kirine û malbatên ku neçar in ji bo benzîna otomobîlan û sotemeniya germkirina malên xwe pereyên zêdetir bidin de valahiyeke berfireh a aborî çêbûye.
Bandora vî şerî ji bilindbûna nirxê bermîleke petrolê gelekî zêdetir e. Şer pêgeha stratejîk a Amerîkayê ya wekî yek ji herî mezin ên hilberîner û hinardekarên enerjiya cîhanê xurttir kiriye û bi milyaran dolar dahata nû ji wî welatî re misoger kiriye.
Di heman demê de vê rewşê beriya hilbijartinên nîvdemî yên Çiriya Paşîna 2026an, ji bo îdareya Trump pirsgirêkeke mezin a siyasî çêkiriye. Dibe ku sektora petrol û gazê ji şerê Îranê sûd wergirtibe lê ji bo dengdêrê Amerîkayî ya herî girîng ew pere ye ku li benzînxaneyan ji berîka wî derdikeve û dawiya mehê ji hesabên wî yên bankê kêm dibe.
Ji şoka enerjiyê ber bi derfeta hinartinê ve
Bandora yekem a şerê Îranê li ser nirxan bû. Piştî destpêkirina şer a di 28ê Sibata 2026an de, ji ber rawestana çûn û hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê, dabînkirina enerjiyê ji aliyê welatên Kendavê ve bi rêjeyeke berbiçav asteng bû.
Li gorî Birêvebiriya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA), nirxê bermîleke petrola xav a brentê di meha adarê de nêzîkî 120 dolaran bû, di meha nîsanê de gihîşt 118 dolaran û di meha Îlonê de jî bi navînî 114 dolar bû.
Pêşbîniyên meha çiriya pêşîn ên wê saziyê nîşan da ku nirxê navînî yê petrolê di çaryeka çarem a îsal de dê li derdora 105 dolarî be, di demekê de ku di çaryeka dawî ya 2025an de tenê 64 dolar bû.
Şokê benzînxane jî girtin nav xwe. Heta 26ê Çiriya Pêşîn, nirxê navînî yê galonek benzînê li Amerîkayê gihîşt 4,29 dolaran, lê beriya şer nêzîkî 2,98 dolaran bû (ji sedî 44 zêdebûn). Hevdêm nirxê mazotê ji bo her galonekê ji 3,76 dolaran derket 6,35 dolaran (ji sedî 69 zêdebûn).
Aliyê din ê hevkêşiyê ew bû ku Amerîka li ser asta cîhanê bû cihgira sereke ya dabînkirina enerjiyê. Bilindbûna nirxên navneteweyî û astengbûna hinardeya Kendavê, kiryar teşwîq kirin ku berê xwe bidin petrola xav, sotemenî û gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) ya Amerîkayê. Vê yekê jî ji bo hilberîner, rafîne û hinardekarên enerjiya Amerîkayê derfeteke zêrîn afirand.
Hilberîn, hinartin û dahata rekor a şirketan
Hilberîna petrola Amerîkayê di asteke bilind de maye. Li gorî Birêvebiriya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê, berhema petrola xav a Amerîkayê di nîvê yekem ê sala 2026an de rojane 13,7 milyon bermîl bûye. Tê pêşbînîkirin ku ji bo tevahiya salê rojane bi navînî 13,8 milyon bermîl were tomarkirin ku ev yek dê rekora dîrokî ya berê derbas bike.
Destkefta herî mezin a bazirganiyê di beşa hinardekirin û rafînekirinê de pêk hat. Di çaryeka duyem de hinartinaa sotemeniya Amerîkayê rojane gihîşt 1,56 milyon bermîlan (ji sedî 30 zêdetir ji navîniya pênc salên borî).
Hinartina sotemeniya balafiran jî rojane gihîşt 356 hezar bermîlan ku ev zêdetirî du qatên navîniya pênc salên borî bû. Hevdêm kara rafînekirinê li Amerîkayê bi rengekî berbiçav zêde bû; kara rafînekirina benzînê ji sedî 60 zêde bû, di heman demê de kara mazot û sotemeniya balafiran jî zêdetirî du qatan zêde bû.
Sektora gaza xwezayî ya şil (LNG) jî di rewşeke bi heman rengî de ye. Hinartinaa gaza şil ya Amerîkayê di nîvê yekem ê sala 2026an de rojane gihîşt 17,4 milyar sêca ku li ser bingeha salane bi rêjeya ji sedî 23 zêde bûye.
Girtina Tengava Hurmizê nêzîkî ji sedî 20ê gaza şil ya cîhanê (bi taybetî ya Qeterê) asteng kir. Vê yekê kiryarên Asyayê neçar kir ku li ser kirîna gaza Amerîkayê rikeberiyê bikin, bi awayekî ku şandina gaza Amerîkayê ya ji bo Asyayê li gorî nîvê yekem ê sala 2025an zêdetirî du qatan zêde bû.
Amarên darayî yên şirketên petrolê vê destkefta mezin nîşan didin. Şirketa ExxonMobilê dahata xwe ya çaryeka sêyem bi 113,16 milyar dolaran ragihand (ji sedî 33 zêdebûn) û bernameyeke bi qasî 20 milyar dolarî ya ji bo kirîna pişkên xwe eşkere kir. Şirketa Chevronê jî 67,8 milyar dolar dahat û 9,9 milyar dolar kar ragihand.
Şirket dewlemend dibin û welatî bedelê didin
Li vê derê ye ku destkeftên aborî ji bo Donald Trump dibin barekî giran ê siyasî. Dibe ku Amerîka wekî dewlet ji hinartina enerjiyê pereyekî zêde bi dest bixe lê sûdwergirên sereke tenê şirketên hilberînê, xwediyên pişkan û hinek eyaletên taybet ên petrolê ne. Di heman demê de bedela bihabûna sotemeniyê ketiye ser milê hemû malbatên Amerîkayê.
Ajansa nûçeyan a Reutersê pêşbînî kiriye ku malbateke asayî ya Amerîkayê di heft mehên ewil ên sala 2026an de mehane nêzîkî 456 dolaran ji bo kareba û benzînê xerc kirine ku ev jî 54 dolar (ji sedî 14) ji sala borî zêdetir e. Ev zext bi taybetî li eyaletên ku dengên wan ne diyar in ("swing states") girantir e.
Mesrefa benzînê ya malbatan li wan eyaletan di 9 mehên ewil de bi rêjeya ji sedî 19 heta ji sedî 23yan zêde bûye. Tenê di îlonê de li eyaletên wekî Georgia, Ohio û North Carolinayê nêzîkî ji sedî 40î ji sala borî zêdetir bûye. Rapirsiya hevbeş a Reuters û Ipsosê nîşan daye ku ji sedî 78ê Amerîkiyan polîtîkayên Trump wekî sedema bihabûna nirxan dibînin.
Lewma pirsgirêka siyasî ne tenê nirxê petrolê ye, belkî şêwaza dabeşbûna dahatê bi xwe ye. Hilberînerekî li Texasê dewlemend dibe lê şofêrekî barhilgir ê li Ohioyê, cotkarekî li Georgiayê an malbatek li Pennsylvaniayê bedela giraniya sotemenî û veguhastinê didin. Bihabûna mazotê rasterast bandorê li sektora çandiniyê û veguhestina xwirekan dike û di dawiyê de jî dibe sedema bihabûna hemû kel û pelan.
Hilbijartinên 3yê Çiriya Paşîn û hevsengiya şer
Di demekê de ku Amerîkî 3yê Çiriya Paşîn diçin ser sindoqên dengdanê ji bo hilbijartina hemû 435 endamên Meclisa Nûneran û nêzîkî sêyeka endamên Senatoyê, mijara giraniya enerjî û lêçûna jiyanê bûye rojeva sereke ya hilbijartinê.
Rapirsiya Reuters û Ipsosê eşkere kiriye ku ji sedî 54ê beşdaran di wê baweriyê de ne ku diviyabû ev şer çênebûya û nedihişt ku ew qasî bedelên giran jê re werin dayîn.
Encumena Têkiliyên Derve ya Amerîkayê jî (CFR) mesrefên jiyanê û encamên aborî yên şerê Îranê wekî faktora herî girîng a diyarkirina aliyê dengdana welatiyan bi nav kiriye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



